Martha Koome dê bibe yekem jina serdozgera Kenya yê

Dozgera Keniyayi ya bi nasnama xwe ya muxalîf tê nasîn Martha Koome dê bibe yekem jina serdozgera welatê xwe.

Navenda Nûçeyan - Martha Koome xwediya tecrubeya hiquqê ya 33 sala ne. Bi kesayeta xwe ya di salên 1980 û 1990’an de li hemberî rêveberiya tund a Serokomar Daniel Arap Moi sekiniye tê nasîn. Koome ya di nava malbatek pir jinî de ji 18 zarokan yeke ji bo mafê jinan kampanya daye birêve biriye, ji bo jinên hejar xizmeta hiquqiya bê heqdest kiriye, pêşengiya Fedresyona Jinên Parêzer û serokatiya wê kiriye.
Niha 61 di temenê 61 saliyê de ne, zewiciye û dayika sê zarokane û dê bibe yekem jina serdozgera Kenya yê.
Werger: JINHA