Li Îdirê zarokek rastî tecawizê hat: 4 kiryar hatin girtin

Li Îdirê derket holê ku 6 mêran bi mehan tecawizê zarokek kirine. Hat zanîn ku bi mehan gef lê hatiye xwarin û bi darê zorê fuhûş pê dane kirin.

Navenda Nûçeyan- Bûyereke tacawiza li dijî zarokan jî li navenda Îdirê derket holê. Zaroka ku ji aliyê 6 mêran ve rastî tecawizê hat, diyar bû ku bi mehan fuhûş pê dane kirin.

Li gorî nûçeya ku di JINNEWS’ê de cih girt li Îdirê zarokek rastî tecawizê hatiye û dûre ber bi fuhûşê ve hatiye teşwîqkirin. Ji ber şantaj û gefan zarok nikaribûye bûyerê ji malbata xwe re bibêje. Di 27’ê Îlonê de piştî ku diçe Midûriyeta Polîsan a Îdirê û behsa tiştên ku jiyane dike bûyer derdikeve holê. Di îfadeyên li midûriyeta polîsan û dozgeriyê de hat zanîn ku 6 mêran nêzî 4-5 mehane destdirêjî li zarok kirine û bi şantajê fuhûş pê dane kirin.

Tecawiz hat raporkirin

Zarok di îfadeya xwe de destnîşan kir ku ji aliyê mêrên bi navên Ferhat Angay, Onûr Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Murat Altûn û Alîcan Begeç ve rastî tecawizê hatiye û giliyê kiryaran kir. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê jî giliyê kiryaran kir. Di heman demê de di muayeneya li nexweşxaneyê de jî derket holê ku zarok rastî tecawizê hatiye.

4 kiryar hatin girtin

Kiryaran di îfadeyên xwe yên li miduriyeta polîsan û dozgeriyê de sûcên tecawiz û şantajê qebûl nekirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê di 27’ê îlonê de kiryar Onûr Begeç, Alîcan Begeç, Vedat Gîden û Mûrat Altûn bi sûcê ‘Îstîsmara zayendî ya li zarok’ hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa S ya Îdirê. Kiryar Ferhat Angay jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştre ji aliyê parêzerên zarok ve ji bo kiryar Ferhat Angay bê girtin serlêdan hat kirin. Hat diyarkirin ku ji ber kiryar Cebraîl Yildiz jî winda ye hê îfadeya wî nehatiye girtin.

Piştî ku bûyer derket holê, hat zanîn ku zarok xistine bin parastinê.