Parlementera Mexrîbî: Aboriya jinê ji bo pêşketina domdar girîng e

Parlamentera Mexrîbî Hayat Omnjouj a bal kişand ser têkoşîna jinan a beşdarbûna qada siyasî û aboriya serbixwe ya jinan destnîşan kir ku ji bo guhertina rewşa jinan parastinekê zagonî li welat nîn e.

RECA XÊRAT

Mexrib – Li dijî dûrxistina jinan ji qada siyasî li her deverê jin têdikoşin. Komele û tevgerên jinan li Mexribê ji bo jin di warê aborî û siyasî de xurt bibin têdikoşin û hewl didin wekheviya di navbera herdu zayendan de pêk bînin.

Parlamentera Mexrîbî Hayat Omnjouj teqez kir ku rapora giştî ya pêşveçûnê ya nû  jinan xistiye nava pêşveçûnê her wiha xurtkirina jinan di warê aborî de merceke bingehîn ava kiriye ku bikaribin tevli hemû waran bibin.

Parlamenter Hayat Omnjouj a li Draa-Tafilalet başûrî Mexribê dibînin ku behsa xurtkirina jinan siyasî bêyî xurtkirina aborî nabe. Ev jî merceke bingehîn e ji bo wekheviyê pêk bînin wekî ku di makezagona 2011’an de hatiye diyarkirin.

 ‘Tenê bi dirûşmên siyasî rewşa heyî sererast nabe’

Hayat Omnjouj der barê têkoşîna jinên Mexrîbî ya di qada siyasî de wiha got: “Ji bo xurtkirina mafên jinan û pêşxistina rewşên jinan û xurtkirina wan a aborî, siyasî û civakî teqez dikin ku divê ev mijar ne tenê bi dirûşmên siyasî bin di Roja Jinên Cîhanî û yên din de bi sînor nemînin, bi taybetî di dema hilbijartinan de lê divê bibe mijareke cewherî ya civakê bi giştî.  Xurtkirina jinan di warê siyasî de dûrî pratîka prensîba wekheviya di makezagona 2011’an de diyar bûye, ew jî vedigere gelek sedeman weke perwerdeya civakî ku hê jî hişmendiya mêrsalarî û qalibên jinan xurt dike, parastineke zagonî nîn e ji bo guhertin û pêşketina rewşa jinan pêk bê.”

Ji bo bigihîjin xurtkrineke siyasî aktîf ji bo jinan Hayat Omnjouj banga xwedîderketina zagonên pêşketî kir bi riya perwerde û belavkirina hişyariyê der barê gihandina jinan a navendên biryardayînê de hebin.

Riya li pêşiya jinan dirêj e

Parlamenter Hayat Omnjouj bal kişand pêwistiya xurtkirina jinan di qada siyasî de û got: “Riya ber bi navendên biryardayînê ve li pêş jinan hê dirêj e, der barê xurtkirina jinan di warê aborî de. Ew dergeha bingehîn e divê teqez li ser kar bikin ji ber ku xurtkirina siyasî bêyî ya aborî pêk nayê ji bo pêşveçûna domdar jî pêk bê. Astengiyên li pêş jinên gundewar gelek in, hê jî ji dûrxistin, hejarî û tunebûna xizmetên sereke weke tendirustî û xwendinê zehmetiyan dikşînin, ew jî sedemeke sereke ye di zêdebûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de.” Parlamentera Mexrîbî Hayat Omnjouj bang kir ku jinên gundan bigihîjin xizmetguzariyên sereke ji bo tevli pêşveçûna domdar bibin.