Ji dadgehê ku pêşeroja kiryarê qetlîamê difikirî 'rewşa baş'

Ji Alî Fîda yê ku Gurbet Fîda qetil kir re di doza ku lê dihat darizandin de ‘tehrîka neheq û daxistina rewşa baş’ hat dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Gurbet Fîda di 13’ê Îlona 2021’an de li gundê Fîsê ya giredayî navçeya Licê ya Amedê ji aliyê Alî Fîda yê ku pê re zewicî bû bi çekê hat qetilkirin. Piştî ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi dawî bû, heyeta dadgehê ji Alî Fîda yê ku bi îdiaya "Bi zanebûn kuştina hevjîna xwe" dihat darizandin re, pêşî "cezayê muebetê ya girankirî" û piştre jî bi pêkanîna tehrîka neheq û daxistina rewşa baş cezayê daxist 20 salan.

Beriya were qetilkirin, rastî îşkenceyê hatibû!

Derketî bû holê ku Gurbet Fîda ya di 17 saliya xwe de hat zewicandin û zarokek wê heye, beriya ku were qetilkirin 15 rojan bi zorê li malê hatiye girtin û rastî îşkenceyê hatiye. Piştî bûyerê Alî Fîda hat girtin, di îfadeya xwe de parastina "tehrîk" kir. Di rapora otopsiyê ya ku di îdianameya di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin de jî îşkence hatiye belgekirin û li cihên cuda yên bedana Gurbet Fîda birîn û rêşahî hatibû tespît kirin.

Ji dadgehê ji mêran re 'Daxistina rewşa baş’

Di danişîna ku li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, der barê kiryar de ji sûcê "li dijî hevjin kuştina bi zanebûn" "Cezayê muebetê ya girankirî" hat dayîn. Cezaya hat dayîn pêşi bikaranîna daxistina ‘rewşa baş’ û ‘tehrîka neheq’ hat daxidtina 24 salan û piştre jî 20 salan. Dadgehê helwêstên erênî yên bersûc yê di danişînê de û bandorên muhtemel ên cezayê li ser pêşeroja bersûc jî wek hinceta daxistinê nîşan da.

Raporên krîmînal îfadeya bersûc derewand

Di encamnameya biryara bi hinceta ya hat amadekirin de hat diyaar kirin ku gotinên “min bi armanca tirsandinê çek girt, lê bi xeletî gulebaran kir" 3 fîşekên vala yên li cihê bûyerê hatin dîtin û tespîtên "Teqîn ji mesafeyeke nêz hat kirin" yên di rapora krîmînal de derewand, di raporê de hat diyar kirin ku gulebarankirin rastî cihên kujende yê Gurbet Fîda hatiye.