Li Mêrdînê dozger tundî li bijîjk kir

Bijîjk Gozde Bagci ku li Tiba Edlî ya Mêrdînê bijîjk e, ji aliyê Mehmet Sait D. ku li navçeyê dozgerê komarê ye ve hat derbkirin. Bijîjk der barê bersûcê tundiyê de gilî kir, qeydên kamerayê yên di dema bûyerê de nehatin komkirin.

Navenda Nûçeyan-Li Midyada Mêrdînê bijîjk Gozde Bagci ku li edliyeyê pispora Tiba Edlî ye, ji aliyê Mehmet Sait D. ku li navçeyê dozgerê komarê ye hat derbkirin. Gozde Bagci ji ber derbê gilî kir.

Bijîjk Gozde Bagci tiştên ku hatin jiyîn li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir. Gozde Bagc da zanîn ku demek kurt têkiliya wê bi dozger Mehmet Sait D. re hebûye, piştî ku ji hev cuda bûne her dem gefê lê xwariye.  Gozde Bagcî wiha got: “Di roja 11’ Tîrmehê de dozger Mehmet Sait D li gel du pismamên xwe hatin gel min û gefan xwarin. Piştî gefan ez xistim wesayîdê û derb kirim. Min rîska mirin û seqetiyê derbas kir. Ên ku şahidiya bûyerê kirin ji ber nasnameya dozger nehatin mudaxele nekirin. Nêzî saetekê min tundî dît.”

Dîmen nehatin komkirin

Gozde Bagcî diyar kir ku di roja 29’ê Tîrmehê de giliyê dozger Mehmet Sait D. kiriye û got: “Doz sewqî serdogeriya Komara Amedê hat kirin û doz vala bû. Li ruxmê di roja bûyerê de mobese û li cihê kar qeydên kamareyê hebûn di dozê de cih negirt.” Gozde Bagci bî bir xist ku di lêkolînên ku kiriye de hîn bûye ku dîmen nehatine komkirin û destnîşan kir ku di heman demê de der barê dozger de li Lijneya Dozger û Dadwer (HSK) gilî kiriye û îfadeya dozger hatiye girtin.