Li Tûnisê qanûnên baviksalarî jinan dikuje

Li Tûnisê jin rastî cudakarî û vederkirinê tên. Jin behsa kêmasiyên di qanûnan de dikin, diyar dikin ku qanûnên ku li gorî pergala baviksalarî hatine afirandin jinan naparêze û dikuje.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Jinan li Tûnisa ku navendên ji bo jinên rastî tundiyê tên serlêdan bikin netêrker e, ji saziyên fermî yên ku dema rastî tundiyê tên serîlêdan dikin jî tên zivirandin. Ev tê wateya jin terkî mirinê tên kirin. Jinên ku Qanûna bi Hejmara 58'an a sala 2017'an de ku pêşî li tundiya li ser jinê digre dinirxînin, ne pêkanîna vê qanûne ya wekî metnên nivîskî gilî dikin. Femînîstan difikirin ku divê jin ji bo ji tundiyê bên parastin di warê aborî de bên bihêz kirin.

'Qanûnên baviksalarî jinan dikuje’

Aktîvîsta mafên mirovan a femînîst Sûad Mahmûd da zanîn ku daraz baviksalarî û ji ber vê yekê mafên jinan tên kedxwarî kirin. Sûad Mahmûd diyar kir ku ji ber ku jinên mexdûrên tundiyê nikarin dengê xwe bidin bihîstin, ji bo gilîkirinê nebûna pereya rê û bersiva giliyên ku ji saziyên fermî re dikin nayê girrtin, ewlehiya jiyana jinan dikeve metirsiyê û wiha got: “Kesê gilî dike bi hinceta di navendê de kesê berpirsyar nîne, tê paşve zivîrandin. Lebelê jinan ji ber sedemên pirsgirêkên aborî terkî mirinê tê kirin.”

'Serxwebûna aborî girîng e'

Sûad Mehmûd dest nîşan kir divê ji bo jin ji tundiyê bên parastin derfetên kar bên peydakirin û di warê aborî de bên bihêzkirin û wiha axivî: “Ji bo pêkanîna edalet û wekheviya tam ya di navbera zayendan de, divê fikrên cudaxwaz ên bi qanûnê tên temsîl kirin bên redkirin. Serxwebûna aborî ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û şikandina bêdengiya tirsê şertek bingehîn e. Gelek jin ji ber ku nikarin stargeh, cil û berg û xwarinê ji xwe re peyda bikin, neçar dimînin ku bi kesên wan tacîz dikin re bijîn. Dema jinek rastî êrişa zayendî tê rêya teriqandina malê tercîh dike. Bi kesê kiryarê tacîzê re  li heman cihê mayîn, ji bo ewlehiya wê ya derûnî û fizîkî xeterî avadike. Heta qetilkirina wê didome. Ji ber vê yekê serxwebûna aborî girîng e."

'Daraz bêedalet e’

Sûad Mehmûd ya anî zima ku hêj jî daraz bêdalet e û îdeolojiya baviksalarî serdest e, wiha got: “Divê bingehên pêkanîna edaleta civakî bên avêtin. Divê welat berpirsyariya xwe ya li hemberî jinan pêkbîne. Di vê rewşê de em weke femînîstan li şûna ku li benda bidawîbûna tundiyê bisekinin, divê li ber xwe bidin."

‘Divê em piştgirî bidin jinan û mafên jinan bi dest bixin”

Parêzera mafên mirovan Monîa El- Ebed jî wiha got: “Jin diçin dadgehan. Gelek caran mafên xwe nabînin, ev ji rewşeke metirsîdar e. Ji ber ku qanûnek ya berfireh ya ji bo têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan ya wek qanûna bi hejmara 58’an ya di sala 2017’an de hatiye derxistin heye, lê livir şaşitî hene. Em vê rewşe weke binpêkirina erkên dewletê yê li hemberî civakê binirxînin. Em îro hewil didin ku daraz vê yekê bike. Ji bo valahiya di navbera netna nivîskî û rastiyê de bigrin, pêwîste biryarên li gorî metnê qanûnî piştgirî bidin jinan û mafên jinan bi dest bixin. Monîa El-Ebed balkişand ku bi taybetî ji bo jinên mexdûrên tundiyê girîngiya domandina têkoşîna pêkanîna edaletê, behsa bûyerekî tacîza zarok ya hatiye jiyîn kir. Monîa El-Ebed diyar kir ku ev zarok di çapemeniyê de hat ‘şeytankirin û darizandin, wek derûnî hilweşiya û întehar kir’.

Qanûna hejmara 58’an xelet tê pêkanîn

Monîa El-Ebed diyar kir qanûna hejmare 58’an ya sala 2017’an hat derxistin xelet tê pêkanîn, wşha sepandina û wiha got: “Bi rastî jî qanûn qanûnek berfireh e. Jinan ji tundiyê diparêze. Lê hîna jî di pêkanîna qanûnê de guman hene. Ji bo xwe bigihîjin jin zêdetir jinan, pêwîstî bi xurtkirina kampanyayên hişmendî kirine heye.”

‘Stargeh heyî netêrkêr in’

Derûnas û çalakvana femînîst Amna Qalaî ku bi guhdarkirina jinên rastî tundiyê hatine re erkdarê, diyar kir ku mijara stargehkirina jinên mexdûrên tundiyê ji bo destpêkirina rêyek nû di jiyana wan de pêşînek e. Amna Qelaî ya bal kişand ser girîngiya li jiyanê mayîna jinekî, da zanîn ku netêrbûna stargehan pirsgirêk hin zêdetir girantir dike. Amna Qalaî da zanîn ku li paytextê du navend ku yek ji wan aîdî Komeleya Jinan a Beytiyê heye, destnîşan kir ku divê ji bo li hemû bajaran avakirina navendan budçeyek pêwîst bê misogerkirin.