Ji bo jinên ku gotin "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin" biryara beraet e

Derbarê 33 jinên endamên Platforma Jinan a Enqereyê ku ji ber protestokirina betalkirina Peymana Stenbolê bi derp kirinê hatibûn binçavkirin, biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Darizandina doza 33 jinên endamên Platforma Jinan a Enqereyê ku di 12’ê Tebaxa 2020’an di çalakiya protestokirina betalkirina Peymana Stenbolê de hatin binçavkirin, berdewam kir.

Danişîna biryarê ya doza ku bi îdiaya "dijberiya zagona xwepêşandan û meşê ya bi hejmara 2911’an" hatibû vekirin li 28. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê hat dîtin. Parêzeran daxwaz kirin ku hezên hikûmetê li salonê bên derxistin û gotin, "Jin ji aliyê emniyetê rastî êrîşê hatin, ji ber vê yekê Emniyeta Polîsan a Enqereyê di vê dozê de alîgir e, em naxwazin li salonê bin." Piştî ku polîs hatin derxistin, dest bi parastinê kirin.

Jinan di parastina xwe de diyar kirin ku ew e mafên xwe yên qanûnî bi kar anîne û diyar kirin ku ev ne sûc e. Heyeta dadgehê piştî ku jin û parêzer mafê axaftinê girtin biryara xwe eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku di çalakiyê de hêmaneke sûc tune ye û ji bo 33 jinan biryara beraetê da.