Li Misirê di doza sinetkirinê de bapîr û bijîşkekî hatin girtin

Parêzer Dalia Zachary ku di gelek saziyên pêşxistina civaka sivîl û mafên mirovan de dixebitî, got ku biryara dawî ya li Aswanê û ya berê ya li Şubrayê hêjayî pîrozkirinê ne, ji ber ku wan di pêkanîna qanûna têkçûyî de ji nû ve hêviyê di dosyayên bi vî rengî de zindî kirine.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Yek ji binpêkirinên eşkere û destdirêjiyên eşkere yên li ser bedena jinan "sinet e." Ev mijar yek ji diyardeya herî hovane ye di nav qeyranên ku jin di civaka Misrê de ji ber êşê dikşînin, nemaze, encamên wê bi temen û derbasbûna demê re ji holê ranabin berovajî wê êş demeke dirêj dimîne.
Roja 19’ê Sibatê, biryareke dîrokî ya nû di dosyaya sinetkirinê de derket. Dadgeha Aswanê li başûrê Misirê, 3 sal cezayê girtîgehê li bapîrê keçek û kesekî ku xwe wek bijîjk nîşan dabû û zaroka keç a 8 salî sinet kiribû. 
 "Biryara doza sinetkirinê hêviya pêkanîna qanûnê zindî kir"
 Ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê bi awayekî radîkal, parêzer Dalia Zachary di wê baweriyê de ye du tiştên pêwîst hene divê bên dîtin. A yekem ew e ku pêşanînên bandorkeran di mijarê de destnîşan bikin û wan li gorî ast û girîngiya bi bandoriya wan rêz bikin. Çi pratîkên bijîjkî, perwerdeya zayendî, yan pêkneanîna cezayan be. Mijara din jî xebata ji bo perwerdeya zayendî li dibistanan e. Krîz di kêmkirina organên zayendî de ye ku tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye. Xebata ji bo afirandina çanda zayendî ji temenekî biçûk de koka krîzê diguherîne û ji bilî pêkanîna qanûnê dê bibe alîkar ku vê diyardeyê bitepisîne
Ji aliyê din ve parêzer Maha Ebû Bekir teqez kir ku ev biryar girîng û bi bandor e û dadwerê ku biryar daye hêjayî pesindayînê ye û biryarên bi vî rengî zarokên keç ji sinetkirinê diparêze.
Jin hene ku nikarin encama hewldanên xwe bibînin û yên din jî mafê wan heye ku her hukmê ku hatiye derxistin pîroz bikin ji ber ku ew lûtkeya tekoşîna wan e ji bo parastina her zarokê ku di bin sinetkirinê de ye. Dubarekirina hukman bêguman wê ew karesat û bandora wê ya xirab li ser kes û civakê bi sînor bike.
 "Biryareke xemgîn e lê gavek girîng e"
Parêzer Hala Doma di wê baweriyê de ye ku pêşkêşkirina giliyê dapîra zarok keç a heşt salî li dijî bapîrê ku xwestiye ji aliyê bizîşkekî bê destûr were sinetkirin, gaveke girîng e di diyardeya sinetkirinê de. Ji ber ku ragihandina vê tawanê yek ji astengiyên tolhildanê ji aliyê kiryarên wê ve ye û teqez kir ku tevî girîngiya biryarê jî ji bo wê dilgiran e. Ji ber ku li gorî hatiye ragihandin, ev cure biryar dîsa li Dadgeha Cezayê Giran tê dubarekirin û kêmkirin.
 Parêzer Hala Doma amaje bi wê yekê kir ku sê sal cezayê girtîgehê ji bo sûcê sinetkirinê piştî giranbûna ceza û piştî biryareke din a tund a Îlona borî ya dadgeha tawanan jî di bûyereke bi vî rengî de hat dayîn. Ji ber vê yekê ew ji texmînan kêmtir dibîne lê ji bilî dosyayê rêgezên darazê yên ku di dozên bi vî rengî de tên bikaranîn zêde dike û ev lûtkeya têkoşîna gelek jinên ku li hember vê diyardeyê têdikoşiyan e.
 Biryarên berê yên li ser sinetê
Dadgeha Cezayê Giran a Şubra beriya niha di Îlona 2021'ê de bi heman biryarê 3 sal cezayê girtîgehê ji bo bavekî û 10 sal ji bo hemşîreyekî piştî emeliyata sinetkirina keça 14 salî kiribû. 
