Ji bo parêzera ku dijî çekên kîmyewî derket cezayê girtîgehê xwestin

Der barê parêzer Aryen Turan a di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de xwest îdiayên "bikaranîna çekên kîmyewî” ya Tirkiyeyê bên lêkolînkirin de, îdianame hat amedekirin.

Navenda Nûçeyan - Der barê Parêzer Aryen Turan a ku di lêpirsîna ji ber axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmirê hatibû vekirin de hat binçavkirin û piştre hat berdan de, îdianame hat amadekirin. Hat xwestin ku parêzer bi sûcdariya “alîkariya rêxistinê” ji 2 sal û 6 mehan heta 10 salan bi cezayê girtiyê were cezakirin.

Parêzer Aryen Turan a ji ber axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê ku li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) kiribû, di 2'ê Mijdarê de hat binçavkirin û wê birin Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Îzmîrê, roja din bi şertê qedexeya derketina derve û kontrola edlî hatibû berdan.

Aryen Turan bi hinceta îfadeyên wê yên der barê lêpirsînkirina "Bikaranîna çekên kîmyewî” yên Tirkiyeyê û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" de, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin.

Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hat amadekirin, ji aliyê 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin.