Jina ku li dijî destdirêjiyê parastina xwe ya cewherî kir hat girtin

Ayşe Temel ku li navçeya Selçuklu ya Konyayê li dijî zilamê bi navê Mûrat Can Eskîcî yê destdirêjî lê dikir parastina xwe ya cewherî kir û kuşt, hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê daraz ji bo jinan nayê pêkanîn, di bûyerên qetlîam û tundiya li ser jinan de, ji kiryarên mêr re cezayên mîna xelatê tên dayîn an jî bi serbest berdanê darizandina wan berdewam dike. Lê belê ev wêne ji aliyê jinan ve nayê pêkanîn. Ayşe Temel li navçeya Selçuklu ya Konyayê li dijî zilamê bi navê Mûrat Can Eskîcî ku 3 sal bûn bi awayekî pergalî destdirêjî lê dikir, parastina xwe ya cewherî bikaranî û neçar ma wî bikuje. Ayşe Temel a piştî bûyera di 12’ê kanûnê de çêbû hat binçavkirin, ji aliyê dadgeha hat derxistin ve hat girtin.

Ne sûcê ewil yê kiryar e

Ayşe Temel a di dadgehê de îfadeya wê hat girtin, diyar kir ku Mûrat Can Eskîcî zêdetirî 3 sal in bi awayekî sîstematîk destdirêjiyê li wê dike û gefa tecawizkirina zaroka wê lê xwariye. Hat zanîn ku Mûrat Can Eskîcî beriya niha jî destdirêjî li xizmeka xwe kiriye.