‘Li Iraqê zagonan li gorî berjewendiyên siyasetê derdixin’

Rewşa malbatên Iraqê û ya jinan ji ber biryar û zagonên ku tên derxistin û bi temamî mafên mirov û jinan binpê dikin di astek xirab de ye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Biryara dadegeha bilind a federal a Iraqê ji bo herêma Kurdistanê li ser pêkanîna zewaca cara duyem a mêran bû cihê rojeva germ a medyayê û torê civakî. Di 30’ê Mijdarê de dadgeha fedaral a raqê biryar da ku ew yasaya ku mafê jinê diparêze were rûxandin û êdî mafê jinê nebe ku daxwaza mafê hevberdanê bike. Ev biryar li Başûrê Kurdistanê bû sedemê nerazîbûnên jinan. Jinan helwestên tund li beramberî vê biryarê nîşan dan.

Li Iraqê ji aliyê mêr ve zewaca duyemîn zagonî ye û rê hatiye dayîn û ji ber wê mêrên herêma Kurdistanê diçin herêmên di bin desthilatdariya Iraqê û bêyî agahiya hevjîna yekem dizewicin. Ev biryar ne tenê bandorê li malbatên Iraqê, li ser malbatên herêma Kurdistanê bi temamî kiriye bûye sedema pêşîlêgirtina mafên jinan û zêdebûna tundîtûjiyê.

‘Biryara dadgeha fedarel a Iraqê ne nû ye’   

Parêzer Zîlan Osman der barê biryara dadgeha federal a Iraqê ku rê li mafên jinan digre daxwaza hevberdanê dike axivî û diyar kir ku ji berê ve dadgeha federal a Iraqê biryarên bi vî awayî derxistiye û bûne cihê rexneyê û wiha got: “Biryara dadgeha federal a Iraqê ji şerîeta Îslamê hatiye girtin û di ayetekê de bi bîr dixe û dibêje divê mêr di hamû aliyan de dadperwer be. Lê belê berovajî mêr dema ku zewaca duyem dike, mafên jinan tê binpêkirin û ev jî dibe sedema derketina pirsgirêkan.”

‘Desthilatdarên Iraqê li gorî berjewendiyên xwe biryaran li dijî jinan derdixin’

Parêzer Zîlan destnîşan kir ku zagon li Iraqê bi şîrovekirina ayetên Quranê tên derxistin lê belê tenê ayeta ku di berjewendiya wan de ye diyar dikin û bi kar tînin û rastiya ayêtan diyar nakin û got: “Ji ber hikumeta Iraqê pir mezhebî ye, dubare wisa kiriye ku mafên jinan were binpêkirin, mînak şîa dikarin çend zewacan pêk bînin, ev jî wisa dike ku Sunî jî bi biryarên cuda yên di berjwendiya wan de zagonan derbixin. Ya girîng ew e ku divê rêxistinên jinan û mafên mirovan bi riya semîner û hewldanên cidî hişyariyan belav bikin û her wiha zagonên ku derdixin di berjewendiya jinan de bin, ne ku mafên wan binpê bikin.”