Ji bo xwendekarên 8'ê Adarê pîroz kirin, girtenameya îfadeyê hat xwestin

Ji yûrdên ku xwendekarên jin di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya Dêrsimê de li kampusa zanîngehê li hev kombûn, bi hinceta roja 8'ê Adarê “propagandaya rêxistinê” kirine, îfadeyên nivîskî xwestin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim- Xwendekarên jin ên li Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsim dixwînin , îsal biboneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li kampusê hatin cem hev û 8'ê Adarê pîroz kirin. Ji malên xwendekarên ku bi stranên ku gotine rojê pîrozkirinê, 5 meh şûnde bi hinceta "propagandaya rêxistinê" teblîxat hat şandin. Ji aliyê Saziya Yûrdên Kredî ya Dersîmê (KYK) ve bi teblîxata ku ji bo xwendekarên jin ên li yurdên xwe man û beşdarî çalakiya 8'ê Adarê bûn hat şandin, parastina nivîskî hat xwestin.

Ji xwendevanên jin re ji yûrda diban girtenameya îfade hat şandin

Di teblîxa ku ji xwendekaran re piştî 5 meh ji yurdên wan hat şandin de 3 pirs hatin kirin û parastina nivîskî hat xwestin. Ji xwendekarên ku parastin amade kirin hat xwestin ku di nava 7 rojan de girtenameya îfadeyê teslîme yûrde bikin. Di teblîxa ku ji xwendekaran re hatiye şandin de ji xeynî agahiyên şexsî yên xwendekaran ev tişt cih girtin;

 “Tê îdia kirin ku we di 07.03.2022’an de beşdarî çalakiya '8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê' ya li ber Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Munzurê ya li Navneda Artukluya bajarê Dersîmê hat lidarxistin bûn û we di vê çalakiyê de propagandaya rêxistinê kiriye. Ez daxwaz dikim hûn îfadeya xwe ya li ser vê mijarê li jêr binivîsin.”

Çi eleqeya bûyera li zanîngehê hat jiyîn, bi yûrdê re heye?

Xwendekaran diyar kirin ku ev teblîxata ku piştî ewqas dem derbasbûye hatiye  şandin bêwate ye, anîn ziman daxwaza îfadeyên nivîskî yên yûrd ji wan ne hiqûqî ye. Xwendekarên bal kişandin ku hevalekî wan ê din jî bi hinceta Newrozê ji yûrdê hatiye derxistin û bal kişandin ku tenê di 8'ê Adarê de li dibistanê stran gotine. Xwendekaran bal kişandin ser wê yekê ku di 8'ê Adarê de rewşeke ku dê bibe mijara sûcdarkirinê nehatiye jiyîn û tevî ku tu eleqeya mijarê bi yûrdê re tuye jî, nikarin wate bidin îfadeya tê xwestin.