Ji bo kujerê Fîrdevs Babat ceza hat xwestin

Firdevs Babat ku li Şirnexê rojek piştî windabûnê cenazeyê wê di çemê Hêzil de hat dîtin, der barê Ahmet Babat ku Firdevs Babat qetil kir de dozger mutalaa pêşkêş kir. Daxwaz kir ku ji sûcê ‘Bi zanabûn qetilkirina zarok’ were cezakirin.

Şirnex- Li bajarokê Sêgirkê yê Qilebana Şirnexê, di 18’ê Tebaxa 2022’an de Firdevs Babata (17) winda bû piştî rojekê cenazeye wê di çemê Hêzil de hat dîtin. Derket holê ku Fîrdevs Babat ji aliyê Ahmet Babat ve hatiye qetilkirin. Der barê Ahmet Babat ê ku piştî cenaze hat dîtin hat girtin de bi îdîaya "Bi zanebûn qetilkirina zarok" doz lê hat vekirin.

Danişîna duyem a dozê li dadgeha 3’emîn a Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Bersûc Ahmet Babat ji girtîgeha ku lê girtî ye û şahid Kervan Babat ji edliyeya Silopiyayê bi sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn. Di danişînê de parêzerê Fîrdevs Babat Hediya Gokçe Baykal, parêzerê baroya Amedê Aydin Altaç, malbata Fîrdevs Babat, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, hevserokên bajarê Şirnexê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzerên Navenda Pişevaniya Taybet Înan a Silopiyayê û wezareta Xizmeta civakî û malbatê bejdar bûn. Ji ber salona danaşînê biçûk bû gelek rêveberên saziyan negirtin salonê.

‘Bersûc her car bi senaryoyên cuda derdikeve pêşberî me’

Danişîna ku piştî danasîna nasnameyan dest pê kir, mutalaa pêşkêşî meqama îddia hat kirin, daxwaz kirin ku bersûc Ahmet Babat ji sûcê ‘Bi zanabûn qetilkirina zarok’ were cezakirin. Piştî wê Ahmet Babat parastina xwe kir û got: “Min Fîrdevs bi zanabûn nekuşt, bi qeza çêbû, tarî bû, xwezila min çek negirtibûya gel xwe.” Îdia kir ku derman xwaribû. Di danişînê de xwişka Firdevs Babat Bîşeng Babat axivî û diyar kir ku Ahmet Babat derewan dike.

Parêzera Fîrdevs Babat Hediya Gokçe Baykal mafê axftinê girt û destnîşan kir ku Ahmet Babat her car bi senaryoyên cuda derdikeve pêşberî wan û got: “Her carê îfadeyên bi nakok dide. Em vê qebûl nakin. Hewl dide xwe ji sûc xilas bike.”

‘Îfadeyên şahid bi nakok in’

Kervan Babat ku weke şahid hat guhdarkirin diyar kir ku dengê çekê bihîstiye û der barê bûyerê de tu agahiya wî nîn e. Dayika Fîrdevsê Pîroze Babat da zanîn ku Kervan Babat beyanên derew dide.

Parêzerê baroya Amedê Aydin Altaç bi bîr xist ku ji ber îfadeyên şahid ên bi nakok, beyanan qebûl nakin û da zanîn ku ev beyan hewldanên birayê Ahmet Babat Remezan Babatê ku xwe ji sûc rizgar bikin e.

Piştî parastinan, maqamê îdia mutalaa aşkera kir û daxwaz kir ku bersûc ji sûcên sûcê ‘Li dijî zarok’ û ‘bi zanabûn qetilkirinê’ were cezakirin. Li dijî mutalaayê Ahmet Babat mafê axaftinê girt û ev sûc red kir, îdia kir ku bi zanabûn Fîrdevs Babat qetil nekiriye.

‘Di mutalaayê de êrîşa zayendî hat paşguhkirin’

Li dijî mutalaayê parêzer Aydin Altaç mafê axaftinê girt, bi beşdarnebûna mutalaayê re xwest cihên kêm ên di dozê de werin derbaskirin. Da zanîn ku di bûyera qewimî de kuştinek hatiye organîzekirin heye û ev di mutalaayê de derbas nebûye û got: “Careke din bûyera êrîşa zayendî ew jî hatibû paşguhxistin. Bûyer bi çekê pêk hat. Weke ku her carê hewl tê dayîn belgeyan bişewitînin û li ruxmê vê bersûc daxwaza daxistinê kir. Em dixwazin hûn van mijaran li ber çavan bigrin. Em ê parastina xwe ya berfireh di danişîna biryarê de bikin.”

Danişîna biryarê taloqî 18’ê Cotmehê hat kirin

Heyeta dadgehê, daxwaza bersûc a di danişînên din de ji bo tesbîta temen daxwazname daye, dema ku taybetmendiyên bersûc ên fizîkî li ber çavan bigrin dîroka sûcê temenê xwe yê 18 salî temam kiriye tu guman nîn e, daxwaza tesbîta temen red kir. Daxwaza nû ya keşfê ya bavê Fîrdevs Babat di pêvajoya ku doz hatiye vekirin de, ji ber wê sûdek din nede red kir, dadgehê danişîna biryarê taloqî 18’ê Cotmehê kir.