'Navendên fermî bûne cihê tundîtûjiya li hemberî jinan'

Tundîtûjiya mêran a li hemberî jinan sînorên malbatan derbas kiriye û ketiye navendên fermî, parêzer Nîgar Umer behsa pirsgirêkên dadgehê dike û dibêje ku tenê dozgerek jin ji bo dosyayên jinan heye ew jî li hemû dosyayan mêze nake.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Zagonên der barê pirsgirêkên jinan de li Başûrê Kurdistanê hene, di meriyetê de nîn in. Desthilatdarî bi xwe li navendên fermî quralên zagonê bi cih naynin û tudîtûjiyê dikin. Lê belê yên ku rê li pêşiya jinan digrin, tundiyê hemberî wan dikin, sedemên vê jî civaka paşverû ye.

‘Zagon pirsgirêkên jinan û civakî kontrol nakin’

Parêzer Nîgar Umer diyar kir ku li dadgehan ew ji dozan agahdar in, ev jî nîşan dide ku bûyerên  tundîtûjiyê her ku diçe zêde dibin. Sedemên vê yekê jî ji ber hebûna asta hişyariya jinan a çûyîna dadgehê û tomarkirina giliyan e û wiha got: “Di salên borî de ji ber hişyariya kêm, zêdetir tundîtûjî li hemberî jinan dihat kirin û bêdeng diman. Niha ne bi wî awayî ye dengê xwe derdixin. Zagon guncaw in lê belê pirsgirêk di aliyê bicihkirinê de di kêm û kurtiyan de ye. Hinek pirsgirêk hene wisa ne ku kêmkurtî di wan de hene. Pirsgirêkên kêm ên dozgeran li dadgehê nebûna zagonên taybet ji bo dozên jinan û pirsgirêka tundîtûjiyê, wisa dike ku doz demek zêdetir bidome. Di van deman de jî zêdetir zext ji aliyê malbat û hevjînan ve çêdibin, ji ber wê hinek deman doz paşve dikevin.”

‘Li Silêmaniyê tenê dozgerek li dozên tundîtûjiyê dixebite’

Nîgar destnîşan kir ku nebûna dozgerên jin beşek ji pirsgirêkên di nava dadgehê de ye lê belê pêwîst nake tenê dozgerên jin bikaribin bûyerên tudîtûjiyê çareser bikin. Dibe ku fikir û aqilê dozgerên mêr bi awayek be ku bikare pirsgirêkên jinan çareser bike û wiha domand: “Cihê balkêşiyê ye li hemû dadeghên Silêmaniyê tenê dozgerek heye kar li ser dozên tundîtûjiya li hemberî jinan dike. Ev jî rê li ber derketina dozan digre. Ji bo wê dirêjkirina dozan zext û tundîtûjiyê zêdetir ji bo jinan çêdike, di demek ku pirsgirêka jinan di rojevê de ye divê çareserî were dîtin, ji ber wê kêmaniyê kuştin û xwekuştin li pey hev tên.”

‘Desthilatdar û hikumet guh nadin dadgehan’

Nîgar der barê girîngiya desthilatdariyê ji bo dozên jinan û bûyerên tundîtûjiyê de wiha got: “Bêguman ger ji bo hikumet û desthilatdariyê pirsgirêka jinan girîng bûya, ne tenê dozgerek dê gelek dozgerên din ji bo pirsgirêka jinan erkdar bikirana. Hejmarek zêde a parêzer û dozgeran heye, hikumet dikarin girîngî bidin vê mijarê û dozgeran bi fermî tayîn bikin ji ber ku hikumet û desthilatdar guh nadin dadgehê.”

Li saziyên fermî tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin’

Nîgar da zanîn ku ya girîng ew e di navendên fermî de parêzer hebin û agahiya wan ji hemû tundîtûjiyên ku li hemberî jinan tên kirin hebin, ji ber parêzer dikarin pirsgirêkan çareser bikin û li gorî zagonê nêz bibin, di nava navendan de hişyariyê belav bikin. Gelek kes hene agahiya wan ji zagon û mafên wan nîn e û wiha behsa bûyerek ku di nava dadgeha Silmaniyê de rû daye kir û got: “Jineke şaraza ya di nava dadgehê de nebû, dema ku zagon hat binpêkirin, ji ber nehişyariya rasterast ji aliyê dozger ve biryara girtinê jê re derxist. Ji ber van bûyeran parêzer hewce ye rê nîşan bide. Bûyerên bi vî awayî gelek in ku di çarçoveya dadeghan de tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin. Ji ber dema ku ew jin hişyar nebin, dozger dizane û haya wê ji nezanbûnê heye. Lê belê pirsgirêk ew e ku li navendên fermî tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin.”

‘Mêr gefê dixwin lê di navedên fermî de cih didin wan’

Parêzer Nîgar Umer bi bîr xist ku her çendî li navendên fermî tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin jî ji ber tirsa gefa li jinan hatiye xwarin naçin gilî nakin ji bo di malbat û cihên kar de navê wan dernekeve gilî nakin û wiha got: “Gelek caran li navendên fermî pêwendî li gel parêzeran dikin li cihên taybet ji bo pirsgirêka jinan kar bikin. Ji wan re radigihînin ji tirsan ji ber gef li wan hatiye xwarin naçin gilî nakin. Divê jin di qadên cuda de girîngî bidin rênimayên zagonê û belavkirinên hişyariyê. Mînak divê di ragihandinan de bernameyên taybet ji bo hişyariya zagonî hebin, sîstema perwerdeyê ji bo jinên ciwan hebe da ku bizanibin dema rûbirûyî tundîtûjiyê hatin çi bikin.”