Li Îranê cezayê girtîgeh û qamçiyê dan sê jinan

Rejîma Îranê li bajarê Sistan û Belucistanê cezayê qamçî û girtîgehê li du jinên ciwan birî. Çalakvan Sanaz Razavifard a li bajarê Behbahanî, cezayê 4 meh ê girtîgehê û 34 qamçiyê girt.

Navneda Nûçeyan- Çabahara girêdayî eyaleta Sistan û belucistanê ya Îranê du jinên ciwan hatin girtin. Li herdu jinên bi navê Sara Baloch û Fatemeh Balichkarî cezayê girtîgehê û qamiyê hat birîn. Herdu jinên ciwan ên ku hatin girtin hat zanîn ku ji ber beşdarî serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînê dest pê kirin bûne, li navenda eyaletê li Zahîdanê hatin darizandin. Hat zanîn ku cezayê 6 meh ê girtîgehê û 74 qamçiyê li jina bi navê Sara Baloch hatiye birîn, li jina bi navê Fatemeh Balochari jî cezayê 3 meh ê girtîgehê û 74 qamiyê hat birîn.

Ceza dan çalakvan Sanaz Razavifard

Çalakvan Sanaz Razavifard a ku ji bajarê Behbahanî ye hê darazindana wê didome, cezayê girîgeh û qamçiyê girtiye. Hat zanîn ku ev cezaye ji aliyê dadgeha ceza ya şaxa hejmara 102 a Behbahan a girêdayî eyaleta Xuzistanê ve hatiye dayîn û 4 meh cazayê girtigehê û 34 qamçiyê danê.

Lêpirsîn û dadgeh bê parêzer hat kirin

Hat zanîn ku Sanaz Razavifard a li Behbahanî hat girtin ji wê derê birine Ahwazê û ji wê jî birine girtîgeha Sepidar û herî dawî jî surgunî girtîgeha Behbahan kirine. Hat zanîn ku dadgeh û lêpirsîna çalakvana jin bê parêzer hatiye kirin.