Ji bo kujerê Gurbet Fîda 20 sal cezayê girtiyê hat dayîn

Dadgehê ji Alî Fîda yê ku Gurbet Fîda qetil kir re, tehrîka neheq û daxistina rewşa baş bi kar anî û 20 sal cezayê girtîgehê da.

Amed - Gurbet Fîda ya 21 salî ku gundê Fîs ê navçeya Licêya Amedê dima, roja 13'ê Îlonê ji aliyê mêrê bi navê Alî Fîda ku pê re zewicandî bû ve bi çekê hat qetilkirin.

Îro danişîna biryarê ya kiryar Alî Fîda ku bi sûcê “Bi zanebûn kuştina hevjîna xwe” li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat darizandin, hat dîtin. Di dosyaya ku daxwaza daxistina tehrîka neheq dihat kirin de, bersûc û parêzerê wî li salona danişîne amade bûn, wek wekîla mexdûr parêzera Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî tevlî danişîne bû.

Ji kujer re 'rewşa baş' û 'tehrîka bêheq’

Di danişînê de dadgehê ji kiryar Alî Fida re ji sûcê "Bi zanebûn kuştina hevjîna xwe" cezayê muebetê yê giran da. Dadgehê biryar da ku ji cezayê re hikmên rewşa baş û daxistina tehrîkê bê sepandin û ceza daxist 20 salan. Ji rewşa girtina bersûc re jî biryara berdewambûne hat dayîn.

Çi bûbû?

Di 13’ê Îlona 2021’ê de Gurbet Fîda ji aliyê Alî Fîda yê ku pê re zewicandîbû ve bi çekê hat qetilkirin. Derket bû holê ku Gurbet Fîda ya di 17 saliya xwe de hat zewicandin û zarokek wê hebû, beriya were qetilkirin 15 rojan bi zorê li malê hatiye girtin û rastî îşkenceyê hatiye. Di îdianameya ku der barê bûyerê de hat amadekirin de bersûc parastina "tehrîke" kiriye û di rapora otopsiyê de jî li cihên cuda yên bedena Gurbet Fîda birîn û reşahî hatibû tesbîtkirin.