Li Sinê ji bo mêrê ku keça xwe qetil kir, biryara bereatê!

Derbarê mêrê ku di Cotmeha sala borî de keça xwe Fezeh Malekî ya 22 salî qetil kiribû, biryara beraetê hat dayin.

Navenda Nûçeyan – Mêrê bersûc li parêzgeha Sinê (Senandaj) ya Rojhilatê Kurdistanê roja 3’ê Cotmeha sala borî, keça xwe ya bi navê Feyzeh Malekî ya 22 salî bi madeya şewatê qetil kir. Jina ciwan a ku bi giran birîndar bûbu rakirin Nexweşxaneya Kowsarê, jiyana xwe ji dest da. Di raporan de hat diyarkirin ku ji sedî 85’ê bedena wê jî şewitiye. Piştî daxuyaniya doktoran, çalakvanên rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên jinan derbarê bûyerê de daxuyanî dan û çalakî lidar xistin.

Mêrê kûjer hat berdan!

Mêrê kiryar ku piştî bûyerê hat binçavkirin û girtin ji aliyê dadgeha hat lidarxistin ve hat berdan. Li ser mijarê xwişka jina ciwan a hat qetilkirin Zîba Malekî axivî û bi van gotinan bertek nîşanî tiştên hat jiyîn da: “Derbarê qetilkirina xwişka min de doz hat vekirin û bavê min jî ji vê dozê beraet kir. Bavê min meha Mijdara borî hatibû girtin, lê çend roj berê hat berdan."

Her wiha di nav agahiyan de cih digre ku bavê wê yê kujer beriya ku keça xwe bikuje tundiyê bikar aniye û welatiyan jî gilî li polîsan kirine.