Jin di qada hiqûqê de rolekî çalak dilîzin

Duyemîn Konferansa Parêzeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê hat lidarxistin. Hevseroka Yekitiya Giştî ya Parêzeran Beşîre Necim El-Dîn di warê huqûqî de cihgirtina jinan, rola wan di parastina mafên jin û civakê de nirxand.

Qamişlo – Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duyemîn Konferansa Yekitiya Parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Parêzerî peyamek e, bingeha wê teqezkirina nirxên civaka xwezayî ye” duh li dar xist. Di konferansa ku dê du rojan berdewam bike, 72 delege ji parêzer û huqûqnasan beşdar bûn. Her wiha di konferansê de Rêxistina Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Desteya Hundirîn, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem, Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser û Meclisa Edaleta Civakî amade bûn.

Di konferansê de dê gelek babetên nîqaşê û nirxandinê hebûn, yek ji wan jî girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ’ê ye. Di heman wextî de babeteke taybet jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku heta roja îro berdewam dike ye. Li kêleka wê jî dê rêziknameya yekitiyê bê xwendin. Di roja duyemîn de jî tê plankirin ku li ser rewşa rêxistinî nîqaş bi dawî bibe û pêşniyarên hatine kirin bên nîqaşkirin û piştre jî hevserokatiya Yekitiya Parêzeran, endamên Komîteya Darayî û endamên Dîsîplînê werin hilbijartin û dê konferans bi daxuyaniya girtinê bi dawî bibe.

Hevseroka Yekitiya Giştî ya Parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de Endama komîteya Amadekar a Duyemîn Konferansa Yekitiya Parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîre Necim El-Dîn têkildarî rola jinan di warê huqûqî de ji ajansa me re axivî.

 ‘Parêzerî parastina mafên civakê ye’

Beşîra Necim El-Dîn di destpêka axaftina xwe de behsa konferansê û girîngiya wê kir. Paşê bal kişand ser girîngiya huqûqê û rola jinan di pêkanîna huqûqa civakî de û wiha pêde çû: “Parêzgerî ne tenê ew e ku tu ji bo xwe bixebitî, berovajî vê yekê ew e ku di civakê de bikaribî mirovek bi bandor bî û  berevanî û parastina mafên civakê bikî. Em di pêvajoyeke zor de dijîn loma rola parêzeran pir girîng e. Dewleta Tirk bi rêbazên cuda dixwaze îradeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkîne lê belê em jî wekî  civakeke şaristanî, berfireh û huqûqî li dijî van kiryarên weke qutkirina avê li ser herêmên me, êrîşên rojane yên balafirên bê mirov û qetilkirina sivîlan bi hinceta parastina sînorê xwe bisekinin.”

Tevlibûna jinan a qada huqûqî

Beşîre Necim El-Dîn diyar kir ku jin xwedî roleke girîng in di warê parastin û bidestxistina mafên civakê û di serî de yên jinan û got: “Ji dema ku şoreşê dest pê kir ve heta, gelek parêzerên jin di qada huqûqî de cih girtine û di derxistina qanûnên ku azadiya jinan diparêzin û bi dest dixin de xwedî roleke bi bandor û girîng in. Kar û xebatên herî berbiçav ên ku ji bo wê ked didin perwerdekirin û hişyarkirina jinan e ji bo ku mafên xwe yên rewa bizanibin û bikaribin bi riya wê bi dest bixin. Jin di perwerdekirina jinan û naskirina maf û erkên xwe de hêmana çalak in. Silavên min ji bo her jineke têkoşer û bi taybetî parêzeran re heye, her dem hêviya min ew e ku di cihê biryargirtinê de xwedî sekin bin.”

Herî dawî jî Beşîre Necim El-Dîn destnîşan kir ku ya rê li pêşiya pêşketina jinan di warê huqûqî de vekiriye Rêveberiya Xweser e ji ber ku derfet da jinan ku xwe di her warî de îsbat bikin bi taybetî di sazî û desteyên wê de.