Monia Benjemaa: Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi rakirina qanûnên cihêkariyê dest pê dike

Mîna tevahiya cîhanê, Tûnis jî beşdarî kampanyaya cîhanî ya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî dibe. Kampanya bi qeyraneke siyasî, civakî û aborî re hevdem e ku hişt rêjeyên şîdetê li ser jinan bi lawazbûna mekanîzmayên cîbicîkirina qanûna bi hejmara 58 a sala 2017’an zêde bibe. Femînîstên li Tûnisê hewl didin ku kampanyayên hişyariyê zêde bikin.

Mîna tevahiya cîhanê, Tûnis jî beşdarî kampanyaya cîhanî ya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî dibe. Kampanya bi qeyraneke siyasî, civakî û aborî re hevdem e ku hişt  rêjeyên şîdetê li ser jinan bi lawazbûna mekanîzmayên cîbicîkirina qanûna bi hejmara 58 a sala 2017’an zêde bibe. Femînîstên li Tûnisê hewl didin ku kampanyayên hişyariyê zêde bikin.
ZUHÛR EL-MEŞRIQΠ
Tûnis- Profesora Hiqûqê Monia Benjemaa piştrast dike ku veguherîna Tûnis ji sala 2011’an vir ve dijî û ku gelek krîzên siyasî afirandiye, rêjeyên şîdeta li ser jinan zêde kiriye û ji bo têkoşîna li dijî tundiyê pêwîstî bi rakirina qanûnên cihêkariyê heye. 
Hûn di van salên dawî de rêjeya tundûtûjiya li dijî jinan bi hemû şêweyên wê li Tûnisê çawa dinirxînin?
Her kes dizane ku zêdebûna tundûtûjiyê li Tûnisê ji ber qeyranên aborî, ewlehî, siyasî û civakî ye ku welat ji sala 2011’an vir ve di qonaxa veguhestina demokratîk de nas dike. Bûyerên ku di vê serdemê de pêk hatin, bûn sedema zêdebûna tundiya li ser jinan ku tê zanîn ev nexweşî ji ber krîzên siyasî û yên din diqewime. Ev yek bi biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya "Jin, Aştî û Ewlehî" tê îsbatkirin ku gelek caran behsa vê sedema bingehîn kiriye û her wiha krîza aborî ya ku bûye sedema rêjeyên bilind ên hejarî û bêkariyê, piştrast dike.
Bi dîtina we, kampanyayek di demeke sînorkirî de ji bo kêmkirina rêjeya tundûtûjiyê bes e, yan jî ev mijar ji bo guhertina zîhniyet û reftaran hewldanên zêdetir hewce dike?
Em hemû dizanin ku kampanyayên demsalî nikarin tu encamê bi xwe re bînin ji ber vê yekê ji bo sedemên tundiya li ser jinan û nexweşiya cihêkariya zayendî ango newekheviya siyasî, aborî li ser jinan bên naskirin, pêwîstiya me bi kampanyayên hişyarkirinê di tevahiya salê de heye. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û rakirina hemû metnên qanûnî yên cihêkar, di nav de Qanûna Malbatê de heye. Ev hemû dê tenê bi pêkanîna kampanyayên hişyariyê yên demdirêj pêk werin ku ji guhertina bernameyên perwerdeyê ji bo perwerdekirina ciwanan li ser wekheviya zayendî ya tam û redkirina tundî û tundrewiyê dest pê dike.
Tê zanîn ku ji bo guhertina zîhniyet û reftaran û têkoşîna li dijî nêrîna biçûk a ku di civakên serdest ên baviksalarî de li ser jinan tê meşandin divê xebat bê kirin. Ji bo vê yekê pêwîstî bi demê heye lê pêkan e û têkoşîna femînîst berdewam dike ji bo bidestxistina vê astê.
Çima hin qanûn li ser kaxizê man û gelo mijar ji bo bidestxistina mafên xwe wekî jin bi hewceyî têkoşîna femînîst a xurt e?
Mixabin zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nayê cîbicîkirin û pêdivî bi mekanîzmayên berfirehtir heye. Tevî ku pejirandina wê bi hinceta ku cihêkarî sedema bingehîn a şîdetê ye hatibe pejirandin. Ez dibînim ku nehîştina tundûtûjiyê bi guhertina bernameyên perwerdeyê û rahênana baş ji bo hemû kesên beşdar û nehiştina rewakirina tundiyê di çapemenî û hemû medyayê de ji bo rûbirûbûna wê û zîhniyeta cudaxwaz a li dijî jinan derdikeve holê. Careke  din dubare dikim, qanûna bi hejmara 58’an heta îro di rakirina qanûnên cudaxwaz de bi ser neketiye û heta ku em bigihîjin vê armancê rê dirêj e.
