Jinên Mexribî ji bo guhertina zagonan hatin gel hev

Li Mexrîbê komek jin û parêzvanên mafên mirovan Koordînasyona Jinan a Guhertina Berfireh û Kûr a Zagona Malbatê ava kirin. Koordînasyona ku lêkolînên cuda dike, ji bo guhertineke adil û adil di Zagona Malbatê de dest bi xebatê kir

HANAN HARITE

Mexrib – Li Mexribê komek jin û saziyên mafên mirovan hatin gel hev û Koordînasyona Jinan a Guhertina Berfireh û Kûr a Zagona Malbatê ava kirin. Endama Koordînasyona Jinan a Guhertina Berfireh û Kûr a Zagona Malbatê Fatma Maghnawî der barê Koordînasyona Jinan a hatiye avakirin de axivî, destnîşan kir ku zagona malbatê ya heyî ji hişmendiya baviksalarî ne dûr e û anî ziman ku weke koordînasyon avabûna wan ji bo têkoşîna li dijî cihêkariyê ye ku di zagonan de ev xwe nîşan dide.

Fatma Maghnawî anî ziman ku Koordînasyona Jinan a Guhertina Berfireh û Kûr a Zagona Malbatê li dijî cihêkariyê têdikoşe û wiha got: “Bi însiyatîfa komek jinên ku ji salên 1980’yan ve li dijî her cure cihêkariya li ser jinan tê ferzkirin û ji bo bidestxistina rûmet, azadî û dadweriyê têdikoşin ev koordînasyon hat avakirin. Koordînasyona me ji bo hemû komeleyên jinan û mafan vekirî ye, li dijî hemû cureyên cihêkariyê têdikoşe.”

Koordînasyonê gelek çalakiyan li dar xist

Fatma Mahghnawî der barê kar û xebatên Koordînasyona Jinan de wiha got: “Koordînasyonê komek çalakiyan li dar xist, hevdîtinek şêwrê bi komeleyên jinan û mafnasî yên tevlî koordînasyonê bûne re me pêk anî. Der barê nakokî û pirsgirêkan de me nîqaşan kir weke mijara zewacê û nakokiyên ku pêwîstiya wan bi guhertinê heye, hevberdan û bandorên xwe li ser mafên jinan, mafên darayî yên jinan di malbatê de ku tenê bi wekheviyê ev hemû çareser dibin û birêxistin dibin.”

‘Mijara mîras divê were çareserkirin’

Fatma Mahghnawî bal kişand ser xalên cihêkar ên di zagona Mexribê de cih digrin û wiha domand: “Mijara walîtiya şerî li ser zarokan yek ji xalên reş e di zagona malbatî ya Mexribî de. Yek ji pêşniyaran madeyên taybet bi wesiyetê û dabeşkirina mîrasê li gorî zagona 70.03 e her wiha koordînasyon daxwaza guhertina madeya 342 dike ku wekheviya mîrasê di navbera xwişk û birayan de misoger bibe. Madeya 338 jî guhertinê dixwaze ku mîras ji kur û lawê kur re ye, birayê bav û law re ye, apê bav û law re ye. Pêşniyar heye ku dema keç hebe ev cihêkarî rabe û mafên keçan jî bên parastin.”

‘Jinên Mexribê di gelek waran de beşdarî xebatan dibin’

  Fatma Mahghnawî anî ziman ku li gorî pêwîstî û daxwazên wan tu guhertin di zagona malbatê ya Mexribê de çênebûye û got: “Daxwazên me li gorî guhertinên li Mexirbê çênebûne, cih û rolên jinên Mexribî di civakê de hatine guhertin ew niha berpirsyar in û malbatan xwedî dikin, beşdarî pêşveçûna aborî û civakî dibin. Tevî hemû zehmetiyan jinên Mexribî beşdarî hemû waran dibin. Guhertinên çandî li Mexribê û bandora xwe li ser rolên jinan di nava malbatê û civakê de pêwîst dike jin ji hemû ferzkirinan bên rizgarkirin.”

Hewl didin zagonek ji bo parastina mafên jinan ava bikin

Fatma Mahghnawî anî ziman ku ew hewl didin zagonek ji bo parastina mafên jinan ava bikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi karê koordînasyonê û meydanî, bi jinan re û rapor û şopandina rewşên jinên qurbaniyên tundiyê xuya bû ku zagona malbatê di felsefe, naverok û zimanê xwe de hişmendiya mêrsalarî derbas nekiriye û rola jinan di civakê de sînordar dike. Em hewl didin zagonek li gorî pêşketinên ku di civakê de çêbûne di warên civakî û çandî, aborî de li gorî makzagona Mexribê ku di beşa 19’emîn de wekheviya navbera herdu zayendan di hemû mafan de misoger kiriye ava bikin. Divê zagona malbatê li gorî makezagon û peymanên Mexribê yên navnetewî bin ku girêdana wan bi zagonên mirovî yên jinan re heye, armanca koordînasyonê ew e ku bandorê li rêgeha guhertina zagona malbatê bike zagonek malbatî ya dadwer û nûjen ava bibe.”

‘Ji bo çanda wekheviyê divê di nava civakê de xebat werin kirin’

Fatma Mahghnawî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Zagon ji bo guhertina hişmendiyên civakê ye, bi şertê ku tevî mekanîzmayên nû bi cih bên. Divê xebat li ser belavkirina çanda wekheviyê di civakê de bên kirin. Ji dibistanan bigre heta torên civakî, ragihandin, pirtûk û rêbazên dibistanan ji bo hemû pêkhateyên civakê vê çandê bigrin û ber bi wekhevî û hevsengiyê ve biçin. Zagona malbatê yek ji mijarên rêxistinên jinan e ku parçeyek ji civaka sivîl a Mexribê ye ji bo bê guhertin li gorî pêşketinên heyî, ev guhertin di roja me ya îro de girîng û pêwîstiyek e.”