Patricia Elias: Li Lubnanê aramî bi jinan pêkan e

Parêzer Patricia Elias bal kişand ku li Lubnanê jin di hemû qadên jiyanê de cudakariyên mezin dijîn û da zanîn ku di rewşa beşdarbûna jinan a rêveberiyê de dê welat bi îstîqrartir û ewletir be.

SUZAN ABU SAID

Beyrûd - Lubnan, ji bilî yekemîn welatê Ereb ê ku mafê dengdanê yê jinan qanûnî kiriye, taybetmendiya yek ji heft têkarî sereke ye ku di Neteweyên Yekbûyî de rewabûna mafên mirovan şert dike ye. Tevî vê yekê jî hem qanûnên bêedalet ên ku bandorê li jinan dikin û hem jî beşdarbûna jinan a siyasî tê nîqaşkirin. Parêzer Patricia Elias têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Der barê jinan de rapora xwe ya çaremîn pêşkêş kir

Patricia Elias diyar kir ku Lubnan yek ji welatên ku îmzekarên Peymana Navdewletî ya Mafên Jinan (CEDAW) ye û wiha got: "Her welat û hikûmeta ku ev peyman îmze kiriye, neçar e rapora civaka sivîl pêşkêş bike. Çar sal in ez rapora xwe ya çaremîn ya têkildarî statu û pêşketina jinan a li welat pêşkêş kir. Ez ê meha Çileya îsal rapora xwe ya şeşemîn pêşkêş bikim."

“Li dijî jinan cudakariyek mezin heye”

Patricia Elias, diyar kir ku li Lubnanê mafê wesayet a dayika li ser zarokên wê nîn e ye û wiha got: “Mafê wesayetê bi bav re sînordar e. Ango bav wekî weliyê qanûnî yê zarokan tê hesibandin. Heman tişt piştî temenek diyar ji bo mafê rayeyê jî derbasdar e.” Patricia Elias diyar kir ku li dijî jinan cudakariyeke mezin tê jiyîn û destnîşan kir ku ji bo zarok bêparmayîna dayik û bavên xwe mezin nebin weke li welatên şaristanî yên cîhanê divê ji bo dayik û bav mafên wekhev bên dayîn.

“Zewaca zarokan di 9 salî de dest pê dike!”

Patricia Elias anî ziman di mirina bavê wê/wî de jî raye ji jinê re daye û ji mêrê din a malbatê re tê dayîn, diyar kir ku Lubnan Peymana Navdewletî ya Mafên Zarokan ku berjewendiya bilind a zarokan dest bike şert datîne îmze kir û di vê wateyê de pêwîst e berjewendiya zarokan li ber çavan bê girtin. Patricia Elias a bal kişand ser zewaca zarokan, wiha got: “Ev mijar di dema kurt, navîn û dirêj de ne tenê mafên jinan, bandorê li mafên zarokan jî dike. Ez li vir careke din bi bîr tînim ku Lubnanê peyman îmze kiriye. Di hiqûqa Lubnanê de, di qadên hiqûqê yên ceza û medenî de hiqûqa kar, endamtiya sendî û di trafîkê de temenê reşîdbûne 18 sal, di hilbijartinan de mafê dengdayînê jî 21 sal e. Di mijara zewacê de jî mixabin di hinek mezheban de ji 9 sal dest pê dike. Di hin kesan de 12 û 14 sal e.”

"Ji bo Lubnanê şermek e”

Patricia Elias, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ji ber zewaca di temanê biçûk de tê zewicandin dijîn û wiha got: “Ji ber ku bedena zarokên keçên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin ji bo ducaniyê ne guncaw e, hin ji wan nizanin, zarokên ku anîne dinyayê xwedî bikin. Li Lubnanê di 9 salî de peymana zewacê heye. Ev ji bo Lubnanê şermek e. Ji ber ku mijareke wiha li derveyî Lubnanê wek tecawiza zarokan tê qebûlkirin. Divê zewaca li vî welatî, gel û zarokên li gorî peymanên navneteweyî yên ku Lubnanê îmze kiriye tevbigerin û divê em temenê zewacê bigihîjînin 18 salî." Patricia Elias da zanîn ku Lubnan di nav 27 welatên cîhanê ku dayikek nikare mafê welatîbûnê bide zarokên xwe de cih digre.

Tevlibûna jinan a qada siyasî

Patricia Elias da zanîn ku Lubnan di warê beşdariya siyasî ya jinan de di nav 17 welatên Ereb de di rêza 15’an de cih digre û got ku tevî di nav 7 welatan de beşdariya Lubnanê di metna meşrûbûna mafên mirovan a di Neteweyên Yekbûyî de jî wek kurewî di nava 187 welatên cîhanê de di rêza 183’an de cih girt. Patricia Elias anî ziman ku berê di warê mafên mirovan de di rêza herî pêş de bûne lê niha ketine binê erdê û wiha got: “Li Ruandayê rêjeya beşdarbûna jinan a jiyana siyasî digihîje ji sedî 30. Ev kota li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ji sedî 50, li Iraq û Misrê ji sedî 25, li Erebistana Siûdî ji sedî 20, li Lîbyayê ji sedî 16 û li Lubnanê jî ji sedî 10 kêmtir e. Patricia Elias diyar kir ku ji bo daxwaza kotayê di sala 2017'an de heyetek ku ji 200 nûnerên komeleyê pêk tê, ava kirine û wiha got: “Li ser vê mijarê me bi serokê meclisê û serokwezîr re axivî û di hilbijartinên parlamentoyê de daxwaza kotayê kir lê me tu kota nedît."

“Welat bi jinan ewletir bibe”

Patricia Elias axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pêşeroja Lubnanê dê bi destên jinan baş bibe, ji ber ku jinên Lubnanî bi perwerde, hişmendî û girîngî dide malbat û welatê xwe. Mêr jî xwedî egoyê ne. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, ez di wê baweriyê de me ku tevlibûna jinan a rêveberiyê dê bandoreke erênî li welat bike, welat hin zêdetir bi îstîqrar û ewletir û bigihîje dewleta hiqûqê û îstîqrar e.”