Her wiha Kovara Rewşa Kesane dema derket şoreşek bû lê îro bûye kovara herî cudakar. Bav serokê malbatê ye û parêzvanê zarokan e. Ji bilî cihêkariya di mîras û metnên din de ku xwedî karaktereke mêranî ne. Di kovara zayendî ya Tûnisê de ramana baviksalar heye. Zilam kesên ku welat ava dikin û serokatiya malbatê dikin tên dîtin. Di sala 2017’an de Komîteya Azadî û Wekheviyê ya Kesane hat avakirin û di rapora xwe ya sala 2018’an de herî zêde ev cihêkarî nîşan da û pêşniyara guhertinan kir lê bê encam ma.
Gelo li Tûnisê bidestxistina wekheviya mîrasê zehmet e, yan proje bûye karteke siyasî ku tenê ji bo bidestxistina dengên jinan ên hilbijartinê tê bikaranîn?
Tevgera femînîst a li Tûnisê, ji ber ku ji bo mafên jinan zêdetir têdikoşe, roleke girîng dilîze. Ji ber vê yekê ez têkoşîna wê bi hêz bi nav dikim. Hê jî têkoşîna xwe ya ji bo ferzkirina wekheviya mîrasê di navbera zayendan de didomîne. Ji ber ku hewl dide kampanyayên hişyarkirinê û parêzvaniyê bimeşîne da ku civakê li ser girîngiya vê mijarê hişyar bike û ji bo bidestxistina wekheviyê delîlan peyda bike, ji ber ku newekhevî tevkariyê ji xizanî û bêhêzkirina jinan re dike.
Em baş dizanin ku tevgera femînîst bi têkoşînê wê bikaribe hemû dijberên mafên jinan têk bibe, heta ku pêşnûmeqanûna wekheviya mîras derxe holê ku nebe kaxizek di demên diyarkirî de were bikaranîn û vegere refên xwe.
Nêrînên li ser girîngiya tevgerên femînîst ji bo pêşvebirina rastiya jinan û diyarkirina mafên wan ên parastina wan, ji hev cuda ne. Di vê çarçoveyê de hûn tevgera femînîst çawa pênase dikin û gelo ew di bandorkirin û guhertina siyaset û zagonan de  bi ser ketiye?
Femînîzm tevgerek e ku armanca wê ji holêrakirina pergala baviksalarî ya li seranserê cîhanê serdest e. Ev sîstem xwe dispêre şîdetê û bi bikaranîna tundiya ku bi giranî li ser jin û zarokan dimeşîne berdewam dike. Ew tundûtûjiya li ser serdestiya lawazên civakê ye, çi mêr be, çi jin be.
Tevgera femînîst ji dawiya sedsala heştan û destpêka sedsala nozdehan ve li herêma Ereban heye "Tevgera reformê li Misir, Tûnis û hwd. Ji bo domandina pergala baviksalarî û nedemokratîk ji tevgerê re texrîbateke heye. Dibêjin em civakên muhafezekar in û ev tevger ji bo windakirina rastiya desthilatdariya mêr e. Li piraniya welatên cîhanê nasname û ol ji bo normalîzekirina mêraniyê hatine bikaranîn. Lê belê erka tevgerên femînîst rakirina perdeya li ser vê rastiya rûreşker e.
Ji bo ku jin mafên xwe bi pêş bixin, çi hewce dike? Hûn ji jinên Tûnisî re çi dibêjin?
Divê di navbera jinan de yekitî û yekbûna têkoşînê hebe, bi taybetî jî di warê têkoşîna li dijî tundiya li ser wan de, ji bo jiholêrakirina şîdetê wekî ketina bi bandor a ji bo bidestxistina wekheviyê tevgerek hebe.
Ez ji jinên Tûnisî re dibêjim, hûn ruhê Tûnisê ne û mifteya rizgarkirina welat ji her cure kêmasî, cudakarî û gendeliyê ne. Rê hê dirêj e, ji bilî têkoşînê ji bo serkeftinê tu çareyek din nemaye.