Li Mêrdînê rûniştina doza 5 rojnamegeran hat dîtin

Li Mêrdînê rûniştina doza 5 jê rojnamevan 8 kesên jê dihatin darizandin ji bo mutalaya dozger hat taloqkirin.

 
Navenda Nûçeyan- Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm danîbû ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê. Di 20’ê tebaxa 2019’an de li Mêrdînê danîna qeyûm hat protestokirin. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kiribû û 5 jê rojnamevanên nûçe dişopandin 8 kes tên darizandin. Rûniştina duyemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê hat lidarxistin. Rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nurcan Yalçin û Halîme Parlak û her wiha Mehmet Ete, Hamza Ete û Selîm Şimdî di çalakiyê de hatibûn binçavkirin û piştî 7 rojan hatibûn berdan. Her pênc rojnameger  û her sê welatiyên din bi îdiaya “muxalefeta qanûna jimara 2911’an kirine” tên darizandin. 
Rûniştina dozê hat taloqkirin
Rojnameger Ahmet Kanbal û welatî Selîm Şimdî di rûniştinê de amade bûn. Hat dîtin ku dozgerekî nû ji bo demekê tayînî dosyeyê hatiye kirin. Di rûniştina dozê de Selîm dîmenên kêliya aydê mudaxileya polîsan pêşkêşî dadgehê kir. Rojnameger Ahmet Kanbal jî parastina xwe ya rûniştinê berê dubare kir. Parêzeran diyar kirin ku dosya ji darizandina rojnamegeran pêk tê û xwestin miwekîlên wan werin beraetkirin. 
Dadgeh ji bo ku dozgerê nû hatiye tayînkirin mutalaya xwe amade bike dem veqetand. Dadger rûniştin bi hêceta amadekirina mutalayê taloqî 20’ê cotmehê kir.