Li Tirkiyeyê saleke darazê: Biryar ji qetlîaman re dibin zemîn

Yek ji qadên ku jin rastî cudakariya zayendiya civakê tên daraz e. Rêvebera Komeleya Jinan a Rozayê Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş, bi gotina “Biryarên darazê qetlîamên jinan zêde dike”, biryarên darazê yên sala 2022'an nirxand.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan, li gorî salên berê di sala 2022’an de gelek zêde bûn. Di 11 mehên ewil ên sala 2022’yan de 330 jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin, gelek jin bi awayê  bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di dozên darazê de jî em bi daxistinên ‘Tehrîka neheq' û 'Rewşa baş' bûn şahidên biryarên ku mêran diparêzin. Îsal jî dirûşmên ku jinan li kolanan gelek caran berz kirin, “Ne edaleta mêr, edaleta rast” bûn.

Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş a ku polîtîkaya bêcezatiyê ya darazê û bandora ku ji ber biryarên ku mêran diparêzin li ser civakê çêdibe nirxand, diyar kir ku daraz bi siyasetbûyînê veguheriye amûrbûyînê.

'Daraz veguherî siyasetê’

Elîf Tîrenç Îpek Ulaş diyar kir ku daraz bi salan e di dozên tundiya li ser jinan de polîtîkaya bêcezatiyê dimeşîne lêbelê salek e ev rewş hê zêdetir bûye, da zanîn ku daraz ji ber daxistinên “Tehrîka neheq” û “Rewşa baş” edaleta mêr û daraza mêr belav dike û wiha axivî: “Bêcezatî polîtîkayek ku êdî hemû kes dizane û daraz jî vê yekê rasterast pêk tîne. Dema em wek jin beşdarî dadgehan dibin û piştgiriyê pêşkêş dikin, heyeta ve dadgehê dema du biryaran dida du caran difikirî. Lê belê di pêvajoyê dawî de bi siyasîbûna darazê re, polîtîkaya bêcezatiyê pir bê perwa tê meşandin.”

‘Li cihê kiryar jiyana kesa hatiye qetilkirin bû mijar’

Elîf Tirenç Îpek Ulaş bi van gotinan nirxandinên xwe domand: “Me îsal di doza Pinar Gultekîn de dît, di kurteya naveroka biryarê de hemû jiyana Pinarê hat vegotin, li vir bû mijara darizandinê û piştre ev yek ji bo daxistina tehrîka neheq hincet hat nîşandan. Di dosyaya ku ji aliyê raya giştî ve tê zanîn de ji aliyê darazê ve bi eşkereyî pêkanîna vê rewşê, bi awayekî zelal ev peyam dide 'em edaleta mêr belav dikin, biryarên me jî di vî alî de ne'. Mînaka Cîhan Kayaalp jî yek ji wan e. Ev mirov li dijî zarokekî êrîşa zayendî pêk tîne lê di danişîna duyemîn a tê darizandin de hem beraet digre hem jî tê berdan. Li kêleka vê, di sala dawî de gelek êrîşên zayendî ku ji rojeva Tirkiyeyê derketine hene.”

‘Bi biryarên ku tên girtin teşwîqa sûc tê kirin’

Elîf Tirenç Îpek Ulaş da zanîn ku biryarên dadgehê yên tên dayîn tundiyê zêde dike û wiha got: “Polîtîkaya bêcezatiyê ya darazê di zêdebûna tundiyê de xwedî bandorek pir cidî ye. Ev polîtîka li ser ferdan vediguhere feraseta 'ez ê 3-5 mehan bikevim girtîgehê û derbikevim, ez ê bibêjim namûs daxistin bigrim û derbikevim.’ Ev yek teşwîqa sûc dike, kiryar dema biryara pêkanîna sûc digre, di vê mijarê de xwedî bandoreke teşwîqkirinê ye. Lê divê berevajî be. Pîvanek din a cezakirinê jî pêkanîna bandorek pêximker e. Em dizanin ku ji ber sedema biryarên tên girtin, bi mêran re wêrekî çêdibe.”

‘Dema ku zexta raya giştî çêdibe kiryar tên girtin'

Elîf Tirenç Îpek Ulaş der barê bûyera H.G.K.ya hê di 6 saliya xwe de hat zewicandin û rastî destdirêjiyê hat de axivî û wiha got: “Herî dawî bûyera beriya çend salan ket rojevê. Êrîşek zayendî li dijî keçek 6 salî ku bi endamekî terîqetê re hat zewicandin û piştre jî bi awayekî pergalî domiya heye. Em hemû bûn şahidên mînaka ku ruxme ev rewş du salên dawî ji aliyê wezaretê ve tê zanîn jî di vê mijarê de gavek jî nehatiye avêtin û piştî ku di rojevê de cihê xwe girt bû mijar. Di encama zextên raya giştî de kes hatin girtin. Ev jî nîşanî me dide ku daraz di rewşekî çiqas xirab de ye.”

