“Jin ne li dadgehan di medyaya dîjîtal de li edaletê digerin”

Bêrîvan Ozturk diyar kir ku di mijarên qetliamên jinan de dewlet peywirên xwe bi cih nayne, ji ber vê yekê jin ne li dadgehan li ser medyaya civakî li edaletê digerin û bal kişand ser pêwîstiya têkoşîna bi rêxistinkirî.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed -  Li gorî daneyan li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de 33 hatine qetilkirin. Di 8 mehên vê salê de hejmara jinên ku tên kuştin her meh ji 30 kesan kêmtir nebû, li gorî vê yekê rojê hema bibêje 3 jin ten qetilkirin. Di her bûyera qetilkirina jinek de çîroka wê ya bi domdarî dîtina şîdetê derdikeve holê. Di demên dawiyê de, jinên ku biryara parastina wan û dûrxistinê mêr hatiye dayîn yek bi yek tên qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet peywirên xwe bi cih nayne. Ev pêvajoya heyî dibe sedema berteka jinan û bi vê yekê ve girêdayî jin fam dikin û tînin ziman li dijî van polîtîkayan tekane riya çareseriyê rêxistinkirin û xweparastin e.

“Dewlet peywirên xwe bi cih nayne”

Jinên ku ji bo wan biryara xweparastinê û dûrxistina ji malê ya mêr hatiye girtin, tevî biryaran jî tên qetilkirin. Têkildarî vê mijarê koordînatora giştî ya Komeleya Rewşa Jinan a bi Piştgiriyê (DAKAHDER) civaknas Bêrîvan Ozturk, got ku peywira dewletê ew e ku jiyana hemwelatiyan biparêze. Bêrîvan Ozturk diyar kir ku jin kiryarên xwe nas dikin û beriya ku bûyer biqewimin serî li qereqolê didin lê tevî serlêdanan jî dewletê jinan neparastiye, ji ber vê yekê jî bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin.

“Ji jinan re dibêjin ‘Em tenê dikarin we li malê biparêzin’ wekî din tiştek nakin”

Berîvan Ozturk bal kişand ku dema jinên rastî şîdetê tên serî li cihên pêwendîdar didin rastî şîdetek din tên û got: “Di hinek tedbîrên ji bo parastinê de mînak ji ber pêkanîna kelepçeya elektronîk, jin di malan de hatine hepskirin. Ji jinan re dibêjin ‘li mala xwe bimîne, li malê tu di ewlehiyê de yî lê dema derbikevî derve di ewlehiyê de nîn î, em nikarin te biparêzin.’ Dema ew mêr nêzî malê bibe em dikarin mudaxele bikin. Ev gotin bi xwe jî şîdetek din e emniyetê ye li dijî jinan.”

“Fail baş dizanin ku dê werin parastin”

Bêrîvan Ozturk da zanîn ku dewlet ji ber bi bîrdoziya jinan dizane wan naparêze û bal kişand ku jinên ji bo edalet û wekheviyê têdikoşin, li kolanan rastî şîdeta polîsan tên. Dema ku ji bo mafên xwe yên bingehîn derdikevin kolanan rastî şîdetê tên û got: “Dema em dibêjin bila jin neyên qetilkirin jî polîs êrîşê me dikin. Dema ku mêr vê yekê dibînin ango êrîş û şîdeta polîsan dibînin cesaretê digrin. Di salên dawî de dema em li bûyerên cînayetên jinan dinêrin dibînin ku sedema kiryar poşman nebûne, bi hovane êrîş kirine û qetil kirine ew e ku dizanin ew ê çiqas ceza bigrin ango kujer baş dizanin ku dê dewlet ceza nede wan loma natirsin. Ev kujer natirsin çima lewre baş dizanin ku tên parastin. Van kesan ji jinên ku hatine tehdîtkirin an jî bi israr hatine şopandin re gotine ‘ez ê te bikujim, tiştek bi min nabe’ ‘an jî ez ê biçim salek di girtîgehê de bimînim’ ev jî nîşan dide ku xwe dispêrin kê.”

“Li Tirkiyeyê zagonên ku jinan biparêzin tune ne”

Bêrîvan Ozturk da zanîn ku li Tirkiyeyê zagoneke ku jinan biparêze tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Dema em li zagonan dinêrin dibînin ku nayên pêkanîn. Peymana Stenbolê, peymaneke navneteweyî bû jinan diparast lê ev peyman li Tirkiyeyê hat feshkirin. Ji ber wê dema em dinêrin dibînin ku li Tirkiyeyê zagonek ku jinan biparêze tune ye. Di cînayetên ku ketine rojevê û bûne sedema bertekên zêde de jî; em dibînin ku ji bo wijdanê civakê rehet bibe cezayê ku heq kirine nedane kujeran. Dirûşmeke jinan heye dibêjin ‘mêr dikuje, dewlet diparêze’ jixwe ev dirûşm vê rastiyê tîne ziman.”  

“Jin di medyaya civakî de li edaletê digerin” 

Berîvan Ozturk ragihand ku Tirkiye wekî welatên din tedbîrên ji bo pêşîgirtina kuştina nagire, ji ber wê jî jin ne li dadgehan di medyaya civakî de li edaletê digerin û bi bîr xist ku ji ber bertekên ku di medyaya civakî de çêdibin kiryar tên cezakirin û wiha domand: “Bûyerên cînayetên jinan tenê li Tirkiyeyê naqewimin lê divê em binêrin li welatên din tedbîrên çawa ji bo vê yekê tên girtin. Ji bo mêrê ku şîdetê li jinek kiriye were girtin em medyaya civakî bi kar tînin.”

“Divê jin bizanibin ku tenê nîn in” 

Bêrîvan Ozturk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin li dijî şîdet û kuştinê xwe bi rêxistin bikin. Ez ji têkoşîna rêxistinkirî bawer dikim. Jin bi tenê nîn in divê vê yekê bizanibin. Ji bo em pêşî li cinayetan û polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan bigrin divê em bi awayê rêxistinkirî têbikoşin.”