Ji bo jinên ku ji aliyê bijîjk ve rastî îstîsmarê hatine tezmînata mezin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji bo tezmînata herî bilind a ku di doza îstîsmara zayendî de hat lihevkirin, biryar hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Zêdetirî 330 jinên ku ji aliyê bijîjkê berê yê Tîma Neteweyî ya Gymnasticsê ya DYE’yê Larry Nassar ve rastî îstîsmara zayendî hatine, bi federasyona jîmnastîkê ya DYA’yê USA Gymnastics re ji bo 380 milyon dolar tezmînat li hev kirin.
Jinan piştî têkoşîna hiqûqî ya 5 salan dikaribûn vê lihevkirinê pêk bînin. Di sala 2018’an de, der barê Larry Nassar de ji ber sûcên îstîsmara zayendî zêdetirî 300 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Di lihevhatinê de ji bilî tezmînatê bendên din jî hebûn. Li gorî vê yekê, Komîteya Olîmpiyadê ya DYA û USA Gymnastics dê ji bo jinên ku mexdûrên îstîsmarê ne, di lijneya rêveberiyê de cih biveqetîne.
Ne tezmînata yekem e
Jinên ku li Zanîngeha Dewletê ya Michigan a ku Larry Nassar lê dixebitî rastî tacîzê hatin, doz li zanîngehê vekirin. Zanîngeh di sala 2018’an de, bi dozkaran re ji bo dayîna tezmînetê li hev kir.
Li aliyê din hat diyarkirin ku lêpirsîna der barê Larry Nassar de bi mehan e hatiye taloqkirin û di vê demê de zêdetir jin rastî tacîzê hatine. Pêvajoyên hiqûqî yên der barê rêveberên ku di pêvajoya lêpirsînê de paşguh kirine berdewam dike.