Ji bo dosya Rozerîn Yildiz, biryara nepenîtiyê hat dayîn!

Rozerîn Yildiz a li Hênî ji aliyê cerdevan Ozcan Yildiz ve rastî êrişa bi çek hat, 3 meh in têkoşîna jiyanê dide. Hate hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Hênî di dosyaya Rozerîn de biryara nepenîtiyê daye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di 8'ê Hezîranê de li navçeya Hênî ya Amedê cerdevanê bi navê Ozcan Yildiz ê ku pê re zewicî ye, bi çeka dewletê êrişî Rozerîn Yildiz kir. Rozerîn Yildiz a ku 8 salê di zewaca xwe de rastî tundiya bi pergalî hat, piştî êrîşê rakirin nexweşxaneyê, kiryarê bûyerê Ozcan Yildiz jî hat girtin û şandin girtîgehê. Rozerîn Yildiz a ku 3 meh in bi guleya ku li serê wê ket, hê jî li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dide, dayika Rozerîn jî bi hêviya ku keça wê şiyar bibe  her roj heta êvarê li nexweşxaneyê nobetê digire.

 

Piştî îşkenceyê bi çeka aîdê dewletê êrîş kir!

Rozerîn Yildiz a ku hat tesbîtkirin pêvajoya beriya rastî êrîşê were îşkencê dîtiye, ji ber tundiya ku berê dîtibû du caran serî li midûriyeta polîsan daye, nêzî 2 salan di stargehekê de ma. Du caran serî li midûriyeta polîsan da û nêzî 2 salan di stargehekê de ma. Rozerîn Yildiz a ku ji stargehê derket, bi gefan careke din neçar maye biçe malê, roja 8’ê Hezîranê ji aliyê Ozcan Yildiz ê dixwest hevberde ve pêşî milê wê hat şikandin û piştre jî hat derp kirin. Cerdevan Ozcan Yildiz bi çekê êrîşê Rozerîn Yildiz a ku ji ber tundiya ku dît xwest bireve kir.

Dayika wê li baxçeya nexweşxaneyê nobetê digre

Rozerîn Yildiz a ku piştî êrîşê rakirin nexweşxaneyê 3 meh in têkoşîna jiyanê dide. Dayika Rozerîn ku bijîşkan li ser rewşa wê ya tenduristiyê got, "Hêviya wê qut nekin” Şukran Atli jî bi hêviya ku keça wê şiyar bibe 3 meh in her roj diçe li ber nexweşxaneyê û nobet digre. Şukran Atli ku rojê tenê 10 deqeyan keça xwe dibîne, diyar kir ku 3 meh in hişa keça wê girtiye û wiha got: “Rewşa keça min ev 3 meh in eynî ye, tu guhertin nîne. Bijîşk tiştekî cuda nabêjin. Keça min bi guleya di serê xwe de hewl dide bijî. Bila dadger û dozger xwe bixin cihê min û cihê keça min. Ew diçin ji dosyayê re biryara nepenîtiyê didin. Bila ew biryar bê rakirin, bila her kes bizane çi çêbûye. Bila ji mêrê ku keça min aniyê vê rewşê re cezayê muebetê bê dayîn. Yekane daxwaza min edalet e.”

Ji dosyayê re biryara nepenîtiyê hat dayîn!

Parêzerên dosyaya ku em der barê mijarê de pê re axivîn, diyar kirin ku piştî Ozcan Yildiz hat girtin û şandin girtîgehê, ji lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin re biryara nepanîtiyê hat dayîn. Dema ku hêj sedema biryara nepenîtiyê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hênî ve hatiye dayîn ji parêzeran re nehat parvekirin, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku dosyayê ji nêz ve dişopîne dê şopdarê lêpirsîna hatiye destpêkirin bibe.