Derbarê Leyla Guven de biryara beraetê

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji doza ku ji ber axaftina di bîranîna Taybet Înan de kiribû û dihat darizandin, beraet bû.

Şirnex- Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber ku di sala 2020’an de di salvegera bîranîna Taybet Înan de li ser gora wê axivîbû bi îdiaya ‘xelkê li kîn û dijminatiyê sor dike’ doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Leyla Guven li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Silopiyayê hat dîtin. Leyla Guven a ku ji dozeke din girtî ye li girtîgeha ku lê tê girtin bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn.

‘Divê êdî dawî li mirina mirovan bê anîn’

Danişînê piştî tesbîta nasnameyê dest pê kir. Leyla Guven di danişînê de parastina xwe kir û diyar kir ku ji ber axaftina di bîranîna Taybet Înan de kiriye ne poşman e û ew sûcdariya li ser xwe qebûl nake. Da zanîn ku  ji ber ew mafên mirovan diparêzin her dem doz li wan tên vekirin û got: “Helbet em  ê dewletê û hikûmetê ku dibin sedema kuştina mirovan rexne û protesto bikin. Em dibêjin bila şer û pevçûn biqedin û aştî pêk were. Bes e bila êdî dawî li mirina mirovan were.”

Parêzerê Leyla Guven, Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togurlu jî parastina miwekîla xwe kir û xwest Leyla Guven bê beraetkirin.

Piştî parastinan şandeya dadgehê diyar kir ku axaftina Leyla Guven nabe sûc û biryara beraeta da.