Ji bo Rozerînê banga edaletê

Nobedar Ozcan Yildiz, Rozerîn Yildiz a ku li ber hevberdanê bû, bi çekê birîndar kir dê di 1’ê Kanûnê de cara yekem were darizandin.

Amed – Li navçeya Hênê ya amedê roja 8’ê Hezîranê Rozerîn Yildiz ji aliyê nobedar Ozcan Yildiz ê ku li ber hevberdanê bûn ve rastî êrîşa çekdarî hat. Piştî êrîşê Rozerîn Yildiz a ku rakirin nexweşxaneyê 6 meh in tedawî dibîne û hê jî jiyana wê di xeterê de ye. Ozcan Yildiz rojek piştî bûyerê hat girtin wî şandin girtîgehê. Di îdianameya ku piştî bûyerê hat amadekirin de Ozcan Yildiz bi sûcê “Bi qesda kuştina hevjîn” hat amadekirin lê dozgeriyê bi îfadeyên “Êrîş di asta hewldanê de maye” û kiryar “Ji aliyê ruhî ve di rewşa neyînî de bûye” û xwest der barê Ozcan Yildiz de hukmê “Tehrîka neheq” were pêkanîn.

Rozerîn Yildiz 6 meh in li nexweşxaneyê ye

Rozerîn Yildiz a ku pêşî rastî îşkenceyê hat û dûre Ozcan Yildiz xwest wê bi çekê bikuje, 6 meh in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl tedawî dibîne û rewşa wê xeter e. Dayika wê Şukran Atli 6 meh in li ber nexweşxaneyê nobetê digre û li bendê ye ku keça wê çavên xwe veke û rojê 10 deqe dikare biçe keça xwe bibîne.

'Kesên ku keça min xistin vê rewşê bila cezayê xwe bikşînin'

Şukran Atli, ji bo edaletê bang kir û got ku divê êrîşkar Ozcan Yildiz cezayê herî giran bigre. Şukran Atli diyar kir ku keça wê bi mehan e ji zarokên xwe dûr, ji bo nemire li ber xwe dide û wiha domand: “Bi salan rastî her cure îşkenceyê hat. Divê ku ew mêr cezayê herî giran bigre. Ez tenê edalete dixwazim. Bila tu kes wî mirovî neparêze, keça min hê jî çavên xwe venekiye. Kesên we xistin vê rewşê divê cezayê xwe bikşînin. Wî mirovî bi çeka dewletê li keça min da. Tenê dixwazim edalet bi cih were.”

'Me daxistina tehrîka neheq di gelek cînayetên jinan de dît'

Têkildarî mijarê, em bi yek ji parêzerên dosyayê Dîcle Sumer re axivîn û parêzer bertek nîşanî daxwaza tehrîka neheq da. Dîcle Sumer diyar kir ku jiyana jinek nikare weke hinceta tehrîka mêrek were nîşandan û bang kir ku jin beşdarî danişînê bibin. Dîcle Sumer wiha domand: “Wekî ku tê zanîn, tehrîka neheq, di derûniya mirov de tê wateya ‘buhran, elem’ ku bi wê te xwestin vê rewşê bi encamên hiqûqî were naskirin. Ev yek sedema kêmkirina ceza ye. Kiryarek neheq ku ji ber hêrs û şîdetê pêk tê yan jî di bin bandora xengîniya zêde de kesek ku sûc kiribe tê xwestin cezayê kêm bigre. Di dosyayên cînayetên jinan de, me gelek caran dît ku di lehiya êrîşkaran de ji ber tehrîka neheq ceza tê kêmkirin. Di vê dosyayê de jî gotinên kiryar û delîlên di dosyayê de nîşan didin ku tê xwestin kiryar ji tehrîka neheq sûdê bigre. Danişîna yekem 1’ê kanûnê roja pêncşemê li Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn a Amedê dê di saet 09.55’an de were dîtin. Ji bo vê dozê em ji hemû jinan û komeleyên wan piştgiriyê dixwazin.”