Li Mexribê qanûnên li dijî tundiyê nayên pêk anîn

Çalakvana Komeleya Yekîtiya Jinan a Mexribê Dalîla Massaîd li Mexrîbê zêdebûna tundiyê nirxandinan, bal lê kişand ku li Mexribê qanûna pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan heye, lê nayê pêk anîn.

HANAN HARITE

Mexrib - Li Mexribê bi taybetî di salên dawî de, di bûyerên tundiya li dijî jinan zêdebûn tê jiyîn. Bêdengiya li dijî tundiya jin rû bi rû dimînin jî, êşên tên jiyîn du qad zêdetir dike. Li gorî statîstîkên fermî yên sala 2019’an, nêzî 1,5 mîlyon jin û zaroken keç bi rêya e-mail, hevdîtinên telefon an jî peyamên SMS’ê rastî tundiya elektronîk hatin. Hejmaran nîşan dide ku tundiya sîber ji bo jinên ciwan ên di navbera temena 15-24 salî ji sedî 24,4, di jinên xwedî perwereya bilind de 25,4 û di jinên nezewicî de jî heta ji sedî 30,1 zêde bûye. Çalakvana Komeleya Yekîtiya Jinan a Mexribê Dalîla Massaîd, zêdebûna daneyan û li dijî tundiyê neparastin hiştina jinan nirxand.

'Qanûn heye, lê pêk anîn nîne’

Dalîla Massaîd diyar kir ku dema serledanên jinên rastî tundiyê hatine yên li navendan û dadgehan hatine kirin berçav bê girtin, bi awayekî zelal tê ditîn ku asta tundiyê di kijan astê de mezin bûye, da zanîn ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi mudaxeleya lezgîn heye. Dalîla Massaîd a behsa hebûna qanûnê ku tundiya li dijî jinên wek sûc dihesîbinê dike, balkişand ku ev qanûn nayê pêk anîn.

'Divê di warê aborî de were bihêzkirin’

Dalîla Massaîd der barê di asta hişmendiya hiqûqî ya jinên Mexribê de axivî û wiha got: "Mixabin tercûmeyan nîşan dide ku jin nizanin mafên xwe yên qanûnî û tundiyê çawa îsbatbikin. tundiyê nizanin." Dalîla Massaîd a têkildarî bêdeng mayîna jinan a di mijara tundiyê de jî axivî jinan a li hemberî tundiyê axivî, wiha got: “Divê mekanîzmayên ku jinan di aliyê aborî de bi hêz bike, bên lêgerîn kirin. Ji ber ku piraniya jinên rastî tundiyê tên, ji aliyê aborî ve girêdayî mêran in û ji ber vê yekê jin neçar dimînin serî li hember tundiye bitewînin. Divê jinên tundî dibînin, bên rehabîlîtekirin. Divê ji bo serxwebûna xwe ya aborî bên perwerdekirin. Ev ê rê li ber serî tewandina wan ya tundiyê bigre.”