Mafên jinan ji perspektîfa demokrasiya civakî ne

Mafên jinan yek ji perspektîfên demokrasiya civakî ne, ji ber girîngiya wê ya li ser jiyana jinan û paşeroja wan, bala gelek kesên ku bi vê mijarê re eleqedar in di saziyên sivîl û saziyên jinan de kişand.

ASMAA FATHI

Qahîre - Piştî tawanên tundiyê yên ku di dema dawî de qewimîn, hejmarek mezin ji xebatkar û kesên ku di civaka sivîl de bi karûbarên jinan re têkildar in, enerjiya xwe terxan kirin ji bo perwerdekirina jinan di serî de li ser mafên wan û xwestin ku têgeh û çanda civakên derdora wan biguherînin.

Li ser mafên jinan di perspektîfa demokrasiya civakî de, lêkolînera masterê di warê şêwirmendiya malbatî û perwerdeyê de Fatima El-Zehra El-Cewherî diyar kir ku mafê xwendinê û bidawîkirina asta wê ya bilind yek ji mafên jinan ên bingehîn e û wiha pê de çû: “Jin jî xwedî mafên tenduristiyê ne, di nav de hebûna nexweşxaneyên baş û ewledar de. Mafê jinan heye ku beşdarî hilbijartinan bibin, çi dema ku dengên xwe bidin, hem jî di hilbijartina nûnerên xwe de, çi dema ku ji bo kursiyek namzed bibin.”

Astengiyên ku rê li ber jinan digrin çi ne?

Fatima El-Zehra El-Cewherî da zanîn ku jin bi gelemperî bi komek astengiyan re rû bi rû dimînin ku rê li ber şiyana bidestxistina mafên wan ên mirovî digrin. Yek ji wan jî nêrîna civakê ya li ser jinan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev yek bandorê li kariyera jinan dike, şiyana wan a serkeftinê kêm dike û daxwazên wan bi sînor dike. Pêwîst e jin di beşdariya siyasî û rolên din ên civakî yên giştî de zêdetir cih bigrin, ji ber ku jin ji hêla civakek baviksalarî ve hatine dorpêçkirin ku girîngiyê nade hebûna wan û bi tundî hewl dide hebûna wan sînordar bike. Gelek jin ji mafên xwe mehrûm dimînin, xwendina xwe temam nakin û nikarin bixebitin.”

Ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn divê piştgirî ji jinan re bê dayîn

Fatima El-Zehra El-Cewherî eşkere kir ku jinên dixwazin rewşa xwe û şert û mercên jiyanê biguherînin, pêdiviya wan bi gelek amûrên piştgiriyê heye û wiha axivî: “Gelek xebatkarên civaka sivîl û saziyên jinan li ser vê yekê dixebitin. Jin di van demên dawî de ji bo xurtkirina hebûna xwe û pêşxistina şiyanên xwe hewcedarên piştgiriya hemû saziyên civaka sivîl in. Yek ji astengiyên herî diyar ên ku nahêle jin bigihîjin daxwazên xwe yên siyasî û aborî, nêrîna civaka derdora wan e, çi li ser asta malbatê û çi li ser urf û edetan.”

Koordînatora medyayê Kerîma Tehamî jî destnîşan kir ku mafên ku jin dikaribûn bi dest bixin hene û wiha anî ziman: “Gelek jin ji aliyekî ve ji ber nebûna hêza wan di hin karên hikûmetê de, ji aliyê din ve jî ji ber nebûna hêza wan a aborî, êşê dikşînin. Heya niha cihêkariya zayendî li ser bingeha zayendî tê kirin, wekî nehiştina ketina jinan ji bo hin beşên pispor li hinek zanîngehan. Hinek ji jinan meseleya zayenda civakî tam fêm nakin û nizanin bi rastî çi heq dikin. Hin jin hîn jî bawer dikin ku kar hene ji bo mêran guncaw in û ji bo jinan ne guncaw in. Gelek jin difikirin ku ne ji mafên wan e beşdarî dengdanê bibin, beşdarî hilbijartinan bibin û di karên bilind ên hikûmetê de cih bigrin.”