Ji endama RJAK’ê ya 45 rojin dibin çavan de ne agahî nîne

Ji endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya 5’ê Tebaxê li Hewlêrê hatî girtin 45 rojin agahî nayê girtin.

Navevenda Nûçeyan - Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera 7’emîn a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kirin. Endamên şandeyê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigerin li Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin 33 rojan agahî tinebû. Paşê bi biriyara dadgehê di 6’ê Îlonê de Xewla Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen bi kefalet hatin berdan. 
Ji jinên girtî Ciwana Ebdulbaqî 45 rojin agahî nîne.