Parêzerên Lubnanî: Divê mafên mirovan di pratîkê de bêne sepandin

Parêzerên jin ên Lubnanî hebûna gelek peyman û qanûnên navneteweyî yên ku mafên mirovan bixin bin ewlehiyê bi bîr xistin û bal lê kişandin li welatên ku van peymanan îmze kirine qanûn nayên bicihanîn.

CAROLINE BAZZI

Beyrût – 10’ê Kanûnê ya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê îsal bi binpêkirinên mafên mirovî yên ji aliyê dewletên ku mafên mirovan tune dihesibînin hat pêşwazîkirin. Parêzeran der barê mijarê de diyar kirin ku peymanên navneteweyî li ser rûpelan dimînin.

Parêzer Fatima Xelîfe got ku mafên mirovan komek nirx, prensîb û pîvanên civakî ne ku modela reftarên mirovan diyar dikin û  destnîşan kir ku her mirovî, bêyî ku ferqa nijad, ol û zayendê bike, xwedî mafên wekhev e.

Peymana Yekem: Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan

Fatima Khalîfa got, “Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo parastina mafên mirovan yekemîn peymana navneteweyî ya di navbera dewletan de ye. Piştre Peymana Navdewletî ya Mafên Siyasî û Medenî, Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî û Peymana Parastina ji Îşkenceyê tê. Her wiha gelek peymanên mîna Peymana Navnetewî ya Rakirina Hemu Cûhêkariya Li Dijî Jinan (CEDAW) jî hene.”

'Divê di pratîkê de bê sepandin’

Fatima Khalîfa, anî ziman ku tevî van peymanan mafên mirovan hatine binpêkirin û got, “Em di pêkanîna eşkere ya mafên mirovan de bijartî ne. Ji ber ku gelek welat van mafan di nav welatên xwe de diparêzin, lê ew ji derveyî sînorên welatên xwe bi eşkereyî mafên mirovan binpê dikin an jî piştgirî didin aliyên binpêker ên li derveyî welatên xwe. Mînak, dema ku gelek welat hene ku bi dadperwerî bi penaberên Ukraynayî re mijûl dibin û mafên wan ên mirovî di warê penaberiyê de nas dikin, li hemberî penaberên ji Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn nêzîkatiyek cûda raber dikin. Di dema ku şerê Rûsya û Ukrayna tê şermezarkirin, binpêkirinên li dijî gelê Filistînê têne pejirandin." 

Fatima Xelîfe xwest ku mafên mirovan ne li ser rûpelan, lê di pratîkê de bên bicihanîn.

'Hin welatan peyman erê nekirine'

Parêzer Susan Hashem, diyar kir ku pêwîstiya lezgîn bi parastina mafên mirovan û rûmeta mirovan heye, li ser dîroka têkoşîna ji bo pêkanîna mafên mirovan jî axivî. Susan Haşim bi bîr xist ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan di sala 1948’an de hatiye amadekirin û wiha got: “Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bingehê gelek qanûnan danî. Ew bûye bingeha gelek peymanên wek Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî, Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî, Peymana Dijî Îşkenceyê (CEDAW), Peymana Mafên Zarokan.”

Susan Hashem anî ziman ku hin welatên weke welatên cîhana sêyem hatine binavkirin, hin peymanên navneteweyî erê nakin û got, “Ev welat xwe ji hemû sîstemê bilindtir didin nasîn. Ji ber vê yekê em rojane binpêkirina mafên mirovan dibînin."

'Eger daraz serbixwe nebe, wê welatî xwe bispêrin çi?'

Susan Hashem got: "Em ne qanûnên navxweyî û ne jî peymanên navneteweyî li Libnanê bi cih nayînin. Li Lubnan û welatên Ereban heta çi radeyê qanûn ji bo hemûyan yeksan derbas dibe? Lubnan modelek e ji bo windakirina vê garantiyê, ango serweriya qanûnê, di ronahiya sîstema kota û mezhebî de ku rê li ber pêkanîna hemû prensîbên mafên mirovan digire.” Sûsan Haşim da zanîn ku di gelek peymanan de bi taybet di CEDAW’ê de gelek binpêkirin hene û got, “Li Lubnanê her peymanekê li gorî berjewendiyên desthilatdariya siyasî pêk tînin. Daraz her tim ji bo desthilatdariya siyasî tê bikaranîn. Ger daraz serbixwe nebe, dê hemwelatî xwe li kê bigire?” 

 

 

'Em dibin şahidê gelek binpêkirinan'

Parêzer Meryem El-Darzî got, “Rêgeza bingehîn a mafên mirovan li ser esasê necudakarî û wekheviyê hatiye avakirin. Pirsgirêka mafên mirovan ji bo civakên navneteweyî di lêgerîna wan a bêrawestan de ji bo pîrozkirina van mafan materyalek bikêr peyda kiriye. Bandora wê ya erênî li ser mezinbûn û geşepêdana mirovî Peymanên navneteweyî yên ku piştî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a 1948’an pêk hatin, kevirê bingehîn ê cîhana me ya nûjen ji bo gelek peymanên ku celebên din pîroz kirin û jê derketin, ava kirin. Tevî hebûna van hemû peyman û yasayan, em hê jî dibin şahidê gelek binpêkirinan, di nav wan de binpêkirinên veşartî û eşkere yên ku em li ser medyaya civakî ya curbecur dibînin.”

Meryem El-Darzî bal kişand ser mafên jinên ku hîn jî li gelek welatên cîhanê û li Lubnanê rastî tundiyê tên û wiha got: “Jin bi dehan salan rastî neheqî, heqaret û çewsandinê tên û ji mafên xwe bêpar mane. Danezana Gerdûnî destnîşan dike ku hemû mirov azad û di rûmet û mafên xwe de wekhev tên dinê û divê her mirov bê cudahî ji van maf û azadiyan sûd werbigire. Cûdahiya di navbera jin û mêr de nayê qebûlkirin.”

Meryem El-Darzî diyar kir ku li Lubnanê neheqiyên ku di gelek waran li dijî jinan tê pêkanîn berdewam dike û got ku Lubnanê peymana CEDAW ji bo rakirina hemû cureyên cudakariya li ser jinan îmze kiriye, lê belê di gelek bendên peymanê û hin xalan de dudil e.