Jinên Mexribê bang li saziyên qanûnî kirin ku qanûna "kurtaja bi bewle" derxin

Jinên Mexribê bang li saziyên qanûnî kirin ku qanûnek ku "kurtaja bi ewle" qanûnî dike û maf dide jinan ku ducaniya xwe li klînîkan di bin çavdêriya bijîşkî de bi dawî bikin, derxin.

HANAN HARITE

Mexrib – Li gorî qanûnên Mexribê ji 6 mehan heta 5 salan cezayê hepsê li jinên ku kurtaj kirine tê birîn, ne tenê jinên ku kurtaj kirine tên cezakirin, her wiha bijîjşkê ku kurtaj kiriye jî tê cezakirin. Jinên Mexribê bang li saziyên qanûnî kirin ku qanûnek ku "kurtaja bi ewle" qanûnî dike û maf dide jinan ku ducaniya xwe li klînîkan di bin çavdêriya bijîşkî de bi dawî bikin, derxin.

"Bi salan e kurtaj yek ji daxwazên tevgera femînîst û mafên mirovan e"

Endama Federasyona Mafên Jinan û çalakvana mafên mirovan parêzer Nebîla Celal diyar kir ku rojê nêzî 800 kurtajên bi dizî tên kirin û wiha pê de çû: "Ev yek ji bo jinan dibe sedema mirin, seqetî û gelek pirsgirêkên tenduristiyê. Bi salan e kurtaj yek ji daxwazên tevgera femînîst û mafên mirovan li Mexribê ye û îro em di wê baweriyê de ne ku dema nîqaşeke cidî, aram û objektîf li ser sedem û çareseriyan hatiye. Dema em behsa krîmînalîzekirina kurtajê dikin, aliyê din (mêr) nayê şopandin, tenê jin bi hemû encamên hiqûqî, civakî, aborî û çandî re tevahî berpirsyariyê digirin. Di vê rewşê de rêgezên dadmendî û dadperweriyê tune ne lewma divê gotûbêjek cidî û aram di navbera hemû pêkhateyên civakê de were kirin, da ku em li ser vî karî rawestin. Ji ber ku mijar girêdayî tenduristiyê, aliyê zagonî, çandî, sîstema perwerdeyê û medyayê ye."

"Divê em qanûnek ku dema kurtajê diyar dike derxin"

Endama Komeleya Jinên Ciwan a ji bo Demokrasiyê Buşra El-Şetwanî anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku ji ber nebûna qanûnek ku jinan diparêze, sûcên paralel ên ku bi dizî pêk tên derdikevin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dayikbûn ne tiştekî mecbûrî ye, hilbijartinek e. Kurtajên veşartî hê jî didomin. Bijîjkên ku wijdanê wan miriye, li klînîkên xwe kurtajên bi dizî dikin, ji ber vê yekê bijîjk qet qanûnîkirina kurtajê naxwazin. Rojane û bi awayên cuda kurtaj tên kirin lê hemû li derveyî qanûnê dimînin û ev yek ji bo tenduristiya jinan metirsiyê çêdike û dibe sedema mirina wan. Divê em qanûnek ku dema kurtajê diyar dike û bi awayê ku ji hêla parêzvanên mafên jinan ve tê xwestin, derxin. Îro, qanûn li ser komek guhertinan di qanûna tawanan û zagona malbatê de dixebite, ji ber vê yekê çima li ser mijara kurtajê nîqaş nakin, wekî ku me li ser mijara mîrasê nîqaş kir."

"Em li dijî kurtajên bi dizî şer dikin û ji bo kurtajeke bi ewle û zagonî têdikoşin"

Parêzvana mafên mirovan û serokê Komeleya Malî Ibtîsam Leşker got ku kurtaja bê ewle dibe sedema mirin an pirsgirêkên tenduristiyê ji bo jinan û wiha got: "Weke komele em li dijî kurtajên bi dizî şer dikin û ji bo kurtajeke bi ewle û zagonî têdikoşin. Kurtaja bi ewle yek ji mafên jinan e. Bedena jinan ne milkê giştî ye."