“Pêdiviya Yemenê bi qanûna parastina daneyên taybet heye”

Li ser medyaya dijîtal ji aliyên nenas ve kampanyayên şîdeta dîjîtal tên organîzekirin ku jinên xwedî bandor di civakê de û yên ku di mijarên parastina mafên jinan de cih digrin, bikin hedef.

NOOR SURAÎB

Yemen - Teknolojî di jiyana me de bi pêş ketiye û bûye hewcedariyek girîng lê tevî aliyên wê yên erênî di heman demê de gelek aliyên wê yên neyênî jî hene û bûye rêbazek ku zirarê dide jinan. Şîdeta dijîtal li Yemenê pir zêde ye. Li ser medyaya dijîtal ji aliyê kesên nenas ve kampanyayên şîdeta dîjîtal tên organîzekirin ku jinên xwedî bandor di civakê de û yên ku di mijarên parastina mafên jinan de cih digirin, bikin hedef.

Kampanyayên şîdeta dijîtal jinan dikin hedef

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ku di heyama 4 salan de, piştî analîzkirina 19 milyon tweetan, di rapora "Ditch the Label and Brandwatch" de hat dîtin ku tenê li ser Twitterê nêzî 5 milyon bûyerên misogyny hene.

Lêkolînera qanûna tawanan li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Eyn Şemis Hîba Îdros diyar kir ku piraniya qubaniyên şîdeta dijîtal li Yemenê jinên ku parêzvanên mafên mirovan, çalakvanên civakê, rojnameger û parêzer in û wiha pê de çû: “Kampanyayên şîdeta dijîtal ji aliyê kesên nenas ve li ser torên dijîtal tên organîzekirin ku van jinan dikin armanc û gotinên neyînî li ser wan belav dikin da ku zirarê bidin wan û zextê li wan bikin dest ji çalakiyên xwe xwe berdin.”

Der barê helwesta qanûnên Yemenê li hemberî van tawanan, Hîba Îdros wiha anî ziman: “Ferqa di navbera qanûnên tawanan ên Yemenê û pêşvebirina tawanan de ji aliyekî ve û zagonên tawanên li welatên Ereb ji aliyê din ve berfireh dibe. Şerê li welatê me yek ji sedemên herî girîng e ji bo derengketina Yemenê di gihandina pêşketina qanûnî û parastina tawanên nûjen de. Şîdeta dîjîtal şeklên cihê yên wekî peyamên nebaş, gefxwarin, eşkerekirina nehêniyên taybet, weşandina wêne û vîdyoyan digre. Qanûna Sûc û Cezayên Yemenê hewcedar e ku gelek metnên xwe biguherîne û metnên nû yên ku li gorî rastiya sûc û pêşketina zagonî û zanistî lê zêde bike.”

“Ji bo parastina jin û zarokan ji sûcên dîjîtal divê cezayên sûcdaran tundtir bikin”

Hîba Îdros bang kir ku guhertinên di qanûna tawanan de bên kirin û wiha got: “Pêdivî heye ku qanûnek cezayî hebe ji bo şerê li dijî tawanên teknolojiya agahdariyê, çi serbixwe be, çi jî wekî beşek din ji Qanûna Sûc û Cezayan ku bi navê ‘Sûcên Teknolojiya Agahdariyê’ tê binav kirin, da ku qanûndanîn û dadwerî karibin parastina têra xwe ji bo maf, azadî û berjewendiyên giştî û taybet peyda bikin û rê bide kesan ku mafên xwe yên garantîkirî biparêzin. Divê qanûnek din ku girîng û pêdivî ye ku were derxistin, ew jî ‘Qanûna Parastina Daneyên Kesane’ ye ji bo bikarhênerên înternetê û malperên tora dijîtal. Daneyên kesane dikarin di pêkanîna tawanên li dijî mexdûran de bi şêwazên cihê werin bikar anîn. Ji bo ku jin û zarokan ji gelek sûcên dîjîtal ên ku tê de rê û bernameyên teknîkî yên nûjen têne bikar anîn, bêtir parastinek were peyda kirin, divê metnên qanûnî yên ku cezayên sûcdaran tundtir bikin.”