'Nêrîna hikûmetê çi be daraz jî berê xwe dide vî aliyê’

Elîf Tîrenç Îpek Ulaş, diyar kir ku daraza ne alîgirê jin û zarokan e, li Tirkiyeyê vediguhere saziyeke siyasîbûyî û amûrek û da zanîn ku heta mudaxeleyên rast neyên kirin ev rizîbûyîn dê berdewam dike. Her wiha destnîşan kir ku di mijara zêdebûna êrîşên zayendî û tundiyê de roleke pir cidî ya daraza ku veguheriye amûrbûyîne heye û bi van gotinan domand: “Ya ku em jê re dibêjin hiqûq ne tenê pergaleke alîgirê edaletê ye. Hiqûq avahiyeke ku hikûmet ji bo parastina desthilatdariya xwe weke amûreke ku li gorî xwe bi teşe dike bi kar tîne ye. Dema em li hemû dîroka hiqûq û netew-dewletan dinêrin, dibînin ku ew jî wiha ye. Ji ber ku niyeta darazê ya pêşî asta cînayetên jinan û tundiyê bigre nîn e,  vê rewşê wekî bêcezatiyê amûr dike û di aliyekî de jî vediguherê amûrek cezakirinê ku bi mebesta tepeserkirina kesên ku muhalif dibîne. Em darazê bi kîjan aste bigrin dest jî, em dibînin ku niha li Tirkiyeyê bûye amûra desthilatdariyê. Ji ber vê yekê jî nêrîn, gotin û axaftina desthilatdariyê çi dibe bila bibe, daraz berê xwe dide wî aliyê.”

Di sala 2022’an de tiştên ku qewimîn û derbasî civakê bûne ‘tehrîkên bê maf’ an jî daxistina ‘Halê baş’ bû. Em ê ji van çend mînakan bidin:

* Di Tîrmeha sala 2020’an de li Muxlayê Cemal Metin Avci yê ku Pinar Gultekîn a xwendekara zanîngehê qetil kir destpêkê cezayê girankirî yê muebetê girt û piştre bi daxistina acezayê ‘Tehrîka bê maf cezayê wî heta 23 salan hate xwarê. 

*Serokê berê yê MHP’ê yê navçeya Amedê Cîhan Kayaalp ku rojek piştî betalkirina Serokatiya MHPê yê Navçeya Amedê hatibû binçavkirin û bi sûcê “li dijî zarokê êrişa zayendî” hatibû girtin, ji doza ku lê dihat darizandin hat berdan.

*Gurbet Fîda di 13’ê Îlona 2021’ê de li Licê ji aliyê kesê bi navê Alî Fîda yê ku pê re zewicandîbû ve hat qetilkirin. Dadgehê, di doza ku dihat darizandin de ji Alî Fîda re destpêkê cezayê muebeta giran da. Dadgehê ku piştî cezayê hat dayîn, daxistina “tehrîka neheq” û “Rewşa baş” ceza daxist 20 salan.

*Dadgeh di doza li Amedê der barê 8 kesên ku 3 jê cerdevan in bi sûcdariya 'li dijî zarok êrişa zayendî” û 'tacîza zayendî' hat vekirin de, ji bersûcan re ‘daxistina rewşa baş’ bi kar anî. Ji bo bersûcan 12 sal cezayê girtîgehê da.

*Abdullah K. ê ku li Edeneyê Hulya Gulluce ya ku bi hev re dijiyan bi îşkenceyê qetil kir, ji ber sûcên ‘di bin tehrîka neheq de bi zanebûn kuştin' û 'çek û guleyên bê ruxset, hilgirtin an jî li gel hiştin' mehkûme 20 sal cezayê girtîgehê hat kirin.

*Li Konyayê Alî Riza Yuzer ê ku hevjîna xwe ya ducanî ya 6 mehî Sadîfe Yuzer qetil kir, ji aliyê 1'emîn Daîreya Ceza ya Edliyeya Herêmê ve bi bikaranîna daxistina "Tehrîka neheq" û "Rewşa baş" mehkûmê 23 sal cezayê girtîgehê hat kirin. Li ser îtîrazê dosya ji bo îtîrazê ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Cezayê Giran re daxwaza erêkirina ceza kir.