Li Yemenê mafê rojnamegeran tê binpêkirin

Çalakvanên jin ên Yemenî destnîşan kirin ku li Yemenê ku 8 sal in bê navber şer lê didome mafê rojnamegeran tê binpêkirin û bang kirin ku demildest rojnamegerên girtî bên berdan.

NOOR SURAIB

Yemen – Yemen di nav 180 welatan de di rêza 169’emîn a tabloya azadiya rojnamegeriyê ya Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor de cih digre. Rojnamegerên jin ên Yemenî rastî reşkirin, binçavkirin û êşkenceyê tên, mafên wan tê binpêkirin. 8 sal in şerê Yemenê berdewam e, jin di hemû waran de pêbandor in, rojnamegerên jin û çalakvanên beşa çapemeniyê di nav vê şerê de rastî binpêkirinên mafan tên. Çalakvanên mafnasî yên jin tekez kirin ku divê rojnameger û çalakvanên jin bên parastin û li hemberî azadiya derbirîna nêrînan rêz bê girtin.

Tevî zarokê xwe hat girtin

Rêxistinên mafnasî bûyera ji aliyê Husiyan ve girtina rojnameger Henan Ehmed Al-Heyderî ya sekredeya giştî ya rêxistina rojnamegerên bê sînor belgekirin. Henan Ehmed tevî zarokê xwe yê bi şîr û herdu xwişkên wê di riya vegerê ji Edenê di Mijdara 2018’an de li dergehekê ser riya navbera Eden û Sanaa hat girtin û wê birin zîndana ewlekariya siyasî ya girîdayî Husiyan.

Ji ber nûçeya xwe ya buhabûna xurekan hat girtin

Piştre, rojnamegera jin Nadia Muqbil li gel tora Al-Muslî di 28’ê Adara 2022’yan kar dikir piştî raporek meydanî li Sanaa der barê bilindbûna bihayê xurekan belavkir hate binçavgirtin û piştî 41 rojan hate berdan.

Hincetên ne zagonî

Rojnameger Aşwaq Al-Yirêmî, pêşkêşvana qenala Yemen li ser dergehek ewlekarî hate girtin û birin navenda ewlekarî û îstîxbaratî bi bihaneya ku ew bê mehrem di navbera herdu bajarên Sanaa û Zimar de diçe û tê. Ev jî bihaneyek nû ye Hûsî dijî jinan bikartînin tevî ku di zagona Yemenê tiştekî wisa nîne.

Ji Kanûna 2017 û vir ve 1981 jin hatine girtin

Seroka Komeleya Jinan û Rizgariyên Zindanên Hûsiyan Nora Al-Jerwî ya der barê mijarê de axivî bal kişan li neheqî û bê zagoniyên ku ji aliyê Husiyan ve li dijî rojnamegerên jin tê kirin û wiha got: “Me alîkariya gelek jinên qurbaniyên girtîgehên Hûsiyan kir. Bi hevkariya me bi hevbendiya 8’ê Adarê me girtina 1981 jinan ji Kanûna 2017’anvir ve de belgekirin. Di nav wan de gelek rojnameger û nûçegihan û çalakvanên li ser torên civakî hebûn, navê piraniyan jî nehatin eşkerekirin û ne jî dosyayên wan belavbûn ji ber gelek sedeman weke tirsa xwediyên wan jinan ji nirîna civakê reş, bi hêviya ku qurbanî ji zîndanan derkevin.”

Nora Al-Jerwî anî ziman ku ji bo jinên hatine girtin û rojnamegeran ti sûcên wan ên exlaqî nîn e û wiha dom kir: “Jinên hatine girtin rojnameger û çalakvanin ti sucên wan exlaqî cezayî nîn e, tenê ew nêrînên xwe derdibirînin û mafên jinan diparêzin. Ev jî li gor zagon û makzagona Yemenê rewa ye, lê Hûsî ti zagoneke navxweyî an navneteweyî napejirîne.”

‘Divê demildest bên berdan’

Seroka Saziya Akon ya Mafnasî û Azadiyan Lîna Al-Huseynî jî bal kişand li ser demildest mudaxalekirina vê rewşê û got: “Divê rojnameger, nûçegihan û çalakvanên jin bên parastin û rêzgirtina mafê derbirandina nirînan bê xurtkirin, em dibînin ku hejmara qurbaniyan li hemû bajarên Yemenê zêde bûye. Lewma em banga civak û rêxistinên navdewletî yên li ser dosya Yemenê kar dikin kedên xwe xurt bikin ji bo zextê li Hûsiyan bikin û rojnamegerên jin yên girtî bê şert ji zîndanan bên rizgarkirin.”