Li Kirmaşanê tepsiya li erdê bû sembola têkoşîna mafan

Pêla nerazîbûna ku bi pêşengiya jinan li dijî xwarina bêkalîte û nebûna paqijiyê li Zanîngeha Razî dest pê kir, belav dibe. Rayedar hewl didin daxwazên maf û jiyanê yên xwendekaran bi polîtîkayên ewlehiyê û cezayên dîsîplînê bitepisînin.

SARAH PÛRXAZARÎ

Kirmaşan – Di rojên dawî de û di destpêka sala nû ya xwendinê de, pêlek nerazîbûnên xwendekaran li gelek zanîngehên welêt belav bûye. Bala van nerazîbûnan, li ser kalîteya nebaş a xwarinên ku ji hêla zanîngehên berê ve dihatin peydakirin û standardên nebaş ên paqijiyê bû. Çirûska destpêkê ya vê tevgera nerazîbûnê li Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê hate vêxistin. Xwendekarên ku ji rewşa xwarinê pir nerazî bûn, bi danîna tepsiyên xwarinê li kampus û holên zanîngehê bi awayekî sembolîk nerazîbûna xwe nîşan dan. Ev çalakî zû deng veda û di nav çend rojan de, xwendekarên zanîngehên Loristan, Zabol û Jundishapour Dezful heman nerazîbûn dubare kirin. Xwendekaran, tepsiyên xwarinê li qadên giştî danîn û sembolek hevpar a nerazîbûna xwendekaran a li dijî paşguhkirina mafên bingehîn ên xwendekaran a ji hêla rayedarên zanîngehê ve, afirandin.

Ji grevê heta şopandina dîsîplînî

Tara.H. ku xwendekareke Zanîngeha Kirmaşan Razî ye, şahidiya greva dawî dike. Tara da zanîn ku kalîteya nebaş a xwarina zanîngehê û nebûna pîvanên herî kêm ên paqijiyê, sedemên sereke yên vê grevê bûne. Tara ev agahî dan: “Ev çalakî di rastiyê de sembola nerazîbûna giştî ya xwendekaran bû lê belê, xwepêşandan bi mijara xwarinê ve sînordar nebûn. Xwendekaran her wiha nebûna alîkariya civakî û derfetên perwerdehiyê rexne kirin. Her ku grev dest pê kir, hêzên ewlehiyê û rektorê zanîngehê mudaxele kirin, hewl dan ku bi gefan xwepêşandanê rawestînin.”

Gefên avêtina ji zanîngehê     

Tara ragihand ku wan heta rê li ber tomarkirina vîdyoyê ya cihê bûyerê girtine da ku pêşî li weşandina wêneyan ji raya giştî re bigrin û wiha domand: “Piştre, medyaya girêdayî zanîngehê hewl da ku bi afirandina vegotinek cûda rêça xwepêşandanê biguherînin, îdia kirin ku sedema grevê ne kalîteya nebaş a xwarinê û nebûna tesîsan e, her wiha tenê derengketina radestkirina xwarinê ye, bûyerê wekî mijarek dostane û normal nîşan dan. Di vê navberê de, rayedarên zanîngehê gef xwarin ku xwendekarên ku beşdarî grevê bûne şermezar bikin û heta ji zanîngehê derxînin.”

Dengê tepisandî yê xwendekaran

Her çend rayedarên zanîngeh û hikûmetê hewl dane ku greva dawî tenê wekî encamek nelihevhatinên di belavkirina xwarinê de nîşan bidin jî, tomar nîşan didin ku ev xwepêşandan li Zanîngeha Kirmaşan Razî pir caran diqewimin. Bi rastî, kalîteya xwarinê ya nebaş û standardên paqijiyê yên nebaş bi salan e ku di nav xwendekaran de li vê zanîngehê çavkaniyên sereke yên nerazîbûnê ne. Li gorî belge û hesabên heyî, mînaka herî kevin a tomarbûyî ya xwepêşandanên bi vî rengî, vedigere sala 2006’an, dema ku çend xwendekarên jin cara yekem li ser kalîteya xwarinê xwepêşandan kirin. Lê belê li şûna ku daxwazên wan çareser bikin, rayedarên zanîngehê hewl dan ku tevgerê

bitepisînin.

Wan xwepêşandana xwendekaran wekî çalakiyek siyasî bi nav kir û heta di medyayê de wekî senaryoyek bi motîvasyonek siyasî pêşkêş kirin da ku krîzek biafirînin. Ev nêzîkatî nîşan dide ku di salên borî de, rêveberiya zanîngehê hewl daye ku xwepêşandanan bi navkirina wan a siyasî bêrûmet bike, li şûna ku bersivê bide daxwazên xwendekaran ji bo refah û tenduristiyê.

