Li Tunisê karkerên jin ên çandiniyê çima hê rastî destdirêjiyê tên?
Çalakvana sivîl Şeyma Qasemî tekez kir ku li Tûnisê karkerên çandiniyê yên jin tevî ku ji maf û rola xwe ya di ewlehiya xwarinê de haydar in jî, hîn jî rastî destdirêjiyê tên û gihîştina wan a agahdarî, xizmet û saziyên ku divê destek bidin wan, kêm e.
IXLAS EL HAMROUNÎ
Tûnis – Bi hezaran jin li zeviyên dûr, dûrî bajaran û çavdêriya saziyên fermî dixebitin. Ew barê ewlehiya xwarinê ya welêt hildigrin, di heman demê de rastî binpêkirina aborî, destdirêjiyê û binpêkirinên cûrbecûr tên.
Pirsgirêka sereke ya van jinan, nezanîna yasayê nîne. Ev jin kêm dighên agahdarî û xizmetan. Her wiha di gihîştina saziyên piştgiriyê de jî rastî tengasiyan tên. Cihên wan ên kar jî, ji taybetmendiyên ewlehiyê yên herî bingehîn bêpar in.
Şeyma Qasemî, çalakvaneke civaka sivîl e, li ser rewşa karkerên çandiniyê yên jin dixebite. Şeyma, mijara ku bûye birînek bê derman, ji ajansa me re şîrove kir. Şeyma ragihand ku piraniya karkerên çandiniyê jin in û ew jî barê herî giran ê kar hildigirin, lewma ev jin di ewlehiya xwarinê de roleke mezin dilîzin.
Ji ber bikaranîna zêde ya dermanê kêzikan nexweş dikevin û ji kar tên avêtin
Wê rave kir ji ber ku piştgiriyeke wan kêm e û destdirêjiya devkî li cîhê karê wan pir e, jinên li deverên dûr bêtir di bin xetera tacîz û êrîşê de ne. Li gorî Şeyma Qasemî, jinên veqetiyayî û jinebî, dibe ku ji yên din zêdetir rastî destdirêjiyê bên. Jinên li zeviyan ne tenê rastî destdirêjiyan tên, ew di heman demê de ji hêla darayî ve jî tên îstismarkirin. Şeyma Qasemî ragihand ku xwediyê erdê an jî navbeynkar, ji van jinan hin xizmetan bi bedêlek biçûk distîne û ev agahî dan: “Di germahiya havînê de, xwarina jinan bi piranî xirab dibe û birçî dimînin. Ger xwediyê erdê an navbeynkar xwarinê bîne, ew ji wan pere distîne. Her wiha ev jin ji xizmetên bijîşkî jî bêpar in. Ger nexweş bikevin, ew bi xwe pereyê dermankirinê didin. Pir caran, karkerên jin ji ber bikaranîna zêde ya dermanên kêzikan di rijandina sebze û daran de nexweş dikevin û ji ber vê sedemê ew ji kar têne avêtin. Ev rewş çerxek xirab a îstismarkirinê ye ku bi şert û mercên xebatê yên dijwar dest pê dike û heya ku jin şiyana xebatê winda bike berdewam dike.”
Jinan toreke piştgiriyê ya nefermî ava kirine
Şeyma Qasemî ragihand ku qanûn û xizmetên Tunisê ji bo jinan "ne temam" in û gihîştina wan bi sînor e. Şeyma wiha domand: “Mînak, carna jinek xizmetek an yasayek dizane, lê di ger û geştê de zehmetiyan dikşîne. Piraniya van jinan li deverên gundewar dijîn û dixebitin. Dîtina veguhestinê dijwar e. Ji ber vê yekê kêmtir dikarin xizmetên ku ji wan re hene bikar bînin. Rayedarên berpirsyar pir li ser têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û rêbazên ragihandina wê diaxivin. Her wiha li ser tesîsên darayî ji bo van jinan ji hin saziyan diaxivin. Lê di pratîkê de, şert û mercên niheq wê dijwar dikin û bidestxistina tesîsên darayî, dijwartir e.”
Şeyma Qasemî behsa şert û mercên wekî xwedîkirina erdê û hebûna çavkaniyek avê an bîrê kir û wiha vegot: “Ev jin di bicihanîna van şert û mercan de zehmetiyan dikşînin. Destpêkirina projeyên biçûk ku dê motîvasyon, aramî û hêza aborî bidin wan, ji bo wan dijwar dike. Jinên karker ên çandiniyê ji bo fêrbûna li ser derfetan xwe dispêrin sohbetên rû bi rû. Bi vî rengî, van jinan toreke piştgiriyê ya nefermî ava kirine ku qismî nebûna piştgiriya saziyan telafî dike. Rêxistinên civaka sivîl hewl didin ku bi jinên li herêmên cuda re têkilî deynin û agahiyên pêwîst bidin wan, lê ev hewldan têr nakin. Ji bo piştgiriya jinên karker ên çandiniyê, divê xebat bê berfirehkirin û tedbîr û pêşniyarên nû bên nirxandin.
Destkeftiyên yasayî li benda bicîhanînê ne
Şeyma Qasemî Fermana Hejmar 4 wekî yek ji destkeftiyên yasayî yên herî girîng bi nav kir û wiha got: “Ev ferman li ser parastina civakî ya karkerên çandiniyê yên jin e. Di sala 2024’an de, piştî rêze qezayên ku gelek ji van jinan jiyana xwe ji dest dan, hatiye derxistin. Lê mixabin, rêziknameyên bicîhanînê yên vê fermanê hîn nehatine derxistin. Ev derengketin ji ber sedemên cûrbecûr dibe. Di nav de sedemên avahîsaziyê yên ku bi saziyên têkildar ên wekî fonên ewlehiya civakî û teftîşa kedê ve girêdayî ne, hene. Sektora çandiniyê hewceyê ji nû ve avakirina avahîsaziyê ya kûr e, ji ber ku gelek sazî lê beşdar in û rewşa karkerên wê nazik e. Ji bo hemî sektoran, di nav de çandinî jî, peymanên kedê yên kolektîf hene. Lê di van peymanan de ji bo her qada kar hûrguliyên zelal tune. Ev peyman tenê hewce ne ku bên organîzekirin û di wan de cewherê kar, demjimêrên kar û qezayên kar û nexweşiyên kar bên destnîşankirin.”
‘Divê em bêtir veberhênanê li sektora çandiniyê bikin’
Şeyma Qasemî destnîşan kir ku ji bo piştgiriya sektora çandiniyê hewcedarî bi hewldanên mezintir heye, ji ber ku ew ji hêla aborî ve pir girîng e. Wê got ku divê bêtir baldariyek li ser karkerên çandiniyê yên jin jî hebe, ji ber ku şert û mercên vê koma bêparastin dijwar bûne. Şeyma Qasemî nirxandinên xwe bi van pêşniyaran bi dawî kir: “Divê em bêtir veberhênanê li sektora çandiniyê bikin. Îro, em bi gelek guhertinên avhewa û jeopolîtîk re rû bi rû ne û ji ber vê sedemê, divê em sektorên giştî û girîng, nemaze çandiniyê biparêzin û destek bidin. Ev armanc bêyî hevkariya hemû aliyên pêwendîdar, ji sazî û dezgehan bigre heya aktorên aborî, çalakvanên civaka sivîl, cotkar û navbeynkaran, nayê bidestxistin.”