Li Mexribê du tewanbarên îşkence li keçek ciwan kiribûn hatin cezakirin

Li bajarê Fasê yê Mexribê di doza du mêran şidet li jinek ciwan kirî de tewanbar hatin ceza kirin

HENAN HART
Mexrib - Ji sala 2018'an ve qanûna têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, ku hemû cûreyê psîkolojîk tê de ye, ketibûn meriyetê, çend caran hat dîtin, herî dawî di runiştina dozê ya çend roj berê de keçik mafdar hat dîtin û gunehbar hatin ceza kirin. 
Ev doz ji 27'ê Cotmeha 2020'an ve ye, dema giropek ji ciwanan li qehwexaneyekê rojbûna hevalek xwe pîroz dirin. Piştî ku şahî dernegî şevê bi dawî bû, yek ji xortan pêşneyar kir ku bi motorê xwe hevalek xwe ya keç bighîne mala wê û wê jî qebûl kir, dîsa hevalekî wan yê din xwest bi wan re here, tevî keçik matmayî ma lê tiştek negot. Dema ku gihiştin taxa wê nehiştin ku ji mîtor dakeve û zor lê kirin ku wê bibin deverek din bi hinceta ku şahiya xwe berdewam bikin. Bi tirsa lêdan û birîndarbûnê re rû bi rû bû, nemaze ji ber ku xortê yekem çekek spî pê re hebû û di rewşa serxweşiyê de bû. Dema ku di ber dewriyek polîsan re derbas bû, keçik dest bi qêrînê kir da ku wê ji destê wan rizgar bikin. Endamên ewlehiyê bala xwe dan rewşa keçikê û dan peyî wan û bi vê yekê mîtorê wan dorpêç kirin û girtin.
Dozgeriya Giştî sûcdarê yekem yê bi navê R.E bi tewana serxweşiya eşkere, dîtina çekê pê re û tundiya piskolojîk di derheqê jinê de ku wê tirsand û azadiya wê binpêkir. Dadgehê sûcdarê duyemîn jî yê bi navê F.C bi tewana tundiya piskolojîk tenê tewanbar kir.
ji ber nexweşiya corona û rewşa awarte ya tenduristiyê, ji dûr ve dadgh li herdu sûcdarên ku tewan red kirin guhar kirin, dema ku keç li dadgehê ne hazir bû. 
Parêzer hewl da muwekîlên xwe bê cus nîşan bide û diyar kir ku li gorî bendên 400 û 404 yên qanûna cezayê dosya ji şîdeta binpêker bêpar e. Keça ku gilî jî kiriye M.B beşdar nebûye û tu axaftin nekiriye, ev jî asta seqtbûna wê îsbat dike. Parastina bersûcan banga ji nû ve adaptasyona kiryarê ji binpêkirinek tundkariyê ber bi hewildana şîdet û ziyanê kir.
Li gorî tiştên ku li jor hatiye gotin, dadgehê biryar da ku sûcdar bên hasibandin. Sûcdarê yekem R.E penc meh zindankirin û 1000 derhem hema 111 ceza hate birîn, lê yê duyem F.C sê meh cezayê zindanê lê hat birîn û 1000 derhem jî.
Ev biryar li Mexribê wekî pêşengiyekê tê hesibandin, ji ber ku cara yekê ye ku sûcdar ji ber tawanbarek tundkariya piskolojîkî tê dadgeh kirin. Di demekê de ku hewldanên saziyên dadrêsê li ser darizandina kiryarên şîdeta laşî, cinsî û aborî bi taybetî ye.
Parêzvana mafên mirovan, endama Komeleya Demokrat a Jinên Mexrebê Khadija Rabah, pesnê biryara dadgehê ya ku yekem e ji celbê xwe li welat, da û diyar kir ku ev pirsgirêk divê were nîşankirin û pesnê bizavên ya dadweriya Mexribê ya derbarê krîmînalîzekirina şîdeta psîkolojîk û zindankirina sûcdaran. 
Khadija Al-Rabah di daxuyaniyekê de ji ajansa me NUJINHA re, zêde kir ku şîdeta psîkolojîk kêm jinan bi vî rengî digre nava xwe an di derheqê vê yekê de gilî li rayedaran dike. Ev yek jî dibe sedem ku mêr kiryaran li dijî jinan pêk bîne 
Khadija bang li jinan kir ku heke qanûna Mexribê vê yekê krîmînlîze dike û di rewşa ku ew rastî şideta psîkolojîkî tên de bêdengiyê bişkînin. Bi vî awayî dawî li her cureyên tundî û neheqiya ku jin di civaka Mexribî de tê de ne bîne. 
Di sala 2018'an de zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Mexribê ket meriyetê û qanûna hejmara 103.13 şîdeta pskolojîkî wekî destdirêjiya devkî, zorî, gef, îhmal an jî bêparbûnê diyar dike, çi ji bo zirarê bide rûmet, azadî û piştrastkirina jinan, an jî bi armanca tirsandina wan.
Li gorî Federasyona Komeleya Jinan, di bîlancuya xwe yên herî dawî yên li ser şîdeta li dijî jinên Mexribê, şîdeta psîkolojîk bi rêjeya herî zêde ji sedî 48,2, pişt re şîdeta aborî ji sedî 33 û şîdeta fîzîkî ku ji sedî 12 derbas kir.