Parêzer Çagla Gul Bulut: Dema tundî hebe, navbeynkarî nabe!

Parêzer Çagla Gul Bulut a nîqaşa rêbaza 'navbeynkariyê' ku li Tirkiyeyê hikûmet daye destpêkirin nirxand, wiha got: "Li Tirkiyeyê jinan tevî biryara dûrxistinê ya dadgehê jî tên qetilkirin, hûn nikarin zemînek lihevhatinê ya wek navbeynkariyê pêk bînin.”

PELÎN OZKAPTAN

Stenbol- Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç, di rojên derbasbûyî de ragihand ku di dozên kirê de pêkanîna navbeynkariyê hatiye pêkanîn û da zanîn heman pêkanîn di hiqûqa malbatê de jî dikare were pêkanîn. Yilmaz Tunç, wiha got: “Bi taybetî têkilarî hiqûqa malbatê xebatek me ya berfireh heye. Em ê hiqûqa malbatê ji nû vê bigrin dest. Pêwîste di hiqûqa malbatê de navbeynkarî were pêkanîn.” Jin û parêzerên bertek nîşanî daxuyaniyên wezîr dan, destnîşan kirin ku çareserî ne navbeynkarî ye, pêkanîna qanûnê heyî û başkirin e.

'Dema tundî hebe, navbeynkarî nabe'

Berdevka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê û Parêzera Dilxwaz a Mor Çati Çagla Gul Bulut, diyar kir divê di Hiqûqa Malbatê de navbeynkarî nebe mijara gotinê û wiha got: “Ji ber ku dozên di Hiqûqa Malbatê de tên ditîn, dozên diya ên wek hevberdan, nafaka, raye û rejîma mal û milk e. Li Tirkyeyê di piraniya dozên hevberdanê de sedem; tundiya li ser jinan e. Dema tundî dibe mijara gotinê, navbeynkarî ne mimkun e. Kesên ku dê vê tundiyê tespît bikin an jî biryar bidin, ne navbeynkar in. Vê yekê dadgehên dewletê bi cih tînin, her çiqas biryarên xelet ên dadgehan hebin jî, wek teorîk navbeynkar dê nikaribe ji dadger baştir biryarek bide.”

'Hûn nikarin jina ji tundiye direve bi kiryar re bînin gel hev'

Çagla Gul Bulut, balkişand di dozên mijara gotinê de navbeynkarî tê wateya anîna gel hev a jina rastî tundiyê tê û kiryar e û wiha got:

“Dibe ku em gelek encamên vê rewşê rû bi rû bimînin. Di dozekî  hevberdanê ya ku li ser tundiyê hatiye vekirin de du alî hene; mexdûrên tundiyê û kesê tundî bikaranî. Divê nebe mijara gotinê ku navbeynkar van her du kesan bine hemberî hev. Jixwe ev kes mexdûr e û ji mêr direve. Ger hûn van kesan bînin hemberî hev, dê kî ewlehiya jiyanê ya jinê misoger bike? Ji ber ku em dibînin îro di dosyayên cînayetên jinan de bi rêjeyek mezin piraniya jinan ji aliyê mêrên ku dixwazin hev berdin ve, tên qetilkirin. Di dozên bi vî awayî de navbeynkariyê nabe. Li Tirkiyeyê jinan tevî biryara dûrxistinê ya dadgehê jî tên qetilkirin, hûn nikarin zemînek lihevhatinê ya wek navbeynkariyê pêk bînin û hûn nikarin biryara vê yekê bidin.”

'Divê li cihê ku tundî hebe, qet navbeynkarî nebe’

Çagla Gul Bulut, balkişand ku ji bo jinên ji ber tundiyê diçin qereqolan jî, hewldana 'navbeynkariyê' ya heman awayî tê pêkanîn û wiha axivî: “Yek ji xalên ku em wek parêzvanên mafên jinan rehetsiz dibin, ketina navbera ya kesan e. Em dizanin ku dema jinan serî li qereqolê didin, hinek polîsan jinan paş ve dişînin û dibêjin, 'Ji carekî tiştek nabe, hevjinê te ye.' Jixwe em ji vê nêrînê dûr dikevin. Navbeynkarî li ser 'lihevkirinê' ye û dê dikare vê yekê bike. Divê li cihê ku tundî hebe, qet navbeynkarî nebe. Ev ne daxuyaniyeke ku em dikarin piştgirî bikin e.”

'Tişta ku divê bê guhertin feraset e’

Çagla Gul Bulut, diyar kir jinên rastî tundiyê tên dixwazin navnîşanên xwe veşêrin û wiha got:

“Jin ji tundiyê direvin û xwe dîspêrin dewletê an jî saziyên jinan. Ez parêzertiya dixwaz a Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Catî dikim, em jî wek parêzerên wan navnîşanên stargehan nizanin. Her çend divê ev cih ewqas bên parastin, hûn dixwazin jinê bi kiryarê tundî pêktîne re rû bi rû bimînin. Jixwe jin direvin, nasnameya xwe vedişêrin, jinên ku neçar mane nasnameya xwe guherînin jî hene. Û hûn ê jinan bi kesê ku jê direve re bînin gel hev. Her çiqas navnîşana wê veşartî be jî, dê navbeynkar û her du li hev bi civin. Li vir mêr dikare jinê bikuje. Wek cînayeta qEmîne Bulut û gelek jinên li kolanan, li ber çavên zarokên xwe gelek jinên hatine qetilkirin hene. Brêz Wezîr diyar kir ku ev yek li cîhanê tê pêkanîn, lê Tirkiye ji vê re ne amade ye, tişta ku divê li vir bê guhertin feraset e.”

Çagla Gul Bulut a got, "Sedema ku wezîr ev yek anî rojevê dirêj berdewamkirina darizandinê ye”, da zanîn ku di dozên ku navbeynkari tên pêkanîn de jî dem nayê kurtkirin.

'Em naxwazin hûn qanûna malbatê ji nû ve binivîsin'

Çagla Gul Bulut destnîşan kir navbeynkarî niha di dosyayên curbecur ên wekî karsazî û bazirganiyê de tê pêkanîn û wiha got: “Vê demê divê wezîr diyar bike ka di dozên navbeynkarî tên pêkanîn de, demê darizandin hatine kurtkirin yan na. Di navbeynkariyê de rêjeya lihevkirinê pir kêm e û tişta ku darizandine kurt bike ne tiştekî li gorî armancê ye.” Çagla Gul Bulut, bal kişand li ser daxuyaniya wezîr a 'em ê qanûna malbatê ji nû ve binivîsin' û wiha got: "Ez vê daxuyaniyê gelekî bêsiûd dibînim. Em naxwazin hûn tiştek ji nû ve binivîsin.”

Çagla Gul Bulut, dest nîşan kir jinan gelek mafên xwe di encama têkoşîna xwe bi dest xistine û wiha axivî: "Divê Wezîrê Malbat û Dadê li hev bicivin û pêşî girtina cînayetên jinan nîqaş bikin, ne mijarên wiha.”