Li Yemenê 8 dadgerên jin ji bo Dadgeha Bilind hatin tayînkirin

Jinên li Yemenê diyar kirin ku di encama têkoşîna bi salan de, ji bo Konseya Bilind a Darazê 8 jinên dadger hatine tayînkirin û diyar kirin ku ji bo sala li pêş hejmar zêde bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Li gorî biryarnameya ku Serokê Konseya Serokatiya Serokomariyê di 5’ê Îlonê de weşandiye, ji 40 dadgerên ku tayînê endamtiya Dadgeha Bilind bûne, 8 ji wan jin in. Sultana Muhammad Sil Obaid, Ikram Ahmed Hussein Al-Aidaroos, Ahlam Muhammad Ahmed Muqbil, Nabila Ahmed di nava jinên hatine tayînkirin de ne. Jinan diyar kir ku bi saya têkoşîna wan a bi salan 8 dadgerên jin hatine tayînkirin.

‘Encama têkoşîna 40 salan’

Yek ji dadgerên ku hatiye tayînkirin Ikram Ahmed Hussein Al-Aidaroos, bi bîr xist ku ew di Dadgeha Sirah û Darazê de peywirdar e û bal kişand ku ev yek bi saya têkoşîna 40 salan çêbûye. Ikram Ahmed Hussein Al-Aidaroos, got ku wê di navbera salên 2005-2009’an de li Dadgeha Zarokan, di navbera salên 2009-2017’an de jî li Dadgeha Bacê serokatî kiriye ji sala 2017'an pê ve jî di Dadgeha Îstînafê de xebitiye. Ikram Ahmed Hussein Al-Aidaroos, diyar kir ku ew xwedî tecrubeya 40 salan e û got: “Di sala 2023’yan de min di Dadgeha Bilind de dest bi peywirê kir.”

‘Ji do dozên şîdeta li ser jinan gelek girîng e’

Ikram Ahmed Hussein Al- Aîdaroos diyar kir ku li gorî salên borî ji 40 dadgeran 8 ji wan jin gelek girîng û wiha domand:

“Em ê hejmara jinan di daraza bilind û navendên biryardayînê de zêde bikin. Hebûna dedgerên jin li Dadgeha Bilind, ji bo dozên şîdeta li dijî jinan girîng e. Ev yek dê ji bo başkirina performansa pergala darazê bibe wesîle lewre jinên dadger dixwazin tevli karên li dadgehan bibin. Gelek raporên Saziya Teftîşê ya Dadê, asta dadgerên jin îsbat dike. Dadgerên jin peywirên xwe bi awayê herî baş bi cih tînin.”

‘Qeydbûna jinan a Enstîtuya Dadgeriya Bilind dê bandorê çêbike’

Ikram Ahmed Hussein Al-Aidaroos, bal kişand ku hejmara jinên ciwan ên qeydî Enstîtuya Dadgeriya Bilind li gorî mêran kêm e û wiha got: “Ev tayînkirin dê bibe wesîle ku hejmara jinên ciwan ên xwe qeydê Enstîtuya Dadgeriya Bilind bibin zêde bike. Em hêvî dikin ku hejmara jinên ji bo enstîtuyê xwe qeyd bikin zêde bibe û dibe ku îsal li gorî salên borî gelek baştir be.”

‘Ji bo dozên jinan biryareke girîng e’

Rojnameger Nemat Issa jî diyar kir ku ew bi biryara tayînkirina 8 dadgerên jin pir kêfxweş bûne û wiha axivî: "Tevlibûna jinan a darazê dê di demek nêz de ji bo wekheviya navbera zayendan bibe wesîleyek baş. Ev yek dê bi taybetî ji bo dozên têkildarî jinan û darizandina adil girîng e. Di demên dawî de tayînkirina jinan ji bo pergala darazê dê ji bo gihîştina jinên edaletê ya jinên Yemenê bibe alîkar. Bi saya vê yekê ez bawer dikim ku dê di daraza Yemenê de qadên bi hevsengî werin avakirin.”

‘Ji bo pozîsyonên pêşengiyê gaveke girîng e’

Seroka Komeleya Kifaya û aktivîsta mafên mirovan Misk Al-Maqramî jî dadgerên jin ên hatine tayînkirin pîroz kir û wiha got: "Jin demek dirêj bû têdikoşiyan. Me dît ku encama vê serkeftin bû. Ez tayînkirina dadgerên jin weke gaveke erênî dibînim.”