Ji bo kujerê Emîne Karakaş û xwişka wî cezayê muebetê hat xwestin

Îdianameya der barê Aslan Karakaş ê ku hewl da bi zorê bi Emîne Karakaş re bizewice û di encamê de wê qetil kir û Munevver Karakaş a xwişka kiryar, temam bû. Dê kiryar û xwişka xwe bi daxwaza cezayê muebetê bên darizandin. Danişîna yekem di 15'ê Mijdarê de ye.

Amed- Di 4'ê Sibatê de li navçeya Bismila Amedê Aslan Karakaş ê 34 salî, Emîne Karakaş a 16 salî ku hewl da bi zorê bi wê re bizewice bi çekê birîndar kir. Emîne Karakaş a ku piştî êrîşê bi giranî birîndar bû, piştî têkoşîna jiyanê ya 138 rojan jiyana xwe ji dest da. Kiryarê bûyerê Aslan Karakaş ê ku 161 rojan fîrar bû, di 15'ê Tîrmehê de teslîm bû piştî îfadeya wî li midûriyeta polîsan hat girtin, şandin girtîgehê. Di îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin de, kiryar Aslan Karakaş û xwişka wî ya mezin Munevver Karakaş, di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiaya "kuştina bi zanebûn" dê bi daxwaza cezayê muebetê bên darizandin.
Ji bo sê kesên birîndar jî daxwaza cezayê 20 salan 
Li gorî agahiyên ku ji parêzerên dozê hatin girtin, kiryar Aslan Karakaş û Munevver Karakaş a ku hat tesbîtkirin di bûyerê de bi astengkirina wesayîta ku gule lê hat barandin alîkariya kiryar kiriye dê bi cezayê muebbetê bên darizandin. Dema kiryar di girtîgehê de bû, hat hînbûn ku xwişka wê Munevver Karakaş tevî daxwaza girtinê ya dozger ji aliyê dadgehê ve hatiye berdan.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku 25 gule li wesayîta hatiye gule barankirin lêketiye û 3 jê li Emîne Karakaş ketine. Ji xeynî Emîne Karakaş ji bo 3 kesên di wesayîtê de birîndar bûbûn di navbera 13 û 20 salan de cezayê girtîgehê hat xwestin. Her wiha hat hînbûn ku ji bo çeka keleş a ku kiryar di mala xwe de weşartiye jî ji 5 salan heta 8 salan ceza hatiye xwestin.
Nurcan Karakaş neçar mabû koç bike
Nurcan Karakaş a ku piştî mirina keça xwe gelek caran banga piştevaniyê kir, di Hezîrana borî de ji ber gefên kuştinê yên kiryar û xizmên wî neçar ma ji gundê xwe koç bike. Nurcan Karakaş a ku ji ber gefên kiryar, "Ez ê te bikujim û wisa teslîm bibim" ji gundê xwe koç kir, bi van gotinan bertek nîşanî tiştên pêk  hatin dabû; "Divê kiryar bi awayekî herî giran bê cezakirin. Keça min biçûk bû, wan ew kuştin. Cezayê wî çi be bila bikşîne. Ez wek dayikek tenê edaletê dixwazim. Keçek min çû ji bo tiştek bi yên din neyê, ez nêçar im dest ji gund û mala xwe berdim. Wekî dayikek ez edaletê dixwazim. Keçek min çû ji bo tiştek bi yên din nebe neçar mam ji gund derbikevim” bertek nîşan da.
Danişîna yekem di 15'ê Mijdarê de ye
Danişîna ewil a doza ku dê kiryar bi cezayê muebetê bên darizandin di 15'ê Mijdarê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.