Komeleya Mafê Min ê Mîrasê ji bo piştgiriya jinan dixebite

Li Beyrûdê komeleya bi navê Mafê Min ê Mîrasê ji aliyê jinan ve hatiye avakirin, bi taybetî di warê mîras de, ji bo jinên ku ji mafên xwe yên zagonî yên meşrû bêpar mane xebat tên meşandin.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd – Komeleya ku li Beyrûdê bi taybetî ji bo mafê mîrasê yê jinan, hatiye avakirin; ji bo jin di warê mafên xwe yên zagonî de maxdûr nebin, xebatên xwe dimeşîne. Jinên ku di bin banê komeleyê de xebatên xwe didomînin, diyar kirin ku ji bo pêşî li cudakariya li dijî jinan bigrin dixebitin.

‘Min asta bêmafiyê nîşan da’

Damezrînera Komeleya “Mafê Min ê Mîrasê” Uloom Odeh a di Zanîngeha Lubnanê de profesora fizîkê ye, diyar kir ku ji derveyî rûbirûbûna bi civak û malbatê û mafê mîrasê tu vebijartek wê û kesên weke wê tune ye loma jî vê kampanyayê veguherandiye şerê şexsî. Uloom got: “Jiyana min her dem wekî şer bû, Komeleya Mafê Min ê Mîrasê ji êşan çêbû. Ji bo ku bêmafiya li hemberî jinan a li Lubnanê derxim holê min ev komele saz kir. Min li derdora xwe temaşe dikir û bêmafiya ku li jinan û zarokên keç dihat kirin didît. Bi avakirina vê komeleyê, ji bo jin û zarokên keç ji mafên xwe bêpar nemînin xebitîm.”   

‘Di gelek waran de jinan bi hêz dikim’

Aloum Odeh, da zanîn ku bi taybetî bi kampanyayan ew kesên ji mafê mîrasê bêpar mane diparêze û ew bi xwe jî di nava malbatê de ji mafê mîrasê bêpar maye, ji bo mafê xwe bigre têkoşîna hiqûqî dimeşîne. Aloom Odeh wiha domand: “Niha me ji bo dest bi porjeyek bi navê “Mafê min ê Zanînê Heye” bikin amadekariyan dikin. Di projeyê de me xwest em jinan di warê xebat, hilberînerî û serxwebûnê de bi hêz bikin. Bi kampanyayên medyayê û yên parastinê me xwest em jinan di warê mafê wan ê mîrasê de perwerde bikin.”

‘Ji bo mafên meşrû yên jinan ez ê têbikoşim’

Ji endamên damezrîner a “Komeleya Mafê min ê Mîrasê” Nerîman Miqdad jî der barê rola xwe ya di komeleyê de wiha got: “Di warê mîras de ji aliyê malbata xwe ve rastî cudakariyê hatim. Dema ku Uloom Odeh vê komeleyê damezirand, ji ber ku ez jî mexdûr bûbûm beşdar bûm. Bêyî dudilî min cihê xwe di xabatên wê de girt. Dema ku me dest bi avakirina komeleyê kir hejmara me heft bû. Dema ku min didît jinek rastî îstîsmarê hatiye û neçar maye vegere ba hevjînê xwe yê tacîzkar û civak jî vê yekê asayî dibîne pir xemgîn dibûm. Ji ciwaniya xwe ve min her dem dixwest jinan biparêzim û pirsgirêkên wan çareser bikim. Ji bo jin mafên xwe yên meşrû bi dest bixin ez ê her dem di nava hewldanan de bim.”

‘Bi saya komeleyê me pere qezenc kir’

Endama komeleyê Rima Hassan Odeh jî diyar kir ku bi saya projeyên di bin banê komeleyê de ava kirine, wê û gelek jinên din di warê aborî de dabara xwe kirine û got: “Piştî krîza aborî, mesrefa zarokan zehmet bûbû. Bi saya projeyan di warê aborî de hinek rehet bûm.”