Koçberên Efrîqa di rewşeke xedar de ne

Jiyan û ewlehiya koçberên Efrîqa ya Başûrê Sehra li Tunisê bicih bûne ji ber gotin û nêzîkatiya nîjatperest a hikûmetê li ber xeteriyê ne.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunis - Tevî ku hikûmeta Tunisê îmzeya wê li binê peymana navdewletî û zagonên navdewletî yên parastina koçberan heye jî daxuyaniyên nîjatperestî û nefretê yên Serokê Tunisî rê li ber nerazîbûnan vekiriye.

Li ser vê yekê Rêxistina Yasayî û Komeleyên Jinan ên li Tunusê li ser daxuyanî û gotinên nîjatperest û nefret ên li dijî welatiyên Efrîqa yên ji Başûrê Sehrayê hatine Tunusê hişyarî da. Saziyan diyar kir ku 200 hezar kes ên koçber bûne û hatine Tunisê demografiya 12 milyon kesî naguhere.

Rastî cihêkariyê tên

Komeleyên jinan nêzîkatiya dewletê ya li beramberî koçberên Efrîqayî şermezar kir û diyar kir ku herî zêde jin û zarok para xwe ji van hewlestan dibîne got: “Ji ber van gotinên nîjatperest û nefretê dibe rojên bê rê li ber tundiyê bê vekirin. Derxistina koçberan a ji nişka ve rê li ber metirsiyê vedike.”

Parêzer û mafparêz Sara Abdullah Bilhaj rexne li nêzîkatiya nîjatperestî kir û destnîşan kir ku Tunisî pêşwazî li hemû kesê ku bi fermî tên welatê wan dike. Bilhaj diyar kir ku di nava çend salên dawî de koçberên ji Efrîqa yên Başûrê Sehrayê tên, pir zêde bûye.

Sara Abdullah Bilhaj destnîşan kir ku gelek koçber ne rewa hatine welat bi taybet ji herêmên ku ne pirsgirêkên şer û dîsa krîzên aborî berê xwe dane Tunisê û got: “Gelek kes ji El Kot Yêfwar hatine. Ev der jî di warê aborî de baş e. Piranî koçberên hatine li bajarê Sifaqis yê Başûrê Tunusê û paytex Aryana dijîn.”

Têkoşîna li dijî cihêkariyê

Parêzer û mafparêz Sara Abdullah Bilhaj anî ziman ku divê dewlet kontrolê li ser hatina koçberan bike û li gorî zagunan nêzîkatî li gel bike û got: “Nêzîkbûna li mirovan erkekî mirovî ye, bê ku li reng ol û nîjat bê nêrîn. Em gotin û helwestên nîjatperestî û tundî ku dixwazin koçberan derxînin red dikin. Hejmara 50’î ya Destûra Bingehîn a Tunisê heye ku têkoşîna li dijî cihêkariya nîjatperestiyê dike.”

Sara Abdullah Bilhaj bang li rêxistinên navneteweyî û Tunisî kir ku alîkariyê bidin koçberan û bi taybet alîkarî bide jinan nekevin destê kesên ku li ser bedena wan bazirganiyê bikin û got: “Divê di karên derveyî zagonê de koçber neyên bikaranîn.”

Pêwistiya çareseriyek mayînde

Parêzer û mafparêz Sara Abdullah Bilhaj anî ziman ku divê çareseriyeke mayînde û di çarçoveya qanûnê de ji koçberên ku di rewşa xedar de dijîn bê peydakirin û got: “Hebûna wan ne li ser destûra bingehîn xetere ne jî li aramiya welat.”

Sara Abdullah Bilhaj helwestên nefret û nîjatperestiyê yên li welat belav bûne, desthilat nîşan da û berpirs diyar kir û wiha domand: “Xemsariya hikûmetê welat û ev dosya gihand vê rewşê. Ciwan ji bo siberojekê nabînin xwe davêjin deryayan û mirinê. Mijar eynî ye, çi koçberên Başûrê Sehrayê û çi jî Tunisê. Hemû jî ji bo hêvî û jiyaneke nû xwe davêjin deryayê.”

‘Divê rêz ji wan re bê girtin’

Parêzer û mafparêz Sara Abdullah Bilhaj rexne li hikûmetê kir ku tevî îmzeya wê li binê peymana navneteweyî heye ku koçberan biparêze û dîsa biryarên navxwe yên Tunisê ku kesên biyanî bikeve xaka wê divê rêz ji wan re bigire û li gorî destûran nêzîkatî jêre bike.

Herî dawî Sara Abdullah Bilhaj anî ziman ku divê dewletên Ewropî li gorî peymanên ku ji bo koçberan kirine, nêzîkatî li koçberên Efrîqa ya Başûrê Sehrayê bike û dîsa divê Tunis jî rêgiriyê li hatina koçberên ne rewa ku berê xwe didin welat bigirin.