Nîqaşa li ser 'dadweriya veguhêz' a li Sûriyeyê: Heman aktor hem sûcdar e û hem dadwer

Rojnamevan Ferah el-Eqil diyar dike ku pêvajoya dadweriya veguhêz li Sûriyeyê veguheriye amûrek hilbijartî û siyasî ku ji hêla aliyekî ve tê tawanbarkirin û bi binpêkirinan tê birêvebirin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwe mîna rêberê pêvajoya edaleta veguhêz nîşan dide, lê di heman demê de bi pêkanîna komkujiyên berê û yên niha tê sûcdarkirin. Ev rewş nîqaşeke berfireh li ser pêbaweriya vê pêvajoyê û şiyana wê ya bidestxistina edaleta xwestî derdixe holê. Ev nakokî mîna yek ji mijarên herî tevlihev ên di krîza Sûriyeyê de derdikeve pêş. Bi taybetî ji ber girêdana di navbera edaleta veguhêz û dabînkirina tezmînatê ji bo qurbaniyan û hesabpirsîna kesên berpirsyarê binpêkirinan in.

Hikûmeta demkî stûnên dadweriya veguhêz pêk nayne

Rojnamevanek ji bajarê Suweydayê Ferah El Eqil, bawer dike ku pêvajoya dadweriya veguhêz li Sûriyeyê wek ku niha tê pêşkêşkirin, ji nakokiyeke avahiyî ya kûr êş dikşîne ku li dilê vê pêvajoyê dixe. Ferah El-Eqil da zanîn ku dadweriya veguhêz li ser çar stûnên bingehîn disekine û ev stûn wiha bilêv kirin: “Lêgerîna rastiyê, hesabpirsîn, tazmînat û garantiyên dubarenebûnê. Lê hikûmeta demkî ya ku vê pêvajoyê rêve dibe van stûnan pêk nayne; di rastiyê de, bi têkbirina wan tê tawanbarkirin.”

HTŞ bi gelek komkujî û binpêkirinan tê sûcdarkirin’

Ferah El-Eqil derbarê lêgerîna rastiyê de destnîşan dike ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tenê li ser sûcên rejîma berê disekine û wiha pê de çû: “Di heman demê de ew bi xwe, berî ku desthilatdariyê bigre, dema ku wek Heyet Tehrîr el-Şam an Cebhet el-Nusra dihat nasîn, bi binpêkirin û sûcên şer tê tawanbarkirin. Di nav vana de komkujiya Qelb Lozeh a li dijî Durziyên Îdlibê, koçberkirina Xirîstiyanan û desteserkirina milkê wan, her wiha komkujiya Adra el-Ummaliye û bombebarana Qezzaz li Şamê hene. Binpêkirin piştî ku wê desthilatdarî girt ser xwe nesekinîn, bi gelek komkujiyan re berdewam kirin, wek komkujiyên peravê yên 2024’an, bûyerên Eşrefiyê û Ceramana, binpêkirinên li dijî Kurdan, heta êrîşa wê ya li ser Suweydayê.”

Her kesek di nebûna mekanîzmayên serbixwe de berpirsyar e

Ferah El-Eqil bawer dike ku pêwîstiya eşkerekirina rastiyê divê hemû alî, tevî hikûmeta demkî jî, di nav xwe de bigire û dibêje: “Divê her saziyek xwe di nebûna mekanîzmayên serbixwe de berpirsyar bibîne. Piştî êrîşê, civaka Suweydayê daxwaza avakirina komîteyek navneteweyî ya lêkolîna rastiyan kir û komîteya lêpirsînê ya neteweyî red kir û li ser bingeha prensîba ku kesekî sûcdar nikare kiryarên xwe an yên hevkarên xwe lêkolîn bike, rê li ber ketina wê girt. Belgeyên ku têne berhevkirin dikarin bibin sedema vekirina dozên li dadgehên navneteweyî li ser bingeha prensîba dadweriya gerdûnî.”

Nebûna berpirsyariya rastîn

Ferah El-Eqil derbarê berpirsyariyê de, ew darizandinên kesên ku bi sûcê pêkanîna komkujiyên peravê têne tawanbarkirin, her wiha rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyî ya li ser komkujiyên Suweydayê, tenê wek "propaganda û şano" dibîne, ku nikarin edaleta rastîn temsîl bikin. Ferah El-Eqil tekez dike ku divê berpirsyariya rastîn bi berpirsyarkirina kesên ku ferman dane dest pê bike, bi rêberên li jora avahiya desthilatdariyê.

Tu qurbaniyan ti tazmînat negirtine

Di derbarê tazmînatê de, Ferah El-Eqil destnîşan dike ku heta niha tu qurbanî an malbatên wan çi qurbaniyên rejîma berê bin çi yên niha ti tazmînat negirtine, ne madî ne jî manewî. Derbarê mîsogerkirina dubarenebûnê de, Ferah El-Aqêl bawer dike ku sûc bi hincetên cûrbecûr ên wek "mayî" an "cudaxwaz" berdewam kirine û dubare bûne û van hincetan tenê wek rêbazên ji nû ve hilberandina tundî û binpêkirinan dibîne.

Tiştê ku diqewime edaleta bijartî û tolhildanê ye

Ferah El-Eqil dide zanîn ku zehmet e mirov bawer bike bi pêvajoyek edaleta veguhêz ku ji hêla saziyek ku bi binpêkirinan tê tawanbarkirin ve tê rêvebirin. Ferah tiştê ku diqewime wek "edaleta bijartî û tolhildanê" dihesibîne ku ji bingeha edaleta veguhêz dûr dikeve û dibe amûrek ji bo çareserkirina hesaban bi dijberan re.

Ferah El-Eqill destnîşan dike ku berpirsyarkirina tenê sûcdaran, di heman demê de kesayetên pêşeng ên ku ferman dane bi hikûmetê re lihevkirin çêkirine û tevlî komîteyên "aştiya sivîl" bûne an jî postên cûrbecûr girtine.

Mîsogerkirina dubarenebûna binpêkirinan

Ferah Eqil bi van gotinan nirxandinên xwe bidawî kir: “Hemû kesên piştî 8’ê Kanûna 2024’an bi binpêkirinan hatine tawanbarkirin, azad dimînin. Bêyî girtin an hesabpirsînê di nav gel de dijîn. Ev li gorî wê têgeha edaleta veguhêz tenê sloganek vala dike ku ji wateya xwe ya rastîn bêpar e, ku tê texmînkirin ku di serî de li ser peydakirina tezmînatê ji bo qurbaniyan be.”