Li Yemenê zewaca di temenê biçûk de zêde bûye

Li Yemenê ku ji sala 2015’an ve şerekî navxweyî lê rû dide, zewaca di temenê biçûk de pir zêde bûye, bi taybetî li gundên ku nahêlin zarokên keç xwendina xwe biqedînin.

RANIA ABDULLAH

Yemen –  Li Yemenê diyardeya zewaca di temenê biçûk de bi awayekî berbiçav zêde bûye. Di nav bûyerên zewaca di temenê biçûk de ku di demên demên dawî de qewimîbûn de çîroka zaroka keç a Yemenî Nûha Cemîl jî hebû. Nûha Cemîl a 10 salî bavê wê ew bi mêrekî 60 salî re zewicand. Bûyera Nûha Cemîl jî yek ji hezar yên wekî wê ku li Yemenê rû didin, bi taybetî li hin gundên Yemenê yên ku nahêlin zarokên keç xwendina xwe biqedînin.

Emel Elî Seîd jî ya ku di temenê 12 salî de hatibû zewicandin û ji ber zewaca xwe ji xwendinê bêpar mabû red dike ku keçên xwe yên biçûk bizewicîne û dixwaze keçên wê xwendina xwe berdewam bikin, tevî zextên berdewam ên malbatê ji bo zewicandina keçên wê jî ew bi biryar e.

Rojnamevan Lemya El-Şerabî diyar kir ku rêjeya zewaca zarokên keç li Yemenê ji ber şer, koçberî û şert û mercên dijwar ên aborî zêde bûye û wiha pê de çû: “Di kampên penaberan de diyardeya zewaca di temenê biçûk de bi awayekî berfireh belav dibe. Keçên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin, piştî zewacî rastî gelek zehmetiyan tên.

Ji sedemên zewaca di temenê biçûk de şer û koçberî

Xwendekara Fakulteya Hunerê Werda El-Esbehî anî ziman ku şer û koçberî ji sedemên belavbûna zewaca di temenê biçûk de ye û wiha got: “Zewaca di temenê biçûk de ji ber nezanî û nebûna xwendinê zêde bûye. Hin kes hê jî li ser wê fikre ne ku zewaca keçan di temenê biçûk de ferz e.”

‘Zewaca di temenê biçûk de binpêkirina mafên zarokan e’

Çalakvan Zeyneb El-Rehîdî destnîşan kir ku zewaca di temenê biçûk de binpêkirina mafên zarok û keçan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Keçên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin ji mafê xwe yê jiyanê bêpar dimînin û neçar dibin ku barê ji hêz û derfetên xwe zêdetir hilgirin. Her wiha ew in ên ku berdêla herî mezin didin, ji ber ku gelek ji wan rastî şîdetê tên, nizanin bi hevjînê xwe re çawa tevbigerin, zarokan mezin bikin û berpirsiyariyên malbatek tevahî hilgirin ser xwe û ji ber vê yekê gelek zarokên keç hatine qetilkirin. Herî dawî ji van binpêkirinên li dijî zaroktiyê zewaca Nûha Cemîl a 10 salî ye ku yek ji wan bi sedan keçên dibin qurbaniyên zewaca di temenê biçûk de lê nayên eşkerekirin.”

Li ser rola rêxistinên mafên mirovan di sînordarkirina belavbûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de seroka Weqfa Kayan ji bo Aştî û Pêşketinê Meha Aoun wiha anî ziman: “Gelek rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina zewaca di temenê biçûk de kar dikin, di demeke ku ji ber berdewamiya şer û rewşa xirab a jiyanê rêjeya wan zêde bûye.”

Zirara derûnî û binpêkirina mafan

Şêwirmenda derûnî Kerîme El-Semdî eşkere kir ku zewaca di temenê biçûk de dibe sedem ku jinên ciwan bi nexweşiyên derûnî bikevin û wiha axivî: “Gelek zarokên keç ên ku di temenê biçûk de tên zewicandin bi nexweşiya depresyonê ya giran dikevin. Ji ber ku nikarin tiştên ji wan tên xwestin bi cih bînin û malê bi cih bînin.”