 Di lêkolînan de derket holê ku bav gazî hemşîreya 72 salî kiriye, ji bo ku emeliyata sinetkirina keça xwe bike, ev yek jî bûye sedema aloziyên giran û xwînrijandina zêde û piştre zaroka keç rakirine nexweşxaneyê.
Hêjayî gotinê ye ku her du biryarên berê ne yên dawî ne lê dikarin bi wan serî li Dadgeha Ceza ku dadgeha herî bilind a Misrê ye di warê dadwerî de, îtîraz bikin û werin hilweşandin.
Dadgeha Cezayê Giran biryara dawî der barê sinetkirina yekem de dide
Dadgeha Cezayê Giran di îtiraza ewil a biryara dadrêsî ya sûcê sinetkirina jinan di Îlona 2021'ê de biryara cezayê 3 meh zindanê da bav û bijîjşkekî ku sê zarokên keç sinet kiribû.
Rastiyên tawanê di Gulana 2020'an de li parêzgeha Sohag li başûrê Misirê qewimîn û piştî ku sê keç hatin bêhişkirin, bijîşk emeliyatên sinetkirinê kir û piştî hişyar bû .Piştî ku ew bi êşê hesiyan hatin sinetkirin. Dema dayika wan ji sûc agahdar bû, rayedaran agahdar kirin û bi vî awayî bav û bijîjşk derxistin dadgehê. Dadgehê di destpêkê de 3 sal cezayê girtîgehê li bav û bijîşk birî ku wan îtîrazê biryarê kirin li Dadgeha Cezayê Giran a dadgehê û bi wê yekê re biryar daket 6 mehan.
Astengiyên li pêşiya rûbirûbûna diyardeya sinetkirinê li Misrê
Kêşeya herî mezin di rûbirûbûna qanûnê de ew e ku tawanbarên vê sûcê di piraniya rewşan de ji xelkê wê ne ku ev jî nepenîtiya vê cure operasyonê ku di nehênî û di hundurê malan an klînîkên taybet de tên kirin, diparêze. Sûcê sinetkirinê ji xeynî hejmareke sînordar ji ber rûdana tevliheviyên giran ku hewce dike biçin nexweşxaneyên rayedaran agahdar dikin, nayê dîtin. 
Di qanûnên Misrê de cezayê sûcê sinetkirinê
Meclisa Nûneran a Misirê di Nîsana sala 2021'ê de guherînek ji bo cezayên sinetkirina jinan pejirand û cezayê sinetkirina jinan zêde kir da ku bigihîje cezayê deh salan, digel zêdekirina cezayê ji bo her kesê ku emeliyatê dike çi bijîjşk çi jî hemşere dibe. Di sererastkirina nû de hat destnîşankirin ku her kesê daxwaza sinetkirina jinan bike, ji pênc salan heta 7 salan ceza digire û digihîje deh salan ger ku bi bigihîje asta mirinê. 
 Sererastkirina dawî wek tundtirkirina cezayên ku di wê demê de ji aliyê Meclisa Gel a Misirê ve cara yekem di sala 2008'an de ji bo sinetkirina jinan hat pejirandin e. Cezayê ku di qanûnê de beriya guhertinê hatiye diyarkirin, tenê ji sê mehan heta du salan, herî zêde bi cezayê pere re diguhere. 
Li Misrê asta belavbûna sinetkirina jinan
Li gorî lêkolîneke rêxistina  Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) ku di sala 2016'an de hat weşandin, ji sedî 87'ê jinên Misrî yên temenê wan di navbera panzdeh û çil û neh salî de, sinetkirî ne. Her çend ev diyarde li bajaran kêm e jî lê dîsa li deverên gundewarî û Misira Jorîn belav e.
Li gorî daneyên Midûriyeta Navendî ya Seferberiya giştî û jimareyên ku di sala 2019'an de hatin weşandin, li Misirê ji sedî 89,5’ê jinan rastî sinetê hatine.
Di sala 2020'an de, hukûmetê Komîteya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî sinetkirina jinan, bi beşdariya Encumena Neteweyî ya Jinan û Encumena Neteweyî ya Zaroktî û Dayikbûnê ava kir da ku li Misrê heta sala 2030'an ji holê rabe. Plan tundkirina cezayan di qanûnê de, bilindkirina hişyariya civakê li ser giraniya tawanan û aktîfkirina mekanîzmayên ragihandinê û berpirsyariya ji bo sûcdarên vî tawanê digire nava xwe.