Mala Ewlekariyê ji bo jinên li Xezayê xizmeta civakî û psîkolojîk dike

Li Xezayê gelek jin bi hemû şêweyên fizîkî, derûnî û madî rastî şîdetê tên. Kesek ku piştgirî bida wan tunebû heya ku Weqfa Mala Ewlekariyê ya ji bo xizmeta civakî ji bo jinên ku rastî şîdetê tên re hat vekirin.

NEXEM KARACA
Xeza- Weqfa Mala Ewlekariyê ya ji bo jinên ku rastî şîdetê tên di 12'ê Hezîrana 2011'an de li Xezayê hat vekirin û ew stargehek şêwirmendî ya hukmî ye ku girêdayî Wezareta Geşedana Civakî ye, ji bo peydakirina alîkariyê ji jinên ku rastî tundiyê tên da ku mafên xwe bigrin û rûmet ji wan re were nîşandan. 
S.N. a 27 salî, ji Xezayê ye, yek ji wan keçên ku Weqfa Mala Ewlekariyê, alîkariya wê kiriye, der barê serpêhatiya xwe de wiha dibêje: "Ez keça şehîdek im ku ji perwerde û zewacê hatiye bêparhiştin. Min mafên xwe yên madî negirtin tevî hebûna sponsoriya sêwiyan. Jixwe pereyê ku min digirt têrê nedikir. Ez di navbera mala dapîra xwe û apê xwe de her digeriyam, tu cihên min tunebûn." 
Wê wiha axaftina xwe domand: "Ez rastî şîdeta fizîkî û devkî hatim, nemaze dema ku min ji malbata xwe xwest ez bi xortê ku ez jê hez dikim re bizewicim lê wan red kir. Ez ketim rewşek psîkolojîk a xirab û min xwe ewledar û aram hîs nekir. Min ji Mala Ewlehiyê ya ji bo xizmeta civakî alîkarî xwest, ew jî bi rola xwe rabûn û hevdîtinên malbatî her tim bi malbata min re çêdikirin ku zêdetirî 10 caran çêbû. Ji bo hewl bidin wan îqna bikin bi zewaca min razî bibin lê fêde nekir." 
Ji ber redkirina malbatê doz li wan vekir
Redkirina malbata wê berdewam kir ku bû sedem ew doz vebike. Li ser wê yekê dibêje: "Piştî sê mehên hewldanên çareserkirina pirsgirêkê, bê feyde bû, min doz vekir ku ew jî veguheztina parêzgeriyê ji malbata min ji dadger re ye da ku min bizewicîne. Min doza pîrbûnê kir û sindoqa sêwiyan vekir, ev hemû bi alîkariya Mala Ewlehiyê bû û min ji bo zewaca xwe pejirandina dadgehê bi dest xist piştî lêpirsîn û lêkolînek berfireh ji hêla Mala Ewlehiyê ve der barê xortê ku dê ez ê pê re bizewiciyama." 
Weqf dozên ku ji nakokiyên zewacê, pirsgirêkên malbatî û îstîsmara zayendî êşê dikşînin pêşwazî dike û piştgirî dide her wiha  wan ji nû ve li civakê vedigerîne û ji wan re jiyana serbixwe, bê tirs û alozî peyda dike. Di heman demê de ew peyamek ji civakê re pêşkêş dike da ku rêbazên neyînî yên hatine avakirin li hemberî jinan biguherîne ku ew bi ewlehî bi hev re bijîn.
Dayik û birayên wê heqaret lê kirin û ew ji malê derxistin
Jina bi  navê A.M. a 30 jî wiha got: "Ez berê bi diya xwe û birayên xwe yên biçûk re dijiyam û bavê min li derveyî welat dima, wan bi rêbazekî nexweş bi min re danûstandin dikir û nehiştin ku ez derkevim derve. Her henekên xwe bi min û kîloya min a zêde dikirin, wan xwarin nedan min, bi hinceta ku divê ez xwe zeîf bikim. Ez rastî lêdan û biçûkxistinê hatim, heta dayika min û birayê min ez ji malê avêtim. Yek ji birayên min jûrek ji min re kirê kir û ez tê de jiyam. Min li yek ji baxçeyên zarokan dest bi mamostehiyê kir û ez li wê jûrê bi tena serê xwe dijîm. Van bûyeran di meha dawî ya remezanê de qewimîbûn. Min atmosfera remezanê bi dijwarî jiya. Digel tengezariya ku Xezayê di dema êrîşê de kişand, tirs û hestek bêbaweriyê ez dorpêç kirim."
“Mehekê qet li min nepirsîn”
Wê di domandina axaftina xwe de wiha got: “Heta mehekê, malbatê qet li min nepirsî heya ku metên min der barê windabûna min de polîs agahdar kirin, ew jî piştî ku malbata min ji tirsa polîs re ji wan re got ku ew der barê min de tiştekî nizanin û di cih de dest bi lêgerîna min kirin da ku pirsgirêkê çareser bikin lê bêfêde bû. Ji ber vê wan bi bavê min re têkilî danîn da ku bi rengekî manewî û madî alîkariya min bike. Ez li Mala Ewlehiyê mam û li wir min xwe fêrî karên destan kir û kesayeta xwe bi pêş xist heta ku ez bi hêz bûm û têgihîştinên min ên şaş hemû hatin guhertin."
