Jin li pêşiya Edliyeya Enqereyê rastî êrîşa bi gaza îsotê hatin

Platforma Jinan a Enqereyê, xwest ku beriya danişîna 33 jinên gotibûn “Bila Peymana Stenbolê were pêkanîn” doz li wan hatibû vekirin, li pêşiya edliyeyê daxuyanî bide lê polîsan bi gaza îsotê êrîş kirin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Enqereyê, di 12’ê Tebaxa 2020’an de li dijî nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibû. Piştî çalakiyê der barê 33 jinan de doz hatibû vekirin. Danişîna yekem a dozê, îro dê li 28’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê were dîtin. Di îdianemeya ku ji fezlekeya emniyetê ya tenê ji paragrafek pêk tê de, der barê jinan de bi sûcdariya “muxalefeta li dijî zagona bi hejmara 2911 ya meş û xwepêşandanê” ji salek heta 6 mehan heta 3 salan ceza tê xwestin.
Platforma Jinan a Enqereyê beriya dozê li pêşiya Edliyeya Enqereyê bû. Jinên ku xwestin beriya danişînê daxuyanî bidin, pêşiya wan hat girtin û nehiştin bikevin bexçeyê edliyeyê. Polîsan xwestin jinan ji hev belav bikin û gaza îsotê bi ser wan de reşandin. Jinan bertek nîşanî şîdeta polîsan da û dirûşmên “Peymana Stenbolê nayê darizandin” avêtin.