Mafê jinan ê mîras di navbera dadperweriya hiqûqê û urf û edetan de ye
Bi dehan herêmên Cezayîrê hene ku hê jî jin ji mafên xwe yên rewa yên weke mîras bêpar mane, di bin navê urf û edetan de hejmarek mezin ji wan mîrateyên jinan di kategoriya tabûyan de bi nav dikin û divê qet ji nîqaşan re neyê vekirin. Ev yek jî dibe sedema nakokiyên malbatî û heta nakokiyên kolektîf û dibe sedema kuştinê jî.
RABIA XERÎS
Cezayîr- Lêkolîneke li Cezayîrê ya ji aliyê Çavdêriya Cezayîrê ve ji bo jinan hatiye kirin, li gelek bajaran çarçoveyeke berfireh a diyardeya bêparkirina jinan ji mîrasê derxist holê. Di lêkolînê de herêmên ku herî zêde mizgeft lê hene hatine îsbatkirin.
Li gorî lêkolînên hatine kirin, ev dever ji hêla xwezaya xwe ya çandiniyê ve tên nasîn ku erdê wê xwedî nirxek mezin e û bi nîşana dewlemendiyê tê pîvandin. Jinên Cezayîrî li van deveran dikarin mîrata pere û perçeyên zêr, ne zêde û ne kêm, bistînin, tevî ku ev dever bi belavkirina çandeke olî ya berfireh û bi saya xwedîkirina hejmareke mezin ji mizgeftan tê naskirin.
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku ji sedî 80’ê jinan ji bo parastina pêwendiyên xizimtiyê, yan jî ji ber zextên birayan ji mafên xwe yên mîrasê bêpar dimînin û ji ber vê yekê nakokiyên malbatî yên dijwar li ser vê mijarê çêdibin. Tevî van hejmar û daneyan, lêkolîn dide zanîn ku rewşa Cezayîrê baştir e, li Tûnis, Misir û Urdunê jin li van welatan dibin şahidên bêparbûnek ji mafên xwe yên mîrasê.
“Nabe ku mîras ji sînorên malbatê derbas bibe”
Tiştên ku li jor hatine gotin hemû ji bo rewşa Warda Allaşa 60 salî ku dayika çar zarokan e derbasdar in der barê bêmafiya çar birayên wê li ser miratê bavê wê ku beriya 20 salan wefat kiriye lê kirin ji ajansa me re axivî û got: “Tevî ku bavê min wesiyetname ji birayên min re li ser mîrateya ku hiştiye û mekanîzmayên pêkanîna wê hiştiye jî, her çar birayên min pabendî wê nebûne û ji ber ku min biryar da ji bo bidestxistina mafê mîras serî li darazê bidim, wan têkiliya xwe bi min re qut kirin. Dema ku jin doza mafên xwe yên mîrasê bi riya dadweriyê dikin, wisa li wan tê mêzekirin ku weke xeletiyek nayê efûkirin kiribe mîna, dozên namûsê. Nabe mîrat ji sînorên malbatê derbas bibe, bi taybetî ger ji erd û dikanan pêk were, ji ber ku ew nifş bi nifş tê veguhestin û firotina wê jî şerm e. Di vê çarçoveyê de hin malbat hene ku biryara zewacê didin ango bi endamên heman malbatê re bizewicin da ku mal û milk nekeve destên kesên biyanî.”
Li gorî lêkolîna ku ji aliyê mamosteyê dîroka Cezayîrê, Mohamed Arezkî Farrad ve hatiye parvekirin, wiha hatiye gotin. Mijara dûrxistina jinan ji mîrasê li hin herêmên Cezayîrê vedigere belgeyek ku di sala 1974'an de li çiyayên bilind ên Curcura bi navê "Belgeya Coco" ku li ser navê welatê Coco ye û di sala 1511'an de li quntara Çiyayên Curcura li herêma Amazîx, li rojhilatê Cezayîrê hat damezrandin û heya 1730’an domiya.
“Parastina navûdengê malbatê pêşî lê ber mafên jinan digre”
Parêzera mafên mirovan a Cezayîrî Fatima Zûanî der barê mîras de da diyarkirin ku tevî hebûna zagonê ya ku tevahî mafên mîrasê dide jinên Cezayîrî wek ku di şerîeta îslamî de hatiye diyarkirin lê ev mijar rê li ber derketina hin diyardeyên neyînî negirt ku jin bêyî tirsa ji malbatê yan rasthatina zextan daxwaza mafên xwe bikin û wiha domand: “Hê jî jin ji bo parastina navûdengê malbata xwe newêrin serî li dozgeriyê bidin û derbasî korîdorên dadweriya Cezayîrê bibin, yan jî carna hinek ji wan mafên xwe yên rewa û zagonî nizanin. Di xala 363’an de tê gotin ku hevkarê mîratê yan jî kesê ku bi hîleyan, beriya dabeşkirina mîrasê dest daniye ser mîrat an jî beşeke wê, ji du meh heta sê salan bi cezayê girtîgehê tê cezakirin û li ser sûcên derqanûnî û binpêkirinan jî cezayên giran tê dayîn. Di zagona malbata Cezayîrê de 57 bendên zagonî jê re hatine veqetandin, ji xala 126 heta xala 183 a vê qanûnê û diyar kir ku diyardeya bêparkirina jinên Cezayîrî ji mîrasê tu pêwendiya wê bi bendên zagonî re nîn e, ji ber ku Cezayîr di vî warî de pêşeng e lê belê eleqeya wê bi adet û kevneşopiyên ku dihêle jin daxwaza mafên xwe yên rewa bikin ve heye.”
Her wiha mamosteya zanîngehê û çalakvana civakî Trîkî Ait Chaouch Dalilah dibêje: “Redkirina mafên jinan ji bo mîrasê cihê xemgîniyê ye nemaze dema ku ew di nav mirovên olperest de tê tomarkirin. Li pişt vê diyardeyê jî çend sedem hene, di nav wan de, çavbirçîtî û adetên qirêj, ji ber ku gelek jin di bin gefa metirsiya civakî de daxwaza mafê xwe yê mîrasê nakin. Jin di serdema bav û kalên me de ji ber vê pirsgirêkê gelek êş kişandin lê îro ji bo jinên hemdem ên ku zêdetir bi mafên xwe haydar bûne rewş cuda ye.”