A.M. piştî ku ku wan soz da dê şert û mercên jiyana wê baştir bikin û jê re astengiyan dernexin, vegeriya ba malbata xwe, têkildarî vê mijarê dibêje: "Piştî ku du meh derbas bûn, ap û birayê min hatin Weqfa Mala Ewlekariyê û soz dan ku zirarê nedin min û li hev bikin da ku ez ji malê derkevim û bi serbestî bixebitim."
Der barê damezrandina Weqfa Mala Ewlekariyê û armanca wê de, rêvebera Weqfê, Ashwaq Zaher got: "Fikra vekirina Mala Ewlekariyê ji hewcedariya civakî ji bo jinên ku rastî şîdetê tên biparêze hat da ku mafên wan bide wan, tevli civakê bibin û wan bigihîjîne ewlehiyê."
Têkildarî şîdeta ku jin rastê wê tên, Ashwq Zaher got: "Jin di astên cihêreng de rastî şîdeta fizîkî, psîkolojîk, madî û civakî tên û bûyerên herî zêde hatine saziyê bûyerên şîdeta nava malê bûn, ji ber ku jin rastî lêdan, destdirêjî û îstîsmarê tên, zêdebarî bûyerên şîdeta hevjîniyê, ji lêdan, heqaret, xemsarî û desteserkirina ji her alî ve."  
Bernameyên profesyonel ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan tên lidarxistin
Der barê mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkên şîdeta li ser jinan de, wê got: "Destwerdana di çareserkirina pirsgirêkan de bi bernameyên profesyonel tê kirin ku mafên jinên rastî şîdetê tên diparêze, ew jî bi riya pêşkêşkirina piştgiriya psîkolojîk û civakî bi navgîniya danişînên hişmendî û şêwirmendiyê, zêdebarî xizmetên dermanê malbatî ji bo gihîştina çareseriyek û baştirkirina têkiliyên malbatê û koordînasyona bi saziyên pêwendîdar re ji bo hêsankirina dozên binpêkirinê û pêşkêşkirina karûbarên dadrêsî yên belaş ên wekî bilindkirina dozên alimantî û mîrasê û mijarên din ên ku jinan eleqedar dikin."
Ashwaq Zaher diyar kir ku Weqf jinan diparêze û ji wan re çêtirîn xizmetên şêwirmendiyê pêşkêş dike her wiha ji wan re xaniyek demkî, lênihêrîna bêkêmasî, şêwirmendî û karûbarên psîkolojîkî peyda dike, ew jî bi riya pêşxistina nexşeyek dermankirinê ku danişînên perwerdeyê li gorî hewcedariyên her rewşê digire nav xwe. Xizmetên tenduristiyê, ew pêkanîna azmûnên pêwîst, derzîlêdana li dijî nexweşiyan, pêşkêşkirina raporên ji bo bûyerên destdirêjî û karûbarên sîstematîkî yên ku tê de bernameyên perwerdeya pîşeyî yên wekî dirûtin, xemilandin, hunerên destan û boyaxkirina li ser camê digre nav xwe. Xizmetên  perwerdeyê ji bo keçên ku rastî şîdetê hatine dê tevlibûna wan bi zanîngehê re hebe û dê  xercên zanîngehê werin dayîn û her tiştê ji bo wan pêwîst were peydakirin."  
Du sal in weqf xizmetê ji bo jinan dike
Der barê kêşe û dijwariyên ku Weqfa Mala Ewlekariyê di xebata xwe ya zêdetirî deh salan de rast hatiye de, Ashwaq Zaher dibêje: "Zehmetî û dijwariyên ku em pê re rû bi rû bûn, ew bû ku me nikaribû xizmetê ji kesên ku piştî ji weqfê derdiketin pêşkêş bikira. Jixwe piraniya rewşan bi hewceyî piştgiriya madî bûn da ku dest bi projeyek biçûk bikin ku alîkariya wan bike û îtîmadê bidin ser xwe. Zêdebarî neheqiya zagonê ya li ser jinan, mînak jinek jinebî ya ku zewacê qebûl nake û balê dikşîne ser zarokên xwe, berevajî jina teleqdayî ya ku naxwaze bizewice lê danîngeh ji wê te girtin. Di hin rewşan de, jin mecbûr dimînin ji bo ku zarokên xwe biparêzin dev ji hemû mafên xwe berdin. Divê ku qanûn bibin yek ji ber ku jin bi hewceyî wekheviyê ne. Ji aliyekî din ve, pandemiya koronayê di nav dijwariyan de bû ku gihîştina jinan ji mala ewlekariyê re zehmet dikir û rewşên tundiyê di nav malê de zêde dikir."
Di dawiya axaftina xwe de, rêvebera dozên li Weqfa Mala Ewlehiyê, Ashwaq Zaher, peyamek ji civakê re şand, tê de got: "Divê civak bi tevahî ji jinan re rêz û hurmetê bigre û girîngî bide pirsgirêkên wan, nemaze bûyerên şîdetê yên ku li dijî wan tên kirin. Divê qanûn li hemberî êrîşkar hişk bin, hişmendiya xetera şîdetê ya li ser malbat û civakê bilind bike, li ser bihêzkirina jinan di warê aborî de bisekine û li ser afirandina derfetên kar ji bo wan bixebite, wekî mînak pêkanîna projeyên biçûk da ku jin karibin di malên xwe de bixebitin."