Daxwaza paqijiyê bû pirsgirêka ewlehiyê

Mehrî S., ku nêzîkî 5 sal berê xwendekara Zanîngeha Kirmaşan Razî bû, ragihand ku bi gelemperî, her nerazîbûnek li ser kalîteya xizmetguzariyên civakî an jî rewşa tenduristiyê ya li vê zanîngehê ji hêla rêvebiran ve tavilê vediguhere pirsgirêkek ewlehiyê. Mehrî wiha got: “Armanca wan ew e ku pêşî li belavbûna nerazîbûnê bigirin û her nîşanek nerazîbûnê di destpêkê de bitepisînin. Dema ku ez xwendekar bûm, me li dijî nebûna paqijiyê li wargehan nerazîbûn nîşan da û mîtîngek bi tevahî aştiyane li dar xist. Lê belê, berteka hêzên ewlehiyê pir dijwar bû, wan ne tenê mîtîng rawestand, lê di heman demê de li dijî me dest bi pêvajoyên dîsîplînê jî kirin. Lê belê, tenê daxwaza me başkirina şert û mercên bingehîn û mirovî yên li wargehan bû.”

Zextên avahîsaziyê û tirsa ji bûyerên sembolîk

Di salên dawî de, xwepêşandanên aştiyane yên xwendekaran li seranserê welêt li dijî kêmbûna xurekê û kêmbûna çavkaniyan bi tedbîrên dîsîplînî, gef, sekinandin û derxistinê re rû bi rû mane. Ji darizandina xwendekarên xwepêşander ên li Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê bigre heya gefên derxistinê yên li dijî xwepêşanderên li Dibistana Hemşîretiyê ya Izehê, her tişt zextên avahîsaziyê yên li ser xwendekaran nîşan dide da ku wan ji gotina daxwazên xwe yên sendîkayî yên herî bingehîn dûr bixin. Rojnamevan Frank.Q. dibêje: “Girîng e ku mirov li ser vê rastiyê bisekine, xwendekar di bin zextê de ne ku heta li ser kalîteya xwarinê jî xwepêşandan bikin. Ev nîşan dide ku hikûmet xwendekaran wekî gefek wisa dibîne, ew ji kiryarên hêsan û sembolîk ên wekî danîna tepsiyên xwarinê li erdê jî ditirse, bêyî ku behsa xwendekarên ku li ser mijarên din xwepêşandan dikin were kirin.”

Rastiya ku xwendekar di bin zextê de ne

Di salên dawî de, di hemû xwepêşandanên li seranserê welêt de, me dît ku zanîngeh bûne yek ji çavkaniyên sereke yên têkoşîn û nearamiya civakî. Çavkaniyek ku her gav ji hêla hikûmetê ve bi awayên herî dijwar û tundwarî  tê temsandin. Ji ber vê yekê, dema ku xwendekar li ser mijarek hêsan wekî kalîteya xwarinê xwepêşandan dikin, rayedarên zanîngehê û ajansên hikûmetê bi êrîşkar û baldar li ser ewlehiyê bersiv didin. Rastiya ku xwendekar di bin zextê de ne û her gav amade ne ku ji hêla hikûmetê ve werin bêdengkirin her ku diçe eşkere dibe.

Metirsiya tepsiyên xwarinê ji bo hikûmetê

Hikûmetê her tim hewl daye ku tepeserkirina xwendekaran wekî aştiyane nîşan bide, lê rastî pir cuda ye. Hişyarî, derxistin, cezayên dîsîplînî, dûrxistina ji perwerdê û bi sedan awayên din ên cezayên ku tenê ji ber protestokirina kalîteya xwarinê li xwendekaran têne sepandin nîşan didin ku îdiaya ku ev nakokî aştiyane ne tenê pêçek propagandayê ye. Di pratîkê de, hikûmetê çeka xwe ya tepeserkirinê ber bi xwendekaran ve nîşan daye û amade ye ku bi bahaneya herî biçûk guleyan bavêje. Ev bi zelalî nîşan dide ku hikûmet ne tenê ji sendîkaya xwendekaran ditirse, di heman demê de kiryara hêsan a danîna tepsiyên xwarinê li kêleka hev wekî gefek li ser hebûna xwe û pêwîstiyek ji bo tepeserkirinê dibîne.