Kombûna Jinên Zenûbiya ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dixebite

Kombûna Jinên Zenûbiya ya li bajarê Hecîn ê Dêrezorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide pirsgirêkên li pêşiya jinan çareser bike.

LÎNA XİLÊF

Dêrezor - Piştî rizgarkirina Dêrezorê di sala 2019’an de û vekirina saziyên jinan ên ji bo ji holê rakirina tundiyê dixebitin, rewşa jinan li gundewarên Dêrezorê guherî. Yek ji van saziyan ya herî girîng Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya ye ku di 11’ê Mijdara 2019’an de li Dêrezorê bi armanca destekdayina manewî û madî ji jinan re, çareserkirina pirsgirêkên wan û îspatkirina rola jinan di hemû qadên jiyanê de.

Têkildarî dozên tundiyê yên ku tên ofîsê û xebatên wan ên ji bo çareserkirina wan, endama Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya Muna Ewêd wiha got: “Bi armanca rakirina şîdeta li ser jinan em hewl didin hişmendiyê belav bikin. Dozên ku tên ber destê me hemû pirsgirêkên malbatî ne, jin ji aliyê hevînê xwe an endamekî malbata xwe rastî tundiyê tê. Pirsgirêkên aborî jî tên ber destê me, bi darê zorê dihêlin jin kar bike da ku debara xwe û zarokên xwe bike. Her wiha pirsgirêkên weke zewaca di temenê biçûk de jî tên ber destê me. Em her du aliyan li hev dicivînin û li wan guhdar dikin û li gorî rêbazên yasayî hewl didin dozê çareser bikin.”

Li ser kêşeyên li pêşiya xebata Kombûna Jinên Zenûbiya Muna Ewêd wiha anî ziman: “Di hin dozan de em rastî gelek zehmetiyan hatin û me ew sewqî dadgehê û dozgeriya giştî kirin. Em ê têkoşîna jinan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin bikin. di serî de têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û girîngiya rola wê ya di civakê de. Derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û girîngiya rola wê di civakê de em waneyan bidin. Di vê salê de derdora 313 doz hatin ber destê me.”

 ‘Wan dest bi lêdana min û zaroka min kirin’

Ji wan dozên ku hatine ber destê Kombûna Jinên Zenûbiya, doza S.M bû ya ji bo ku ji aliyê civakê ve neyê sûcdarkirin, bêdeng ma, lê di dawiyê de çareseriyek ji êşa xwe re nedît wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku ez ji aliyê zarokên hevjînê xwe ve rastî tundiyê têm û ji ber ku êdî ez nikarim lêdam î şideta li min tê kirin tehmûl bikim min berê xwe da Kombûna Jinên Zenûbiya. Dema ku ez di odeya xwe de bûm, bê sedem zarokên hevjînê min êrişî min kirin û dest bi lêdanê li min û zaroka min kirin, heta ku cîranan mudaxele kirin û ew ji min dûr xistin. Berê min ji civakê şerim dikir û ji tirsa sûcdarkirinê min li wan gilî nedkir lê êdî nema karim vê rewşê tehmûl bikim.”

L.M diyar kir ku ew ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiya aborî tê, eger pereyên ku ji karê xwe distîne nede wî û ew dayika 8 zarokan e û wiha axivî: “Ez û keça xwe ji bo ku em bikarin pêdiviyên malê dabîn bikin dixebitin, lê hevjînê min hemû pereyan ji me distîne û tiştekî li ser me xerc nake. Dema min red kir ku ez pereyan bidim wî, wî li min xist û min derxist derveyî malê. Ji ber vê yekê ez çûm Kombûna Jinên Zenûbiya û nakokiya di navbera min û hevjînê min de çareser kir.”