Musa Sevim ê Meryem qetil kir di danaşînê de êrişî parêzeran kir

Kiryar Musa Sevim ê ku Meryem Sevim qetil kiribû, di danaşîna yekem ya doza ku jê dihat darazandin de êrîşî parêzerên Meryem û Komeleya Jinan a Roza kir. Kiryar di parastina xwe de rojnemeger kir hedef, doz hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan - Li Amedê kiryar Musa Sevim ê ku Meryem Sevim qetil kir ji sûcên ‘Kirîna mermiyên çekê bê mulet yan jî girtin û hilgirtin’, ‘Heqaret’ û ‘Bi qest kuştina jinê’ tê darazandin. Danaşîna yekem ya dozê di 25’ê Cotmehê de li 12’emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danaşînê de parêzerên Meryemê, malbat, Komeleya Jinan a Roza, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, kiryar Musa Sevim ê girti û parêzerê wî, cardin Y.O yê ku ji dozek din girtî ye, F.A., Y.O., M.S.B., Î.Ç. ku berdayî tên darizandin amade bûn.

Di danaşînê de destpêkê kiryar Musa Sevim axivî û bal kişand ser nûçeyên ku behsa wî dike û rojnameger kir hedef. Serokê dadgehê li ser vê yekê wiha got: “Tu hertim behsa rojnamegeran dikî , çiqas ji bo te bûye derd. Dest ji nûçeyên ku hatî çêkirin berde, parastina xwe bike.” Piştî parastinê ji parêzerên malbata Meryemê, Bariş Yavuz dîmenê ku kiryar ji bo Meryem Sevim şandiye da nişandan. Li ser vê yekê parêzerê kiryar tevger kir hewl da êrîş bike, ji aliyê jendermeyan ve hate asteng kirin.    

‘Bila cezayê herî giran bigre’

Bavê Meryem Sevim Halit Sevim wiha got: “Roja ku bûyer qewimê nêzî sibehê polîsan li min geriya, got Meryem li nexweşxaneyê ye. Ez çûm nexweşxaneyê, bijîjkan ji min re got Meryem jiyana xwe ji dest daye. Ez dawakar im, heta dawiyê ez ê li doza xwe xwedî derbikevim. Ez ji vî gilîkerim. Divê cezayê herî giran bigre.”

Xwuşka Meryem Sevim Gulistan Sevim got: “Meryem dem dem dihat mala min. Di hefteya dawî de her tim dihat mala min, ez ditirsiyam, heta carekê min hembêzkir û giriya. Dema ku min jê pirsî çima digrî digot ez ê bejim. Ger min bizaniyê bi vî re hevdîtin dike min destur nedida. Mirina jinekê tu caran ne maf e. Bila cezayê herî giran bigre.”

‘Her tim gef li Meryemê dihat xwarin’

Şahid B.O yê ji bo Meryem Sevim îfade dayî wiha got: “Roja ku bûyer qewimî di saet 17:00’an de ez S.S û hevalek bi navê K em çûn kafeyê. Piştre Musa Sevim, Y.O û 3 heval hatin. Musa Sevim ji Y.O re got ez ê vereşim, Y.O jî got neverşiya ye lê ger bixwaze dikare vereşe. Piştî vê gotinê Musa Sevim Meryemê bi çekê qetil kir. Di qonaxa yekem de sê çar dest gule barand, piştre dema ku wê ji kafe derbiketa cardin vegeriya gule berda. Piştre me zanî ku vereşan tê wateya ku Meryemê bikuje. Musa Sevim her tim bi peyam û dîmenan gef li Meryemê dixwar.”

Danişîn hate taloqkirin

Parêzerên Meryem Sevim jî xwestin kiryar ji sûcê organizekirina kuştinê were darazandin. Dadgehê piştî navberek kin daxwaza beşdariya Nevenda Mafê Mirovan û Komeleya Jinan a Rosayê red kir. Dadgehê biryar da ku wê derbarê çareseriya qeydên qemerayê de dosyayê bişîne ATK. Dadgeh bi biryara temamkirina kêmaniyê ku hene û berdewamkirina girtina kiryar, danaşîn taloqî 7’ê Sibata 2024’an kir.